Partî û tevgerên ji Basûrê Kurdistanê yê di nav de YNK, Tevgera Goran, Zahmetkêsan û PÇDK jî heye, bang kirin ku di Cenevre-2 de Rojava ji aliyê heyeta Desteya Bilind ve were temsîlkirin.

 

Partiyên siyasî yên Basûrê Kurdistanê li ser banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) metnek hevpar mor kirin û ji organîzatorên Cenevre- Neteweyên Yekbûyî (NY), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), dewletên endamên Yekitiya Ewropa (YE), Rûsya, Komara gel a Çîn, dewletên Ereb û rayedarên Îranî re sandin. Di bangawaziyê de wiha hat gotin:

 

“Em weke partiyên siyasî yên ji Basûrê Kurdisatnê yên xwedî îmze, em dixwazin Kurd di Konferansa Cenevre-2 de yekser ji aliyê heyeta Desteya Bilind ve were temsîlkirin. Em di wê baweriyê de ne ku eger konferanseke navneteweyî ya yekser Kurdan eleqedar dike, bêyî amadebûna Kurdan, bêyî besdariya Kurdan pêk were, dê li dijî armanca xwe ya astiyê be. Lewma em bawerin ku hûnê ya pêwîst bikin û ji niha ve ji ber desteka we em spasiyên xwe pêskês dikin.”

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe ya ji bo metna bangawaziyê de pistgirî ji hewldanên çareseriya siyasî û dîplomatîk ên navneteweyî yên ji bo serê li Sûriyê hat dayîn.

 

KNK’ê diyar kir ku ew dixwazin Konferansa Cenevre-2 ya dewama van gavan e rê li ber çareseriyeke mayînde ya astiyê veke û got, “Li siyaseta navneteweyî, di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de pêsketinê girîng derket holê. Ji bo encamên derketine holê veguherin çareseriyeke mayînde weke KNK em Konferansa Cenevre-2 gelekî girîng dibînin. Astî û aramiya ku bi Cenevre-2 re tê xwestin, bi besdariya Kurdan a bi vîna xwe ya azad, dibe.”

 

KNK’ê da xuyakirin ku wan metna bangawaziyê ji hemû partiyên siyasî yên li Basûrê Kurdistanê re sandine. Metna ku ji gelek partiyên siyasî pistgirî dît, ji NY, DYE, dewletên endamên YE, Rûsya, Komara Gel a Çîn, Îran û dewletên Ereb re hat sandin.

 

Partiyên Basûrê Kurdistanê yên mora xwe avêtine binê metna bangawaziyê ev in:

 

-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK

 

-Yekîtiya Nistimanî ya Kurdistanê-YNK

 

-Tevgera Goran

 

-Yekgirtûy Îslamiy Kurdistan

 

-Hîzbî Suî Kurdistan

 

-Komelley Îslamiy Kurdistan

 

-Hizbî Zahmetkasanê Kurdistan

 

-Bizûtinewey Îslamiy Kurdistan

 

-Partî Çareserî Dîmukratî Kurdistan

 

-Hizbî Ayinde

 

-Partiya Rizgariya Kurdistan

 

-Yekêtiy Neteweyiy Dîmukratî Kurdistan

 

-Hizbî Sosyalîst Dîmukratî Kurdistan

 

-Bizûtinewey Dîmukratî Gelê Kurdistan

 

-Partiya Kirekarane Rencdarene Kurdistan 

F
E
E
D

B
A
C
K