Di encamê de, 20 hemwelatiyên me hatin kuştin, 54 kes jî birîndar kirin. Tê zanîn ku berî niha li Qamişlo û hinek herêmên din jî, hêzên rejîme di rengên cûda  êrîşkerî lidarxistin.
Em weke KNKê,  êrîşên rejîma Suriye bi tundî şermezar dikin û destnîşan dikin ku di dîroka mirovahiyê de ti zulumkarî abad nebûye, zulumkariya rejîma statukoparêz ya Suriye jî abad nabe û wê têkbiçe.

Em weke KNKê, ji malbatên kesên ku di êrîşa li Helebê de jiyana xwe ji dest dane û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, ji kesên birîndar re jî  şîfayê dixwazin.
Lê dive werê zanîn ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê, êrîşên li dijî xwe jî qebûl nake û ewê heta dawiyê mafên xwe yên xwezayî, di berxwedaneke maşrû de biparêze.

Pêwiste tevahiya dagirkerên Kurdistanê baş zanibin ku gelê Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye. Di her cure şert û mercan de, gelê Kurd wê desteka xwe radestî Kurdên Rojava bikin û destketiyên wan biparêzin.

Em weke KNKe bang li tevahiya gelê kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Kurdên li derveyî welat dikin ku li dijî komkujiya helebê dengê xwe bilind bikin û bidin xuya kirin ku gelê kurd,  li Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ne. 

Gelê Kurd dibin her cure şertande jî wê  projeya xwe ya xwesriyê bikin pratîkê. Gelê Kurd jî xwedî wê hêzê ye ku xwe û nirxên xwe biparêze.
 

Konseya Rêvebir a  Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK)
07.09.2012

F
E
E
D

B
A
C
K