Bruksel (07-04-2010) – Abdullah Demirbaş, şaredarê SÛR’ê ji dawiya Kanûn a 2009 ve li Amed’ê girtî ye. Ew nexweş e û nexweşiya wî jî giran e (Veneuze Tromboza Kûr – DVT). Divê her tim ew di bin kontrola doktor de be.
Piştî girtin û zîndankirina wî nexweşiya wî hê zêdetir û giran bûye. Bi awayekî lez ji girtîgehê rakirin nexweşxaneya Amed’ê. Lê mixabin rayedarên dewletê dixwazin wî bi vê nexweşiyê vegerînin zîndanê.
Enstituya Kurdî ya Bruksel’ê tenê çareyê di azadbûna wî de dibîne ku ew bi serbestî bikeve bin kontrola doktorên xwe. Zîndankirina wî ne rast bû, ne rast e û divê ew zûtirîn  azad bibe.
Banga me ji raya giştî re ew e ku her kes ji aliyê xwe ve ji Recep Tayip Erdogan, serokwezîrê Turkiye’yê re nameyekê binivisîne û daxwaza azadiya Abdullah Demrbaş bike.
Bê guman, ev daxwaz divê ji hemû girtiyên Kurd re were kirin, lê ji ber teybetmendî û giraniya nexweşiya Abdulla Demirbaş, rewşa wî cihê sereke digire. Her kes dizane ku qet yek kes mayîna di zîndanên dewleta tirk de heq nake. Bi serê xwe ev hovîti ye, zor e, nayê qebûlkirin.

Di 2004’an de Abdullah Demirbaş (° 1966, Amed) bi pirraniya dengan ji ser lîsteya DTP’ê, ku berî çend mehan hate qedexekirin, weke şaredarê SÛR’ê hate hilbijartin.  Di 6’ê Cotmeh a 2006’an de Meclîsa SÛR’ê biryar da ku ji îro bi şûn de wê xizmeta her kesî bi zimanê dayika wî were kirin. Bi vê biryarê xizmeta şaredariyê dibe pirrzimanî.
Ev biryar li ser esasê pêdiviya civaka Sûrê hatibû girtin. SÛR di jiyana rojê de ji  %24 Turkî,  ji %72 Kurdî, %1 Erebî, %3 Ermenî û Suryanî diaxive.  Ji bo wê yekê jî ew biryara a demokratîk, mirovane û bi dilê xelkê bû!

A. Demirbaş di herêma Kurdistan’ê de bi hesasiyeta xwe ya ji bo perwerde û jiyana kultûrî bi zimanê dayikê hatiye naskirin. Di dema şaredariya xwe de jî wî gelek xebatên hêja ji bo parastin û pêşdaxistina eserên dîrokî, kultûrî û zimanê Kurdî û gelen din meşand. Mînak, bi navê ‘Serê şevê çîrokek” 12 heb pirtûk, di her pirtûkê de bi qasî rojên mehê çîrok, weşandin. Ji bo vê projeyê Wezareta Kultûrê ya Flaman jî jê re alîkarî kir. Û bi zimanên cuda, Ingilîzî, Fransizî, Kurdî, Ermenî, Suryanî û Turkî Rêbazên SÛR’ê dane weşandin.
Ji bo vê xebata xwe ya merovane, di sala 2007’an de dewletê ew ji kar avêt. Sedem jî bikaranîna zimanê Kurdî di dema wezîfê de bû.

Di 2007’an de Abdullah Demirbaş hate Beljîka’yê û çend şaredar û parlementeran jî  dît. Derd û kulên xwe ji wan re anî ziman. Wan şaredar û parlementeran zehmetî dikişand ku bawerî li tiştên dibihîstin bikin! Wî wezîrê kultûrê yê Flaman Bert Anciaux jî ziyaret kir. Spasiya xwe ji bo alîkariya wî dikir got. Salekê pişt re, di 2 Cotmeh  a 2008’an de, ew beşdarî  Konferansa li ser mijara ‘Endametiya Turkiye’yê ji bo Yekîtiya Ewrûpa’yê  bû. Beşek ji parlementerên Beljîkî biryar girtin ku Xelata Rûmetê ji bo xizmeta wî bidinê. Bart  Staes, parlementerê Ewrûpî,  ev xelat di konferansê de dayê. Xelat ji aliyê Bart Staes, Endamê PE, Frieda Brepoels, endamê PE, Elke Tindemans, senator, Geert Lambert, senator, Dirk Van der Maelen, Parlemeterê Federal, Anne Van Lancker, Endamê PE hatibû îmzekirin.
Abdullah Demirbaş, her xebata dikir ji bo jiyaneke bi hevra, rengîn, di nava aştiyê de û demokratîk dikir. Rengîniya li nava welêt bi gelen xwe, zimanên cuda, çandên  rengareng û olên azad xewnên wî bûn.
Di 29’ê Adar a 2009’an de ji bo cara duyem ew weke şaredar hate hilbijartin. Û dîsa mehkeme li dû mehkemê dest pê kirin. Dîsa bikaranîna zimanê Kurdî jê re bû kelem. Di dawiya meha Kanûn a 2009’an de, tevî sedan hevalên xwe, endam û rayedarên  DTP’ê hatin girtin û dewletê wan avêt zîndana Diyarbekir’ê.

Nexweşiya wî  di vê navberê de lê xurt bû. Ji ber ku ew nexweşî divê her tim di bin kontrola doktor de be. Zîndanên dewleta Tirk jî di jiyana Kurdan de naskirî ne. Meriv sax diçe seqet  derdikeve.

Ev hefteyek e Abdullah Demirbaş li nexweşxaneyê, di bin kontrola doktoran de ye. Lê mixabin, ne bes doktor, polîs û leşkerên Tirk jî her tim li ser serê wî di nobetê de ne. Û di demeke nêzîk de dixwazin dîsa wî bibin nava zîndanê. Vegera wî ji bo zîndanê jî ji bo jiyana wî  xeterek e gelekî mezin e.

Enstituya Kurdî ya Bruksel’ê, ji ber sedemên li jorîn, kampanyayekê bi navê ”Azadî ji bo Abdullah Demirbaş” dide destpêkirin. Daxwaza me ji hemû şaredar, parlementer û merivên demokrat ev e: Dengê xwe bilind bike û tu jî beşdariya xebata azadiya Abdullah Demirbaş bibe.
Abdullah Demirbaş ji bo Tirkiyeke demokratîk, aştîxwaz, azad û rengîn xebat kiriye.

Daxwaza me ji Wezîrê Karên Derve yê Beljîka’yê, dhr. Steven Vanackere,   pirskirina rewşa Abdullah Demirbaş e û xebata ji bo azadkirina  wî ye.

Ji bo kesên din jî ku dixwazin beşdariya vê kampanyayê bibin:
Di pey vê nivîsê de mînakek name ji bo Recep Teyip Erdogan heye. Hûn dikarin vê namê bikar bînin.

Di demeke nêzîk de em ê ji bo delegasyonekê bixebitin ku ew here Abdullah Demirbaş bibîne.
Kesên dixazin bi awayekî xurt beşdariya  vê kampanyayê bikin dikarin bi rêya van telefonan bigehêjin me: Tel: +32 (0)2/230 89 30 an jî bi Maila : [email protected] .

 

……..
Mr Recep Tayyıp Erdoğan,
Office of the Prime Minister
Başbakanlık,
06573 Ankara/Turkey
…………………………..2010

Dear Prime Minister Tayyip Erdogan,
I am writing to express my concern about the bad health condition of Mayor Abdullah Demirbas of the Sur Municipality who is imprisoned in Diyarbakir.

On 24 December 2009 Abdullah Demirbas was detained as part of a widespread crackdown against members of the former DTP party. On 30 December he issued an open letter from prison pleading for medical treatment and drawing attention to the political nature of his arrest.

At December 2009, The Turkish court has charged 23 Kurdish officials, including eight mayors. This was the third operation during 2009. More than 100 people have already been charged in the investigation led by the chief prosecutor’s office in Diyarbakir. And Abdullah Demirbaş also was one of them.

Demirbas has been seriously ill for a long time. He is suffering from a dangerous disease which is called Deep Vein Thrombosis (DVT). His illness has progressed during his imprisonment and two weeks ago he has been brought to Dicle University Medical Faculty Hospital because his condition became worse.
Turkey would still keep him in prison, despite his illness. Demirbas should urgently be released from prison and the indictment against him should be closed.

The situation of Mayor Demirbas proves the neglect of the principles such as democratization as well as respect for human and cultural rights that are promoted not only by the European Union but also officially approved by the Turkish government through the European documents such as the Charter of Local Self Government.
The Turkish Constitution should specifically guarantee the right of all citizens to take part in public life, including voting, being elected, participating in public office, and freedom of association and expression. All restrictions on using languages other than Turkish in political affairs should be abolished and no politician should be investigated, prosecuted or otherwise harassed for peacefully advocating any Kurdish issue or for using the Kurdish language. The Turkish government should also develop an institutional dialogue with the Kurdish people.

I appeal to you on humanitarian grounds, and in furtherance of the principle of freedom of expression enshrined in the Universal Declaration of Human Rights, to drop this case against Demirbas and to release him immediately.

Yours sincerely,
………………………………………………

F
E
E
D

B
A
C
K