Şoreş wek lehî û lesarek e. Çi derdikeve pêş, bi xwe re dibe û hinekan davêjê qeraxa xwe. Şoreş wek agirekî gûr e, ne tenê darên hişk, darên terr jî dişewîtîne. Şoreş bager û bahoz e, ne tenê tiştên sivik, her ûsa yên giran jî radike û davêje aliyekî. 

Li dinyayê qet şoreşek nîn e û pêknehatiye ku şaşiyên wê nebin, pîrûpak be. Ma li Rusyayê, li Çînê, li Nikaragua, li Efrîka Başûr an jî li Başûrê Kurdistanê her tişt li gor bername, plan û programan meşiyan; neheqî, kêmasî û şaşî çênebûn?

Li aliyê din de şoreş ne tenê bi darê zorê, bi şerên çekdarî li dijî rejîmek zordar û diktator pêk tên, her wiha bi şêweyên sivîl û serhildanên bêîtîatî jî digêhêjin armancên xwe. Wekî din jî, dem dibe hêzên ku li dijî hevdu şer dikin, dest ji şer berdidin, bi reyên aştiyane li çareseriyan digerin, dikevin nav dialog û mûzakereyan, didin û distînin, li kompromisan digerin.

Ma şoreşa Efrika Başûr piştî demek dûr û dirêj ya şerê çekdarî bi riyên aşitiyane, dialog û danûstandinan negîhişt armancên xwe? Ma Îrlandî tenê bi şerê çekdarî azadî bi dest xistin?

Ew hemû jî didin xûyakirin ku rêyên çareseriyên pirsgirekan gelek in. Dem dibe bi şerek çekdarî, dem dibe bi serhildanek sivîl û dem dibe bi reyên aştiyane û dialogan pirsgirêk çareser dibin. Diroka serhildan û şoreşan bi şêwe, rê û olaxan gelek dewlementir e. 

Şoreş, ne biryarên bi lêz, ne jî yên dereng qebûl dike. Serketina şoreşan di kêliyekî, di momentekî de tayîn dibe. Yên ku meyl û nebza demê nikarin bixwînin û bipîvin û ne amadene ku risk bigirin ser xwe, mehkumê wendakirînê ne.

Li Rojavayê Kurdistanê PYD meyl û nebza demî rast xwend û riskek mezin girt ser xwe. Di şerê navbera rejima Esad û ya oposizyonê ku bi giranî ji hêzên nijadperest û cihadistên misilman pêktê, bê layên ma. Got, ev şer ne ya me ye û ne jî bi qezenc û berjewendiya gelê me ye. Emê gel û welatê xwe li dijî hemû aliyên dagirker û êrişkar biparêzin. Û ûsa jî kirin. Ne bi hêzên rejîmê ve êrişî opozisyona cîhadist kirin, ne jî bi opozisyonê beşdarî şerê li dijî rejîma Baasê bûn. Kîngê ku ji aliyê opozisyonê cihad li hemberî rojavayê Kurdistan hat îlan kirin, dest bi parastina welat û gelê xwe kirin. Bi fedakariyek mezin erda xwe parastin. Gelek qûrbanî dan, bi sedan qîz û xortên Kurd bo parastina xak û gel canê xwe dan.

Ev berxwedana canfedayane bû miqnatîs, bû magnetek bo sedhezaran însanan. Doh dibe ku PYDyî ji sedî 25 bûn, piştî ev berxwedan û lehengiya bêmînak derketin ser marj û banda ji sedî 50an, an jî 75an. Yên ku ne amade bûn, risk bigrin ser xwe û li derva, li lobiyên otelan temaşeya parastina welat û gel kirin, binketin û wenda kirin. 

Niha hinek alî, PYD bi hevkariya rejima Esad ve tohmetbar dikin û dibên, şûn û warên ku Esad jê kişiyaye teslimê PYD kir. Baş e. Esad, welatê Kurdan teslimê Kurdan kir û niha ne Esad, lê belê Kurd desthilatdar in. Ev baş e, an jî xirab e?

Pekî, yên ku PYD tohmetbar dikin, çi dikin? Ma ew hewl nadin ku bikevin nav refên opozisyona nijadperest û cihadistên Surî ku her roj êrişê Kurdistanê dikin, mal û milkê Kurdan talan dikin, dest dawêjin namûsa wan? Çi karê wan di nav hêzên ku li Kurdistanê qetliaman pêktînin û hebûna Kurd û Kurdistanê înkar dikin de heye?

Ger PYD bi rejima Esad ve êrişî hêzên welatparêz bike, nehêlê ku ew kar û xebata xwe ya siyasî pêşbixin, ew rexne di cih de ne. Ger PYD nehêle ku raman û ditînên din di nav gel de belav bibe, ger PYD bûro û ofisên partîyên Kurd bigire û qedexe bike, ger PYD xebat û çalakiyên wan asteng bike, ger PYD li dijî Erebên misilman, elewî û xiristiyan, li dijî Ermenî û Asuriyan dijmintî bike, ew rexne di cih de ne. Yên din xesûdî û zikreşî ne.

Vê dawiyê hinek hêz hewldidin ku PYD beşdarî konferansa Cenevre (Genf) nebe û bi hemû qiweta xwe li koridor û mehzenên diplomasiyê de tevdigerin. Ma ew rewa ye? Baş e? Li cih de ye? Ew bi qezanca Kurd û Kurdistanê ye?

Îro an sibê, li Cenevre an jî li şûnek din, PYD wê di formula, di hewldanên çareserkirina pirsgirêka Suriyê de hebe, ber ku rastiyek e, ber ku hêzek sereke ye li ser xak û erda xwe. Qet tu formûlasyon nikare pêşiya vê rastiyê bigire.

Konferansên navdewletî giring û mihûm in. Lê her tişt jî nînin. Çend konferans li ser pirsgirêka Filîstîniyan çêbûn? Encam çi ne û rewşa îroyîn çi ye? 

Ya ku ez dizanim, di tekoşîna gelê Kurd de lawên du rêberên Kurd şehid ketin. Yek Seyid Riza ye, ya dudiyan jî Salih Muslim e. Gotina Seyid Riza li ber sêpiyê “ma evladê kerbelayme, gunao” qenter û terazî ye li beramberî şoreşa Rojava. Herkes li gor wijdan û însanetiya xwe!

([email protected])

F
E
E
D

B
A
C
K