Wiha jî gelek cihên seyranan û gulgestan lê hene wek: Seqlanê Mema, Kaniya Qesara, Nêrgizî, Sikeftên Kora û Seqnefîs.. Û her yek ji van seyrangehan taybetiyek wî heye. Jixwe diyare ku Cizîrî kêfçîn e, ku ne kêfçî bûna kesên wek Seîd Axa Cizrawî, Hesen Cizîrî, Mihemed Arif Cizrawî, Meyremxan, Fato Korê.. Nav û deng di Kurdistanê de ne didan.. De werin em ê bi hev re herin hin ji wan gulgestan.
   Seqlanê Mema: Çemekî biçûk e. Dikeve basûrî bajarê Cizîrê de, li ser rêka Zaxo û Eyndîwerê, nêzîkî sînorê sûriyê ye bi dor 2 km an. Ev çem bi navê Seqlanê Mema naskiriye. Ava vî çemî ji kaniyên çiyayê Spî dizê û ber bi basûr ve diherik e ta ku di nav tixûbên Binxetê de tevlî çemê Dicle dibe.. Li cihê ku bi nav Seqlan e, kavlê pireke kevnar, di rengê pira Bafit de xuya dike, lê jê biçûktir e.. Hem jî kavlên sê asên avî hene.. Dibêjin ku berê cend daristan li dor çemê Seqlan hebûn, her dem sîn bûn û ew dever xwes seyrangeh bû ji xelkên Cizîrê re, nexasim di havînan û payîzan de.
   Kaniya Qesara:  Ev kanî jî nêzîkî çemê Seqlan e. Ava wê jî tevî ava Seqlan dibe û ber bi Eyndîwerê ve diherike. Ji mêj ve jin û keçên Cizîrê cil û cawên xwe têde disûstin, hem jî wek seyrangehekê bû ji xelkên Cizîrê re. Navê vê kaniyê gelek caran di Memê Alan de derbas dibe. Dibêjin pistî ku Mem gihaye Cizîrê, yekemîn car, li ser vê kaniyê çav bi Zînê ketiye. Mixabin roja îro ne ava Seqlanê Mema û ne ava kaniya Qesara wek heyamê berê diherikin. 
   Nêrgizî: Ji mêj ve du-sê seyrangehên ku di buharan de bi nêrgizan dihatin xemilandin, li derdora Cizîrê hebûn; yek jê li baresî Cizîrê bû, niha cihê wê bûye nexwesxana bajarê Cizîrê. A din li basûrî Cizîrê ye, nêzîkî Seqlan û kaniya Qesara ye, ew jî niha di nav sînor de hatiye perçekirin û besek jê ketiye rexê sûriyê de. Navê nêrgizî li van herdû gulgest û seyrangehan hatiye kirin ji ber ku di buharan de, nêrgiz bi tov li wan deveran çêdibûn.
   Sikeftên Kora: Ev sikeft li ser rêka Eydîwerê û Zaxo ne. Dibêjin di heyamê mîrekên Botan de û ta bi heyamê Mîr Bedirxan, ev sikeft terxankirî bûn bo koran û hejaran. Da ku bajarê Cizîrê ji koran paqij bimîne. Ew sikeft ji wan re terxan kiribûn. Di wî heyamê ku dermanê xuriyê nebû, xelik bi xuriyê diketin û piraniya wan kor dibûn. Vêca mîrekên Botan ew sikeft bo wan koran terxan kiribûn û di nav gel de belav kiribûn ku, kesê Zekata xwe an xêrekê bike, bela bide korên wan sikeftan. Û weha ew sikeft bi navê Sikeftên Kora hatine nas kirin.
   Seqnefîs: Kaniyeke avê ye. Berê, derî sûra bajarê Cizîrê bû. Havînê ava wê sar e û zivistanî germ e. Xaniyek li ser vê kaniyê hatiye ava kirin, di hundirê wî xanî de birkek heye bo sûstin û helal kirinê. Dibêjin ku ev kanî bi taybetî hatiye terxan kirin bo wan kesên ku bi cenabet bin, ji dê û bavê xwe serim dikin ku di mal de xwe tahir û helal bikin, vêca diçûn derî bajêr xwe di vê kaniyê de helal dikin.. Gotina Seqnefîs; Bi gelek dengan tê bi lêv kirin hin dibêjin; Senefîs, hin Seqnefîs û hin Sitnefîs dibêjin.. Lê dibe ya rast ku bi navê Sitiya Nefîs hatibe bi nav kirin û Sitiya Nefîs jina mîrekî Botan be û gelekî hez vê kaniyê dikir, ji lewre bi nave wê hatiye naskirin. Belê ji ber sivikbûnê, roja îro jêre dibêjin Seqnefîs. Hem jî dibêjin ku di heyamê berê de dora vê kaniyê bi kulîlk û nêrgizan dihat xemilandin. Ji ber vê yekê di gelek çîrok û stranên Cizîriyan de, navê Seqnefîs û Seqlanê Mema derbas dibe, wek vê stranê:
 Cizîr xwes meqam e, berberî Misir û Sam e,
Seqnefîs hemmama me ye, Seqlan piçekî zêde ye..
Belê ji seyrangehên Cizîrê yên balkês Qesrika Gelî ye:
   Qesrika Gelî: Ev seyrangeh ji heyamê kevin ve, havîngeha mîrekên Botan bû.  Û wiha maye havêngeh ta bi heyamê mîr Bedirxan. Wek ku diyare mîrekên Botan her sal, li gor irf û adetan di demsalên payîz, zivistan û biharan de, çax û demên xwe li bajarê Cizîrê, di Burca Belek dederbas dikirin û wiha  hukumdariya Botan dikirin. Belê di demsala havînê de, ji ber germa zêde, bi malbatî, xwe li cihê hênik digirtin û diçûn Qesrika Gelî û ji Qesrika Gelî hukumdariya xwe li Botan û derdorê dimesandin. Ta ku her sê mehên havînê dibuhirîn, dibû payîz û dinya hênik dibû, hingê careke din, li bajarê Cizîrê û Burca Belek vedigeriyan û hukumdariya xwe berdewam dikin. Ango Qesrika Gelî, ji mîrekên Botan re seyrangeh û paytexta wan a havînî bû.
  Gelek Çîrok û serpêhatiyên mîrekên Botan di Qesrika Gelî de çêbûne, gelek Kerwan, di geliyê wê de hatine selandin, gelek ser û kustin di boxaza wê de qewimî ye.. Qesrika Gelî, gundekî zozanî ye, li ser rêka Dêrgul û Sernexê ye. Di nav du çiyayên asê de bi cih dibe. Bi kaniyên ava sar xemilandiye, ew kanî dibin çemek bi navê  Bakirtal û di nav gelî re diherike…. Kavlê pirek kevnar, ji temtêla pira Bafit nîv wêran, lê xuya dike… Kes nikare ji zozanan here germiyanan û ji germiyanan here zozanan bêyî ku di geliyê Qesrikê re derbas bibe.. Di sala 1902 an de Mustefa Pasa yê Koçer, serokê Esîra Koçerên Mîran di boxaza Qesrika Gelî de hat kustin. Erê Qesrika Gelî paytexta mîrekên Botan a duwemîn bû.
 
   Li gor ku min seh kiriye gelek seyrangeh û gulgest li dor bajarê Cizîrê hene, hin ji wan di tixûbên Cizîrê de ne û hin ketine nav tixûbên dewleta sûriyê de wek: Eyndîwerê, Pira Bafit, Kaniya Xeyda û Nêrgiziyek ku ketine nav sînorê sûriyê de, lê yên mayî ji wan seyrangehên ku Cizîriyan xwe li wan digirtin evin: Rezê Mîra, Caferê Sadiq, Cotikê Tûyan, Sikeftan, Mîr Hesen, Eyntirbê, Keylûsk, Emerî, Lawikê Xerîb, Kaniya Emo, Serê Sinsalê, Newala Tilik, Çemê Kursî, Çemê Cihûyan, Sitya Heyat, Mam Elo, Kaniya Evdilcelîl, Mîr Evdal, Banê Cirf, Sikefta Dilop, Delavê Qitkan, Borê mirîskan.. Hêjaye gotinê, ku ji kevin de û ta roja îro, her çarsem jinên Cizîriyan derdikevin seyrangehê û bi taybetî diçin Westanî, li ser peravê Setê Dicle -ku îro bûye parka Saredariya bajarê Cizîrê- xwarina xwe bi xwe re bibin û roja xwe di bin wan darên çinar û  maziyan de dernas dikin. Bi tenê jin, keç û zarok diçin, çênabe ku zilam di nav wan de hebin.. Dibêjin di wek vê rojê de jin bûkan ji zarokên xwe re dibijêrin.. Hem jî ji mêj ve xelkên Cizîrê – bi hatina Çarsema Res re ku dikeve meha nîsanê de- derdikevin gest û seyranan, derî bajêr, ji sibehê ta bi evarî dimînin.. Di be ku ev teqlîd ji pêsiyên kurdan yê ku berê Êzîdî bûn hatibe girtin, ji ber ku roja çarsemê rojeke pîroz e li cem kurdên resen Êzîdiyan…

F
E
E
D

B
A
C
K