Bê goman, her civak, her gel û netew, divê xwedî mafên bingehîn be. Li Ewropa divê civaka Turk jî xwedî mafên xwe yên bingehîn be. Bikaranîna zimanê dayikê di xwendegehan de di nava çarçewa prensîbên demokratîk de xwesteka me tevan e. Bi têrbûnî û li her cî dibe ku kêmasî hene, lê eger ez ne shash bim, li pirraniya welatên Yekîtiya Ewropa, her civak li gor zagona perwerdê bi sînor be jî xwedî wî mafî ye. Civaka Turk jî ji wî mafî di temamiya Y.E. îstîfade dike! Li pirraniya bajarên ku Turk lê dijîn, kolêjên Turkan hene. Wezaretên perwerdê jî mesrefên wan kolêjan têra xwe bi cî tîne. Û dîsa serokwezîrê Turk gazinan dike!

Ew çawa ojdan e ku ew serokwezîr ji bo civaka Turk li Elmanya, û li welatên din, daxwaza wî mafî dike û li nava sînorê dewleta xwe, eynî mafî ji milyonan Kurd re guneh dibîne? Ew çawa dewlet e ku ji gele Turk re jiyanê di nava gul û gulistanê de dixwaze lê ji bo gele bi sedsalan li kêlekê dijî bombe, êshkence, zîndan, kushtin, sirgûn, talan û shêlandinê rewa dibîne? Ew çawa ojdan e ku ji wî gele cîran re mafê jiyaneke bi rûmet pirr dibîne?
Kin û kurt, serokwezîrê Turkiyê, bi temamiya dewleta xwe ve, nîjadparêziyeke tûj dike.

Gotinên serokwezîrê Turk di dema ku “xebatek ji bo guherandina makezagonê” dibe û bi israr behsa hebûna Kurd û Kurdî nabe, balkêsh e. Heta niha jî bikaranîna gotinên Kurd, Kurdî, Kurdistan di nava zagonê de, perwerdê, ragihandina fermî de tabû ye, guneh e, sûc e!

Em dîsa vegerin welatên Ewropa. Li Beljîka, bi dehan xwendegehên Turkan hene. Li Swêd, Elmanya, Hollanda û çendîn welatên din civaka Turk xwedî xwendegehan in. Û serokwezîrê Turk, tev dewleta xwe, hê jî zêdetir dixwaze.
Balkêsh e ku eynî zîhniyet li Turkiyê û li her welatekî din li cîhanê, dijî her xebateke bi zimanê Kurdî der tê. Eger li welêt yan li derva, bêhna Kurdî jê hat, dewleta Turk ji xwe re tehdît dibîne. Ziman e, alfabe ye, nivîs e, cil e, govend e, sitran e, kultûr e, heta bi rengên trafîkê ne… hemû ji bo dewleta Turk tehlûke ne!

Divê Kurd ji bîr nekin ku, di destpêka avakirina Sovyetê de dewleta Turk her tisht kir ku civaka Kurdan li welatên Kafkasê zimanê xwe bi kar neyênin. Ji sedema zagona Yekîtiya Sovyetê ya wê demê ev bi destê wan ve nehat. Lê serketin ku Kurd nikaribin bi alfabeya latînî zimanê xwe di jiyanê de bikar bînin. Mecbûr bûn alfabeya Kîrîlî bi kar binîn.
 Dema Iraq ji nuh ve xwe li hev dida hev û di nava we dewlê de mafên bikaranîna zimanê Kurdî ji bo Kurdan kete nava zagonê, dewleta Turk dîsa kete nava lîstikên qirêj. Xwestin ku Kurdan ji wî mafî bêpar bimînin. Ew mimkin nebû. Lê ya ku mimkin bû, Kurd hatin mecbûrkirin ku di jiyana xwe de alfabeya Erebî bi kar bînin! Û bi shertê ku ne Behdînî, lê Soranî be!
Di salên 80 de kovara Mizgîn li Elmanya dihate weshandin. Ji serî heta binî li ser saxiyê lê Kurdî bû. Dewleta Turk her tisht kir ku bi destê dewleta Elman vê kovarê bide girtin. Di wira de jî bi ser ket.
Li Beljîka kovara Têkosher dihate weshandin. Ew li ser hemû mijaran dinivîsî û bi Kurdî bû. Rayedarên dewleta Turk bi salan hewl dan ku bi destên wezaretên Beljîka vê kovarê û saziyên Kurdan li Beljîka bidin girtin. Ev ji dewleta Turk nehat. Kovara Têkosher bi salan weshana xwe domand. Ji pêdiviyê wê kovarê ciyê xwe da hin weshanên din.

Li her meheleyek bajarên Ewropa ku Turk lê dijîn derfetên zarokên wan ji bo dezgehên bi zimanê Turkî hene. Lê dema ji bo zarokên Kurdan hêlînek jî were avakirin li zora dewleta Turk diçe. Pirr balkêsh e, ne bes dewleta wan, lê civaka Turk jî dijminahiya wan tishtan dikin.

Ez di tishtekî de shahsh dimînim. Ew jî ew e ku dewleta Turk heta niha tê negihishtiye, heta ev serhishkî û dijminahî li hember Kurd û Kurdistan hebe, ne dewleta Turk û ne jî gelê Turk ewê bikevin nava aramiyê. Heta wê dijminahiya li hember Kurdan ji nava mêjî û xwîna xwe paqij nekin ne hêsabûnê û ne jî xweshiyê dibînin.
Û heta vê tewra xwe li hember Kurdan neguherin ewê ji devê deriyê Ewropa nekevin hindurû. Ewê her tim li devê derî, mîna sêwiyan bimînin.
Kurd jî bi qerar û bîr bawerî ne. Heta jiyaneke bi rûmet ava nekin têkoshîna xwe didomînin. Serokwezîrê Turkiyê Erdogan, dewleta Turk û cîhan jî êdî vê bash dizane.
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1339&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K