Bapîrê wî  Sakoyê Mêlo, berî fermanê mixtarê gundê xwe bû. Ew gundê bi navê Biebda, li navça Pasûrê, ji herêma Farqînê. Di fermanê de bapîrê Aram, Sakoyê Mêlo tê kuştin, bavê wî Dîkranê Sakoyê Mêlo, xwe di nav kurdan de vedişêre, kurd wî diparêzin û wiha jiyana xwe li Farqînê û Diyarbekirê derbas dike ta ku di destpêka salên sîhî de li Qamişlo cîwar dibe.. Û di sala 1966 an de ji Qamişlo diçe Ermenistanê, li gundê Apovyancîwar dibin.. Li Ermenisanê, Aram çend salan di radyoya beşê Kurdî de wek karmend kar dike..

   Dîkranê Sakoyê Mêlo, li Diyarbekirê dizewice û keça wî a meszin Baytzar li wir çêdibe( Temenê wê di ser 80 salî re ye, hêj saxe, mala wê li Brukselê ye û kurê wê Ewadîs hunermendekê zîrek e..). Zarokên wî yên din tev li Qamişlo çêdibin; Aram di sala 1934 an de, Kîvork di sala 1937 an de(Berî çend salan li Belcîka koça dawî kiriye), Serkîs di sala 1940 î de(Hêj saxe, li bajarê Qamişlo dimîne, dema ku malbata Dîkranê Sakoyê Mêlo di sala 1966 an de çû Ermenistanê, bi tenê kurê wî Serkîs li Qamişlo ma..Hingî bavê wî bêriya wî dikir, ev gotin ji Aram re nivîsîn û Aram kir stran: Çima nayê ez wî bibînim… Rêka min dûre, çavê min wî nabînî..), Hayîk di sala 1943 an de(Niha li Holenda dimîne), Zavînar keça wî a herî biçûke, ew jî li Qamişlo çêbûye û niha li Belcîka ye.

   Dîkranê Sakoyê Mêlo (Bavê Aram) û seydayê Cegerxwîn dostên hev yên nêzik bûn. Gelek caran Cegerxwîn xwe di mala wan de vedişart… Aram ji biçûkaniya xwe ve hez lêdana amûrên muzîkê wek tembûr û cimbişê dikir. Ango di 15 saliya xwe de wek tembûrvanekî ermenî ku bi kurdî, ermenî û siryanî distrê û di nav xelkên Qamişlo de dihat naskirin.. Di rêka bavê wî re, dostaniya wî bi seydayê Cegerxwîn re çêbû û helbestên wî kirin stran… Hêjayî gotinê ye ku, gelek gotinên stranên Aram yên bavê wî bixwe ne. Wî di hunermendiya xwe a dor 50 salî de, bi kurdî, ermenî, erebî, siryanî, yûnanî û tirkî stran gotine. Belê zêdetir bi kurdî stra ye û wek hunermendekî kurd hatiye nas kirin. Aramê Dîkran; di salên xwe yên dawî de, jiyana xwe li Atînayê, paytextê Yûnanistanê derbas dikir.. Ta ku di roja 06/08/2009 an de, ji ber xwîndawerivîbûna ser mejiyê wî ket nexweşiyekê ji nexweşxaneyên Atînayê de û di sibeha 08/08/2009 de, jiyana xwe ji dest da.. Belê sed mixabin rayedarên Tirkiyeyê destûr nedan ku li Amedê bê veşartin wek ku wî dixwest… Li ser vê yekê malbata wî biryar dan ku termê wî li Brukselê veşêrin. Û wiha wê di roja duşemê de 17/08/2009 an, piştî merasimeke layiq pê, wê wî di goristana  Jette  de a li taxa “Boulevard de Smet de Naeyer” veşêrin. Hêjaye gotinê ku  Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji bo beşdarbûna termê Aramê Dîkran û xwesteka wî, çûye Brukselê û hin axa Amedê bi xwe re biriye ku  li ser gora wî bireşîne…

Sê zarokên wî hene, du keç bi navê; Eyçîmîk û Sîvan û kurek bi navê Agob. Ta roja îro birayê wî Serkîsê Dîkran (Bi navê Bavê Dîko tê nas kirin) û zarokên xwe li Qamişlo dimînin. Bav û diya wî di salên heftêyan de li Ermenistanê koça dawî kirine. Yezdanê gewre tevan bi dilovaniya xwe şad bike. Bela serê gelê Ermen û Kurd sax be.

  • Min ev nivîs bi alîkariya Serkîsê Dîkran, birayê Aramê Dîkran yê ku li Qamişlo maye berhev kiriye.
  • Qamişlo 16/08/2009
X
F
E
E
D

B
A
C
K