Navenda dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK ê silavên xwe yên herî ji dil pêşkêşî cenabê we dike.

Rewşa siheta şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş her ku diçe xiraptir dibe û nexweşiya wî lê girantir dibe. Li ser pirsê rapora me ya dawî dikare di malpera http://kurdocidewatch.net/index.php?do=doc de bê xwendin.

Bi vê nameya xwe, ji we hêvî û daxwaz heye ku hûn weke dezgeh piştgiriya Demirbaş bikin.

Nameyek bi ingilîzî amade bûye. Hêvî ew e ku hûn li ser navê dezgeha xwe, nameyê ji rêvebirên Turkiyê re bişînin. Her wisa Kurdocide Watch-CHAK ê li ser çalakiya xwe agehdar bikin.

Di malpera Kurdocide Watch-CHAK ê de, li ser esasê nameya ingilîzî ji bo dezgehên netewî, navnetewî û rêvebirên wan kampanya îmzeyan jî hatiye destpêkirin. Ji kerema xwe re, jibo beşdarbûna kampanyayê, bibin alîkar. Navûpaşnavên kesên berpirsiyar û dezgeha beşdarê kampanya îmzeyan dibe, ji Kurdocide Watch-CHAK êre bişînin.

Gelek spas û bi silavên ji dil. 09 Îlon 2011

Kurdocide Watch-CHAK

Goran HALABCEYΠ  Gabar ÇIYAN
Serokê Giştî           Cîgirê Serokê Giştî

————

Birêz:

Abdullah Gul, Serokomarê Turkiyê, [email protected]
Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Turkiyê, [email protected]
Sadullah Ergin, Wezîrê Edaletê yê Turkiyê, Ministery [email protected]

Mijar: Qedexeya li ser Abdullah Demirbaş heye divê bê rakirin

Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş ji ber xebatên xwe yên li ser pirçandî û pirzimaniyê li bajarê Amedê, di 24/12-2009 an de hate girtin. Jê re cezeyên giran hatin birîn.

Rewşa xirab li hepsê, nexweşiya Demirbaş lê giran kir û ew rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Piştî nexweşiya wî lê giran bû û zextên derveyî welêt zêdetir bûn, dadgehê ew di 14 gulana 2010 de berda, lê cezeyê qedexeya derketina derveyî welêt danî ser wî.

Nexweşiya Demirbaş, ”Ventromboza Giran” e. Divê tedawiya li derveyî welêt bê kirin. Bê tedawî rewşa nexweşiyê lê girantir dibe. Rapora Zanîngeha Istanbulê beşa Fakulteya bijijkî eşkere nîşan dide ku, divê Demirbaş li derveyî welêt di bin çavdêriya doktor û nexweşxaneyan de dermanê ”Pradaxa” bikar bihêne.

Demirbaş, ji bo tedawiya xwe li derveyî welêt pêk bihêne, berî niha ji komîsyona mafê mirovan ya meclîsa Turkiyê jî xwestibû ku cezeyê qedexeyê ji ser rakin. Lê heta niha bersiv nehatiye.

Em bi vê nameyê ji cenabê we daxwaz dikin ku, ji bo tedawiyê hûn qedexeya li ser Demirbaş rakin.

Navê dezgehê, kesên îmze dikin

F
E
E
D

B
A
C
K