Li ser pirsê daxuyaniya Serokê Komîteya Karger ya navenda CHAK ê Goran Helebceyî wisa ye:
”Kampanya me, di rêvebiriya CHAK-Rojhilat de îro dest pê kir. Divê zextên dewleta Îranê li ser Kurda rabe. Hejmarek kesên Kurd, di hucreyên mirinê de li benda îdamê ne û Şêrko Marefî roja 1 gulanê tê îdamkirin. Pêwîst e îdamkirina siyasetvanên Kurda bê rawestandin û bi kurda re prosesa aştiyê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bê destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de, ji bo kordîneya nav komelên me li 11 welatê Ewropayê, Kurdistanê û têkiliya bi dezgehên netewî û navnetewî re, diyarkirina şêweyê çalakiyan, raçavkirin û encamgirtinê, ji Komîta Karger ya navenda me, Cigirê Serok, rojnamevan Gabar Çiyan û rêvebirê CHAK Rojhilat Arêz Darapur hatine wezîfedarkirin.
Ji bo nameyekî brûskî ji Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropayê û dezgehên mafê mirovan re bê şandin, kampanya me ya îmzeyan dest pê kiriye. Hêviya me ji tevayê dezgehên netewî û navnetewî û şexsiyetan ew e ku, beşdarî kampanya me bibin. Taveyê çalakiyên me dikare bi rêya malpera me, www.kurdocidewatch.net bê taqîpkirin. Îmzeyên xwe ji [email protected] re bişînin.
CHAK-dokumentation Center & EuroKurd News

F
E
E
D

B
A
C
K