Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, derheqê mijarên; rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk, astengiyên dewletê, gavên di qonaxa duyemîn de divê werin avêtin, konferansên çareseriya demomkratîk, êris û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

Karayilan da xuyakirin, ku ew ji nêzîkatiya hukûmetê ya li pêvajoyê bi fikarin û 2-3 heftene li ser rêveçûna pêvajoyê di nava xwe de nîqasên berfireh dikin. Karayilan got, “Herî dawî sandeya BDP’ê hat, nirxandinên xwe ragihandin. Derket holê ku Rêberê me jî heman fikar û gumanên me parve dike. Li beramberî hemû hewldanên Rêber Apo û pratîka tevgera me ya ji bo bicihanîna berpiryariyên xwe, dewlet û hukûmetê heta niha gaveke ku baweriyê bide me, ne avêtiye. Ev nêzîkatiya dewletê pirsgirêkeke mezin e.”

Karayilan bal kisand ser kar û barên dewletê yên pistî vekisîna gerîla kiriye û di vê mijarê de weha peyivî: “Bi vekisîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê re, diviyabû qereqol û lîwayên leskerî kêm bibûya, lê berovacî hatin zêdekirin. Em dibînin, mîna bêjin “firsend ev firsende” projeyên qereqolan pêk tînin. Dibe ku haya mirovên li rojavayê Tirkiyê jê tinebe, lê ez ji bo wan dibêjim; Îro gelek bajarên Kurdistanê yên mîna Sirnex û Colemergê, veguherîn qislayeke leskerî. Mînak; nifûsa Çelê 9 hezar e, lê hejmara leskerên li derdorê bicih bûne, 18 hezar e. Bi vekisîna gerîla re diviyabû hejmara leskeran kêm nebûya? Lê berovacî, qereqolên nû çê dikin. Gelo ev çiye? Em hêzên xwe vediksînin, lê ew cihê me vala kirine tije lesker dikin.”

“CIVAKA DEMOKRATÎK-SIVÎL, BI GIRTINA SIYASETMEDARAN NABE”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ragihand, ku nuqteyeke girîng a pêvajoyê afirandina civaka demokratîk a sivîl e û destnîsan kir, ku zêdekirin an dewamkirina cerdevanan, li dijî giyana civaka demokratîk û sivîl e. Karayilan da xuyakirin ku cerdevanî, li pêsiya pêsketina civakeke asayî de, asteng e û got, “Eger ser tê bi dawîkirin, pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û çareseriya astî û demokratîk di rojevê de ye, hingî divê ev pergala cerdevaniyê ji holê bê rakirin. Em dixwazin bizanibin nêrîna AKP’ê çiye? Wê pergala cerdevaniyê rake yan na? Divê vê eskere bike.”

“FIRÎNA BALAFIRÊN KESFÊ, AMADEKARIYA TEVGERA LESKEÎ YE”

Karayilan bal kisand ser zêdebûna firînên balafirên kesfê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîsan kir, ku di leskeriyê de çêkirina kesfê tê wateya amadekariyên çalakiyan. Karayilan got, “Kesif, amadekariya çalakiyê, amadekariya êrisa hewayî ye. Eger niyeteke wan a bi vî rengî nebas tinebe, hingî ev kesif ji bo çiye? Me berê jî gotibû, ev hewldan, pêvajoya vekisînê lawaz dikin. 

“DIVÊ SERT Û MERCÊN RÊBER APO TAVILÊ WERIN BASKIRIN”

Karayilan da xuyakirin, ku dewlet bi van pêkanînan re, ji bo pêvajoyê sabote bike çi ji dest tê dike û di heman demê de xwe ji ser re amade dike. Karayilan diyar kir, ku ev yek li gel wan rê li ber fikarên cidî vedike û civaka Kurd jî heman fikar û gumanan dijî.

Karayilan bal kisand ser girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo serketina pêvajoyê û diyar kir, ku tevî vê rastiyê jî tecrîda li ser Ocalan bi dijwarî dewam dike. 

Karayilan got, “Li ser navê aliyê Kurd, bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin. Ji ber vê yekê, divê Rêber Apo karibe bi derve re têkiliyê deyne û me re têkiliyê deyne û hin sande karibin biçin gel wî. Dibe ku pêwistiya wî bi sêwirmendan hebe. Ev pirsgirêk, pirgirêkek sed salan e. Eger bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê rakin. Divê karibe bi me re bi hêsanî têkiliyê deyne. Lê di vê mijarê de ti guhertinek çê nebûye. Tecrîd hînê dewam dike. 

“SIYASET BI DÎLGIRTINA SIYASETMEDARAN NABE”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ragirtina siyasetmedarên Kurd li girtîgehên Tirkiyê nirxand û got, “Eger çek bi dawî bûne û dibêjin “Wê têkosîna fikir were dayîn, siyasetê were kirin” hingî çima ewçend beseke mezin a siyasetmedarên Kurd dîl tên girtin. Yên siyasetê bimesînê di zindanê de tê ragirtin, gerîla jî xwe vedikisîne.  Hinê dixwazin çi bikin? Eger pêvajoyeke nû di rojevê de ye, pêvajoya çareseriya demokratîk destpê kiriye û çareseriya siyasî di rojevê de ye, divê siyaseta Kurd jî azad bibe.”

Karayilan da xuyakirin ku dadgehên Tirk, mîna di dozên komkujiya Roboskî û KCK’ê de tê dîtin, li dijî gelê Kurd weke dadgehên serê taybet ên bikaranîn û ev nêzîkatî bi kêrî çareseriyê nayê.

“DI QONAXA DUYEMÎN DE BAR DIKEVE SER MILÊ DEWLET Û HUKÛMETÊ”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ragihand, ku di pêvajoya çareseriyê de êdî qonaxa duyemîn destpê kiriye û destnîsan kir, ku qonaxa duyemîn jî ji kar û wezîfeyên dewlet û hukûmetê pêk tê. Karayilan ji bo qonaxa duyemîn got, “Divê beriya her tistî tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin, naxwe pêvajo namese. Pêwîste hukûmet nêrîna xwe ya li ser cerdevanî û qereqolan rave bike û di van mijaran de gavên pê bawer biavêje.”

Karayilan da xuyakirin ku du lingên vê pêvajoyê hene, yek ew e yê din jî dewlet û hukûmet e. Karayilan anî ziman ku pirsgirêk li ser lingekî çareser nabe û eger dewlet û hukûmeta Tirk dixwaze bi rastî vê pirsgirêka dîrokî çareser bike, divê ciddî tevbigere û gavan biavêje.

“KONFERANSA AMEDÊ SERKETÎ BÛ, DIVÊ DEWAM BIKE”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, pêkhatin û encamên Konferansa Astî û Demokrasiyê ya li Enqerê û Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê ya li Amedê, serketî nirxand û xwest, ji bo selametiya pêvajoya çareseriyê, herdu konferans berpirsyariyên xwe di demên pês de jî bicih bînin.

Karayilan Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê silav kir û destnîsan kir, ku ew encam û biryardariya di konferansê de derketiye holê erênî dibînin û tevlê dibin. Karayilan got, “Em weke tevger, li pist van biryarên konferansê ne û pistgiriyê didin. Lê ya girîng ew e, ku civata konferansê di dema pês de li xwedî van biryardariyên xwe derkevin, bicihanîna wan bisopînin û di çareseriya demokratîk de roleke girîng bigirin ser milê. Ev konferansa li Bakurê Kurdistanê pêk hat, dikare ji bo diyarkirina çarenûsa gel ê me, xwedî roleke mezin be. Pêkhatina konferansek bi vê astê, ji bo rastiya netewa demokratîk û çareseriya wê girîng e. Ji ber vê yekê, tevlêbûna nûnerên Asûrî, Suryanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen, îsa Êzidî û Elewî, ji bo rastiya netewa demokratîk gelekî girîng e. Bi dîtina min, di konferansê de rastiyek heye ku ji aliyê herkesî ve têrker nehatiye dîtin. Ew jî; gelê Kurd bi ked û berdêlên mezin hatiye vê qonaxê. Nêzî 20 hezar zarokên vî gelî sehîd ketine. Divê gelên Kurdistanê û tevahiya rêxistinên Kurdistanê, xwedî li van nirxên xwe derkevin.”

“KONFERANSA LI EWRÛPAYÊ JI BO PISTGIRIYA DERVE, GELEKÎ GIRÎNG E”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkek navnetewî ye, lewma Konferansa Astî û Demokrasiyê ya li Derveyî Welat, ku wê li Ewrûpayê bê lidarxistin, ji bo çareseriya pirsgirêkê xwedî girîngiyeke mezin e. Karayilan got, “Bi dîtina me, pêwîste di vê konferansê de daxwaz û projeyên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd werin kifskirin. Divê besdarên konferansê, bi tenê bi konferansê sînorkirî nemînin, hewldanên xwe her dewam bikin.”

“KONFERANSA LI HEWLÊRÊ, PLATFORMEK JI BO YEKITIYA NETEWÎ YE”

Karayilan ba kisand ser girîngiya yekitiya gelê Kurdistanê li her çar parçeyan û diyar kir ku pêknehatina vê yekitiyê kêmasiyeke ciddî ye. Karayilan weha peyivî: “Herkes yekitiyê ava dikin. Yekitiya Ewrûpa heye, Yekitiya Ereban heye, Yekitiya Efrîka heye. Bi kurtasî, civakên ne xwedî heman nirxane jî, li dora berjewendiyên hevpar dicivin û yekitiyê ava dikin. Lê belê weke gelekî xwedî heman nirxane em nikarin bên gel hev û yekitiyê çê bikin. Platforma Konferansa Netewî ya li Hewlêrê li hev kom bibe, dikare bersivê bide vê pêwistiyê. Armanca me ya niha ev e. Li vê platformê wê li ser pistgiriya netewî ya navbera Kurdan û çareseriya demokratîk û astiyane ya pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Ev rêxistinbûyîn, ne li dijî ti dewletan e. Platformeke demokratîk e ku wê çareseriya pirsgirêka Kurd lê were gotûbêjkirin. Heta niha ti astengî xuya nakin. Di hin qonaxan de gotûbêjên destpêkê yên konferansa netewî tên kirin. Eger ev gotûbêj bigihêjin encameke bas, wê di roj an jî hefteyên pês de komîteya amdekar weer avakirin. Hêvîdarim wê sala 2013’an bibe sala yekitiya Kurdan.”

“NAMEYEKE TAYBET A RÊBERÊ APO JI BO BERZANÎ NIVÎSANDIYE TINEYE”

 

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan der heqê hin nûçeyên televîzyon û malperên Înternetê yên digotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Basûrê Kurdistanê re nameyek taybet sandiye, nirxand û diyar kir, ku nûçeyên hatine dayîn ne rast in. Karayilan di vê mijarê de weha peyivî:

“Nameyeke taybet tineye. Lê Rêberê me bi rêya sandeya BDP’ê ji me re beriya niha nameyek sandibû û di nameyê de jî silav li Birêz Mesût Berzanî, Birêz Nêçirvan Berzanî, Birêz Nosîrvan Mûstafa û Birêz Mam Celal kiribû û ji wan re tenduristiyeke bas û serketin xwestibû. Min jî ji wan re peyamek nivîsand û silavê Rêberê me li wan kir. Yanî mesaja ji wan re çûye, li ser navê min çûye. Ev jî berî meh û nîvekê bû û ji aliyê min ve hat sandin.”

“KURD PÊSENGIYA SORESA LI SÛRIYÊ DIKIN”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê rewsa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û bibîr xist, ku di çarçoveya pêvajoya li Sûriyê de, gelê Kurd bi lez tevgeriyaye û pêvajoya soresa xwe dane destpê kirin. Karayilan diyar kir, ku pêvajoya soresgerî ya di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de li Kobanî destpê kir, pêl bi pêl li tevahiya Rojavayê Kurdistanê belav bûye, Kurdan dest bi avakirina rêveberiya xwe ya xweser kirine û li dijî êrisan, Yekîneyên xwe yên Parastina Gel gihandiye asteke girîng.

“LI ROJAVA, ÇEK TENÊ JI BO PARASTINÊ YE”

Karayilan da xuyakirin ku xeta siyaseta Kurd a li Rojavayê Kurdistanê, alîgiriya soresa li Sûriyê dike, lê di sûna têkosîna çekdarî de, stratejiyek li ser bingeha soresa bi rêbazên siyasî dipejirîne. Karayilan anî ziman, ku ji ber êrisên hêzên derve berxwedaneke xurt a çekdarî hhatiye destpêkirin û got, “Kurdan bi destpêkirina têkosîna çekdarî re, xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin û bê alî man. Ne pistgirî da rejîmê ne jî bi muxalefetê re mesiya. Çekên di destê xwe de jî, tenê ji bo parastina xwe bikar anîn. Ew ji xwe re têkosîna siyasî esas digirin û çekê ji bo parastina xwe ya rewa hildigirin. bi van polîtîkayên xwe re, xwe parastin û vuherîn hêzeke mezin.”

“DESTEKDAYÎNA XETA SÊYEMÎN, HELWESTEKE PÎVANÎ YE”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîsan kir, ku ew weke tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê weke helwesteke pîvanî pistgiriyê didin xeta sêyemîn a li Rojavayê Kurdistanê û anî ziman, ku ew heman helwestê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dimesînin û xeta li Rojavayê Kurdistanê tê mesandin, rast dibînin. 

Karayilan da xuyakrin, ku di dema dawî de bi pistgiriya dewleta Tirk, komên çekdar êrisî Heleb, Efrîn, Serê Kaniyê û hin bajarên din ên Kurdan kirin û destnîsan kir, ku gelê Kurd heta niha ev êrisên li hemberî xwe ji holê rakir. Karayilan got, “Berxwedana hêzên YPG’ê ya li Efrînê bi pistgiriya gel da mesandin, berxwedaneke dîrokî ye. Gelekî bi nirx e. Li wê derê, ji bo gelê Kurd têkosîna rûmet û nasnameyê tê mesandin. Divê ev berxwedana ji bo rûmetê, were xurtkirin. Li gel vê yekê, nifûsa Efrînê bi koçberiya ji Helebê re du qat zêde bûye. Tevî êrisan, tengaviyeke mirovane (birçîbûn) rû daye. Pêwîste her Kurdek li her devera lê dijî ji bo gelên Efrîn û derdora wê dest bi kampanya alîkariyê bidin.

“TEVLÊBÛNA DESTEYA BILIND LI KONFERANSA CENEVREYÊ, SERKETINA DÎPLOMASIYA KURDAN E”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan serdana Desteya Bilind a li Rûsyayê jîn rixand û destnîsan kir, ku encamên vê serdanê girîng bûn. Karayilan diyar kir, ku hêza yekane ya li Sûriyê xwedî polîtîkayeke zelal û rast, Kurd e û got, “Lewma mafê wan e ku besdarî platformên li qada navnetewî bibin. Agahî tên, ku nûnerê Kurdên Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind, wê tevî Konferana Cenevreyê bibe. Ev yek, serketineke girîng a têkosîna gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ye. Li ser gelê me ambargoyek, astengiyek navnetewî heye. Bi besdariya Desteya Bilind a li Konferansa Cenevreyê re, ev ambargo wê ji holê rabe. Bi dîtina min ev serketineke dîplomatîk e. Ji bo pêseroja Sûriyeke demokratîk, Kurd dikarin roleke çalak bileyzin.”

“EGER AKP LI GORÎ PEYAMA RÊBER APO TEVBIGERIYA, BÛYERÊN LI GEZÎ NEDIHAT SERΔ

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan berxwedana bi Parqa Gezî re destpê kir nirxand û destnîsan kir, ku eger hukûmeta AKP’ê li gorî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Newrozê hat eskerekirin tevbigeriya, wê bûyerên bi Gezî re destpê kir, nehatiba serê wan. Karayilan got, “Eger AKP’ê li hemberî protestoyên civakî yên li dijî zext û feraseta yekperestiyê, bi dijwariya polêsan, bi gaz, ço û ava sid nêzîk nebûya, bi helwesteke sivîl, demokratîk û çêker tevbigeriya, wê ewçend bûyer mezin nebûya.

Behdînan, 19.06.2013

http://ku.firatajans.com/news/cihan/karayilan-dewlet-pevajoye-tek-dibe.htm

F
E
E
D

B
A
C
K