Biryara Saziya Bilind ya Hilbijartinê, ku parlamenteriya Hatîp Dicle ji holê rakir mînaka vê ye û di tu rengên civakî, huquqî, insanî, demokrasî û rêbazan de nayê erê kirin. Biryar, îlan kirina serê li dijî gelê Kurd e. Pêwiste gelê Kurd jî bi heman dijwariyê bersivê bide û li îrade û detsketiyên xwe xwedî derbikeve.
Saziya Bilind ya Hilbijartin berî hilbijartinên 12ê Hezîranêjî, dîsa îmze avête bin kiryareke antî huquqî. Li ser dijberiya gelê Kurd, pas de gav avêt. Berî hilbijartinan bi 2 rojan jî, dîsa di sexsê Hatîp Dîcle de, li dijî gelê Kurd, biryarek nû da û da xuyakirin ku kiryarên sosret berdewam dikin. Biryara dawî ya rakirina parlamenteriya Hatîp Dicle jî, di heman çarçovê de siyasî ye, lîstikek ji ya desthilatdariya AKPê ye.
Hatîp Dicle wek namzêd, ji aliyê Saziya Hilbijartinê ve hate erê kirin û di hilbijartinan de jî, zêdetir ji 78 hezar dengî stand û mafê parlamenteriyê girt. Êdî mafê Saziya Hilbijartinê nîne ku dikaribe mudaxeleyî parlamenteriya Hatîp Dicle bike. Hatîp Dicle ji aliyê gel ve wek îrade, wek nûner hatiye hilbijartin. Li gorî huquqê Tirkiyê jî, Hatîp Dicle mafê  parlamenteriyê bidestxistiye û tu kes nikare vî mafî ji holê rake.
Saziya Bilind ya Hilbijartinê diyar kiribû ku ewê, pêsî serî li îfadeya Hatîp Dicle bide û ji bo îfadê dem jî da Hatîp Dicle. Lê balkês e ku. Saziya Hilbijartinê, pistî vê biryarê bi çend saetan diyar kir ku mafê parlamenteriya Hatîp Dicle ji holê rakiriye. Gelo di nava çend saetan de çi hate guhertin? Vekîrî tê xuya kirin ku biryar ne huquqî ye, siyasî ye û berdewama lîstikên li dijî îrade û destketiyên gelê Kurd e.  Biryar li gorî daxwaza kes û derdorên ku dixwazin Tirkiyê ber bi kaosekê bibin hatiye standin.
KNKe vê biryarê, wek darbeyek, wek provakasyoneke li dijî  hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan, yên li Imralî  re dinirxîne. 
Serê 30 salî, raperîna soresgerî ya gelê Kurd, sazkariya Bloka Ked, Azadî û Demokrasî û serketina  gelê Kurd ya di hilbijartinan de, eniyên serxwaz û kesên ku siyaseta xwînê dimesînin, kirine nava tirsekê mezin. Biryara li dijî Hatîp Dicle,  da xuya kirin ku, rêvebirên Tirkiyê, jiyana wekhevî û biratiya gelan ya paserojan qebûl nakin. Ew Kurdên xwe, yên bê îrade dixwazin û  biryar jî, encama vê siyaseta kujerî, kîrêt, gemarî û bê exlaqî ye.
Di demeke ku, serketina Bloka Ked, Azadî û Demokrasî ya hilbijartinan hêviyên astî û çêkirina Desturnameya Demokratîk derxistin holê û di  raya gistî de nîqasên bi vî rengî hatin kirin de, biryarek wiha sosret hate standin. Dive werê zanîn ku,  ev biryar tê wateya îlan kirina serê li dijî gelê Kurd. Ji vê biryarê, serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erodgan berpirsiyar in. 
KNK destnîsan dike ku, ev biryar, bi hêrs û kîndariya winda kirina Kurdistanê hatiye standin û tê wateya serê li dijî destketiyên gelê Kurd. Gelê Kurd jî, wê bi heman biryardariyê li dijî vê kîndariya kujerî û têkbirina îradî hêza xwe, di her qada jiyanê de destnîsan bike.
Em weke KNK bang  li gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa teva dikin ku li dijî vê êrîsa kîndarî û îlan kirina serê li dijî îrade û destketiyên Gelê Kurd, hêza xwe û biryardariya xwe di her qada jiyanê de destnîsan bike.
KNK, bang li Bloka Ked, Astî û Demokrasî jî dike ku bi awayekî hestiyarî û hisyarî li îradeya gelê Kurd derbikevin û wek pêsengên gel, bi gel re dijberiya xwe di çarçoveya demokratîk de destnîsan bikin.
KNK, biryara Saziya Bilid ya Hilbijartinê, ya rakirina parlamenteriya Hatîp Dicle,  êrîseke antî huquqî, antî exlakî û antî însanî û peymanên navneteweyî ya li dijî tevahiya îradeya gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd dinirxîne. Bi vê pîvanê em weke KNK, biryara Saziya Hilbijartinê qebûl nakin û bi tundî sermezar dikin.
 
Konseya Rêvebir ya KNKê
22.06 2011

F
E
E
D

B
A
C
K