Erdê Dêra Mor Gabrîel di bin xetera talankirinê de ye. Li ser pirsê demek e nûçe belav dibin. Di organa Federasyona Asuriyan li Swêdê "Hujådå" de di bin navê "Dest nedin Mor Gabriel", Meclîsa Asitî ya Izmîrê dest bi kampanyek mezin kir.

Di beyanê de tê gotin ku, li Turabdîna ku 5000 hezar sal in welatê Suryaniyan e, ew jî mîna Êzidiyan di bin xetera tunekirinê de ne û planên li ser tunekirina wan tên pêkanîn îro jî berdewam e.

Li heman xakê em naxwazin Hesenkêyf di bin avê de bimîne. Her xelkek rengek e. Hetanî azadiya yekî ji wan dest nekeve, yê din jî azad nabe. Lewma em jî li bersivekê digerin: Gelo em dikarin çi bikin?

Nuha jî, çend muxtarên li gundên dora Dêra Mor Gabrîelê bi pistgiriya parêzgerên gundan (koy korucusu) dixwazin dest deynin ser erdê dora dêrê. Ji bo talankirina erdê dêrê hetanî nuha 6 dawe hatine destpêkirin. Rêvebirên Dêrê di dadgehan de serê vê neheqiyê dikin.

Mor Gabrîel nîsana besek ji dîroka Suryaniyan li herêmê ye. Çend sed sal in sahidê biratiya gelên wir e, Dêra Mor Gabrîel. Bi salan e li ser xaka Mezopotamyayê xwîn dirije, ês û zilm besek ji jiyana rojane ye. Pêwîst e çîçekên asitiyê bêne çandin û asitî were herêmê. Gelê Suryanî ne dagirker e. Dixwaze li ser xaka bav û kalên xwe bê tirs, mina mirovan jiyana xwe bidomînin. Baweriya wan çi dibe bila bibe, pêwîst e Suryanî, jiyana xwe, li ser xaka xwe bidomînin. 

Zarathustra News [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K