Salek di ser dagirkirin û qirkirina Şingalê re derbas bû. Dagirkirin û qirkirina Şingalê wek fermana 73an, ya li hemberî Kurdên Êzîdî  tê binavkirin. Em weke KNK, di yekemîn salvegera  dagirkirina Şingalê û qirkirina Kurdên Êzîdî de, çeteyên DAIŞê û hevkarên wan  bi dijwarî şermezar dikin.
Gelê Kurd, Şingalê  û herêma Şingalê  wargehekî pîroz dibîne, civaka Êzdî jî wek Kurdên resen qebûl dike. Bi vê mebestê heta dawiyê û berdêl çi dibe bila bibe,  wê Şingal û Kurdên Êzîdî werin parastin. Hêzên Parastina Kurdistan, ne tenê Kurdên Êzîdî, tevahiya gelên li herêmê û civakên xwedî  baweriyên cûda diparêzin. Di vî warîde îro Rojavayê Kurdistanê jî bûye mînak.
Li gel hemî êrîş û bê îmkanîyan jî hinek Kurdên Êzidî ji Şingal ê derneketin û xwe parastin û hinek jî hêdî hêdî dizivirn cih û warê xwe. Cihê şanaziyê ye ku îro Kurdên Êzîdî xwe li Şingalê bi rêkdixin, dem û dezgehên xwe ava dikin. Ji hemîyê giringtir ewe ku hêzên xwe yên parastinê jî avadikin û berxwe didin. Ev tê wateya ku Kurdên Êzîdî li Şingalê, wê xwe biparêzin û qedera xwe  bi xwe tayin bikin.
Di karesata Şingalê da, xemsarî û îhmala hinek hêzên Kurdistanî heye, pratîka hinek berpirsyaran jî raste rast suçe, tewane. Ev rewş divê neyê ji bîrkirin û divê komîsyonên lêkolînê di vî warîde bêne çêkirin û ev rewş bê zelal kirin.
Di sêrîde Hêzên Cîhanî jî, bi xemsariyek mezin li vê rewşa drametîk ya Şingalê temaşe kirin û heta niha jî weke tê xwestin helwestekî xurt negirtine. Divê raya giştî ya cîhanê, hêzên navneteweyî saziyên wek  Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa, di parastina Şingalê  de, di parastina civaka Êzdî de xemsar tevnegerin û destekê bidin.
Hevparê hêzên terorîstên DAIŞê, hinek dewlet û hêzên herêmê ne. Hemberî ku ev rastî hatiye îspat kirin  jî, hêzên destekê didin çeteyên DAIŞê heta niha jî ne hatine cezakirin.  Hemberî ku Tirkiye di destek kirina çeteyên DAIŞê, El Nusra de gelek caran hatiye  şiyar kirin jî, di pratîkê de tedbîrek ne hatiye standin û li hemberî vî sucê mirovaniyê kiryarek neketiye pratîkê.
Li gel şerên giran û bedelên mezin jî, mixabin hîna Şingal bi temamî rizgar nebûye û drama Kurdên Êzidî li hundir li derve berdewame. Bila DAIŞ û hevkarên wê, baş zanibin ku Şingal wê were rizgarkirin û parastin.  Gelê Kurd, nirx û pîroziyên xwe bi destê barbarên sedsalê re bernade.
Em car din dagirkirina Şingalê  û qirkirina Kurdên Êzîdî bi dijwarî şermezar dikin. Em dubare dibêjin ku  Şingal û herêma Şingalê ji bo gelê Kurd wargehên pîroz in û wek nirxekî dîrokî û civakî wê bêne parastin.  Divê Kurdên Êzîdî jî baş zanibin ku rizgarbûn, jiyana bi rûmet ne koçberî û terk kirina cih û warên bavûkalan e. Reva Ewropa mirina bi saxî ye. Divê Êzîdxane, berdêl çi dibe bila bibe were avakirin û were parastin.
Em bang li hemî hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê dikin ku destekê bidin gelê me yê Êzidî û têkoşîna li Şingalê.
Em bang  li raya giştî ya cîhanê, hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa  jî dikin ku li hemberî barbariya çeteyên  DAIŞê û El Nusra bêdeng nemînin û Kurdan li Rojava û li Şingalê  destek bikin.

Konseya Rêveber ya KNKê
02.08.2015

F
E
E
D

B
A
C
K