PEN-a Swêdê ku yek ji PENên dinyayê ya kevin e, bi xebatên xwe jî di qada neteweyî û navneteweyî de xwediya roleke girîng e. Wê heta niha gelek nivîskarên dinyayê ji îdamê rizgar kirine û ji gelek nivîskar û rojnamevanên dinyayê ên girtî re jî bûye pişt û moral daye wan. Ew van salên dawiyê jî bi xebatên xwe ên ji bo nivîskarên sirgûnê hêdî hêdî ji PENên cîhanê re dibe nimûne. Wek tê zanîn, Swêdê yek ji welatên Ewrûpayê, dibe ku yekemîn welat be ku ji ewqas nivîskarên dinyayê re mazûbantiyê dike. Gelek nivîskarên dinyayê ji ber sebebên siyasî xwe li Swêdê girtine, li welatên xwe navdar in, lê ji ber ku bi zimanên xwe dinivîsînin, li Swêdê di bêdengiyê de dimînin. Komîteya Nivîskarên Sirgûnê ya PENa Swêdê hewl dide ku vê îzolasiyona nivîskarên sirgûnê bişikîne û bala çapemenî û weşanxaneyên swêdî bikişîne ser wan û nivîskariya wan. Mîna ku di sala bihurî de bû, wê vê payizê jî dîsa fokus li ser nivîskarên sirgûnê be; ji bilî ku wê nivîskarên kurd jî di nava vê programê de hebin, wê rojeke taybetî jî ji ziman, edebiyat û kultura kurdî re bête veqetandin. Em ê di rojên pêşiya me de xwe bigihînin Komîteya Nivîskarên Sirgûnê û li ser program û projeyên wan ên di vî warî de we agahdar bikin.  

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K