Dewleta Turk, bi hikûmeta AKP li Kurdan û Kurdistaniyan jiyan dijwar kiriye. Ew ji bo Kurdistaniyan, bîrewerên bi rûmet, xwedî misyoneke jiyaneke azad zîndanê û êsê layiq dibîne. Bi hezaran siyasetmedar, çalakvanên mafên merovan, ciwan, jin, zarok, parlamenter, saredar, parêzer, rojnamevan, bi awayekî hovane girtine û avêtine zindanan.
Dijminatiya kûr ya dewleta Turk ne bes bi zîndankirinê didome. Nav û hebûna Kurdistan jê re pirsgirêk e û ew tehamûl nake ku navê wê jî were hildan. Qedexe li ser Kurdbûnê, li ser xebata bi Kurdî, li ser ramana Kurdî berdewam e. Tecrîd, eskence û her cûre kiryarên dijî hiqûqê li hember Kurdistaniyan di pratîkê de ne. Heta bi xweza ya Kurdistan jî ji aliyê vê dewletê têne bombekirin. Dar û giya, çûk û heywanên Kurdistan jî ji bo vê dewleta çavsor zêde ne. Bi operasyonên leskerî, siyaseta qirêj ya înkarê, asîmîlasyona kultûrî û siyasî dixwaze serkeve.
Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan asîkar e. Hedefa dewleta Turk tunekirina wî a du alî ye. Aliyê fîzîkî û aliyê ramana wî. Dewleta Turk dixwaze bi vê yekê dengê îradeya gelê Kurd li Bakurê Kurdistan tune bike.
Di hember vê siyaseta qirêj ya dewleta Turk de, bi hikûmeta xwe ya AKP, Kurdistaniyan berxwedaneke qehremanî lidar xistiye. Ev berxwedana wan ya pirralî jî rewa ye. Li cem vê berxwedana rewa ya Kurdistaniyan bêdengî û xemsariya sazî û cîhana siyasî mixabiniyeke mezin e. Ev çi bû ye ku zor û zilma dewleta Turk li hember Kurdistaniya normal tê qebûlkirin?
Di hember vê xemsariyê de, di hember vê bêdengî, zor û zilmê de girtiyên Kurd di zîndanên dewleta Turk de dest bi girêva birçîbûnê kir. Wan bedena xwe kiriye mertal. Bi sedan girtî di 41mîn roja grevê de ne. Her deqîqe ya were sehadet mimkin e. Pas vê kêliyê jî seqetbûna merivên di girêvê de rastiyek e ku ciyê metirsînê ye.
Ji bo vê yekê jî her tistekî ku pas nuka bibê di bin berpirsiyariya dewleta Turk de ye.
Di alyê din de raya gistî jî ji ber bêdengî û xemsariya xwe di bin berpirsiyariyeke mezin de ye. Xêr e ku ev raya gistî, saziyên civakî, siyaset û xwedî giravî parezerên mafên merovan bi derû, dep û dolabên dewleta Turk û hikûmeta wê AKP têne xapandin. Rûmeta merovahiyê hewqasî erzan bû ye ku dengên xwe nakin ?
Daxwaz û hêviyên Kurdan, hewqasî însanî ne ku meriv ji bêdengiya raya gistî re sas dimîne.
Ji bo rûmeta merovahiyê nekeve bin pê yên diwleta Turk, divê di zûtirîn dem de :
– raya gistî, saziyên medenî, siyasetvan û dezgehên fermî dengê xwe li dewleta Turk û hikûmeta AKP bikin.
– Kurdistanî mafê xwe yê berxwedanê di her qada demokratîk de bidin xuyakirin.
– Kurdistaniyên Ewropa û welatên din, ji çi rengî bin bila bibin, dengê xwe hildin û daxwaza tedaxuliya sazî û dezgehên dewletên tê de li ser vê mijarê bikin.
– Serketin ne bes di daxuyaniyan de û protestoyan de ye. Divê gotin û raman bikeve pratîkê. Eger Ewropa û welatên din durust in dive dengê xwe di hember vê wahsetê de hildin. Gavên xuya pêwîst e.
– Di zûtirîn dem de divê daxwazên girtî û kesên li derve ku di grêva birçûbûnê de ne werin qebûlkirin ku pêsiya bûyerên xirab were girtin. Loma ev daxwazên wan rewa ne û di çarçewa mafên merovahî de ne.
– Enstituya Kurdî ya Brukselê daxwazên kesên di grêvê de rewa dibîne û bi wan re ye. Di çarçewa xebata xwe de jî her tistê pêwîst e li Beljîka dike.

Derwês M. FERHO
Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K