ShengalDîrok dubare dibe û mina gelek caran, îro jî, di meha Tebaxê de, wek sala 2007an Kurdên Êzîdî rastî qirkirinek bêbext û res hatin.

Kurdên Êzîdî,  di 14ê Tebaxa   2007an de, li navçeya Singalê, gundên Siba Sêx Xidir û Til Xizêr, rastî êrîseke bêbext û rûres hatin. Di encama vê êrîsa bêbext û rûres de, 450 Ezîdî hatin sehîd kirin. Em weke KNKe,  Êzîdiyên  14ê Tebaxa 2007an hatin sehîd kirin bi dilsozî yad dikin,  kesên êrîsker jî wek dijminê mirovahiyê îlan dikin.

Îro jî, li Singalê, li derdorê Musilê dijî dijê Gelê Me yê Êzidî bi heman armancê û ji aliyê hêzên tarî ku wek çeteyên DAISê têne naskirin ve êrîsên qirkirinê pêk têne. Fermanên li dijî Kurdên Êzîdî, doh jî, îro jî dane xuya kirin ku gel û civakên bê parastina cewherî her dem mahkumê têkçûnê ne. Pêwiste, ji dîrokê ders weri girtin û Kurdên Êzîdî jî di nav de, tevahiya Kurdan, gelên cûda û civakên xwedî baweriyên cûda yên li Kurdistanê dibin yek sîwanê de xwe rêxistinî bikin û mina li Maxmûr û Singalê pêk hat, hêzên Hevpar Yên Parastinê ava bikin.

Xemsariya li hemberî kiryarên weke komkujiya li gundên  Siba Sêx Xidir û Til Xizêr, di 14ê Tebaxa 2007an de,  pêk hatin, îro jî dibe sedema komkujiyên li Singalê. Pêwiste vijdanê raya gistî ya cîhanê, li hemberî kiryarên wiha yên sucê mirovahiyê bi hisyarî tevbigere.

Komkujiya 14ê Tebaxa 2007an ya li dijî Kurêdn Êzîdî, tenê yek kiryara rûresî û bebextî ye.  Kurdên Êzîdî zêdetir ji 70 caran rastî fermanên qirkirinê hatine, lê Kurdên Êzîdî bi rûmetdarî berxwedane û nirxên xwe parastine. Pêwiste Kurdên Êzîdî îro jî, di nava Tevgera Azadiya Kurd de cihê xwe bigirin, nirx û pîroziyên xwe, xaka xwe ligel birayên xwe yên Kurd, Asurî-Suryanî-Keldanî biparêzin.

Em weke KNK bang li hêzên hundir yên Kurdistanê dikin ku rojekê berî rojekê yekîtiya xwe saz bikin û li hemberî êrîsên kujerî û tunekirinê hêza xwe ya hevpar bikin yek.

Di  heman demê de, em bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, wek Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên pêwendîdar teva dikin ku, li hemberî kiryarên kujerî yên sucê mirovahiyê bêdeng nemînin.

Em weke KNK dubare komkujiya 14ê Tebaxa 2007an bi dijwarî sermezar dikin û  sehîdên gundê Siba Sêx Xidir û Til Xizêr, bi dilsozî yad dikin. Em dubare bang li hêzên Kurd yên siyasî û civakî teva dikin ku  ji dîrokê dersan bigirin, ji êrîsên îro yên bêbext û rûres dersan bigirin û ji bo yekîtiya neteweyî û hêza hevpar ya parastina Kurdistanê bikevin nava hewldanan.

Konseya Rêveber ya KNK ê
13.08.2014

F
E
E
D

B
A
C
K