Mînaka vê bextreşiya sedsala bîstûyekê û cîhana modern, rejîma Îranê ye. Mollayên rejîma Îranê, hîna weke wampîrên di sedsalên reş de, bi xwîna ciwanên Kurd xwe xwedî dikin. Baş tê zanîn ku rejîma Mollayên Îranê, mafên gelên Kurd û gelên Îranê teva bin pê dikin û siyaseta red û înkarê,  di rengê qirkirinan de dikine pratîkê. Rejîma Mollayên Iranê, li dijî gelê Kurd jî siyaseteke taybet, di rengê terorî û b kiryarên faşîzane didine meşandin. Mollayên Îranê, ku li cîhanê xwe wek parêzvanên mafên gelên bindest didine xuya kirin, li Rojhilatê Kudistanê bûne celladê gelê Kurd û kiryarên herî bê exlaq û derveyî insanî  dikine pratîkê. Armanca Mollayên Îîranê ewe ku, gelê Kurd teslîm bigirin û îradeya gelê Kurd tune bikin. Bi vê armancê ciwanên Kurd rehîn digirin, bi dadgehên şeklî û antî demokratîk dardedikin.

Mînaka vê jî, rewşa ciwanê Kurd Şêrko Mearofî ye. Şêrko Mearofî, wek ciwanên din yên Kurd bi hincetên pûç û vala hate binçavkirin û piştî dibin êşkenceyên giran re hate derbas kirin, di dadgeha qaşo Komara Îslamî de, bêyî ku mafê parastinê bidin, bêyî ku parêzerê wî di rûniştina dadgehê de amade be, di nava çend deqiqeyan de bi cezayê dardekirinê hate ceza kirin. Li gorî birayara dawî jî ciwanê Kurd  Şêrko Mearofî wê di 1ê Gûlanê de were dardekirin. Ev nayê qebûl kirin.
Hemberî dijberiya rêxistinên navnetewyeî, raya giştî ya cîhanê li hemberî dijberiya gelê Kurd teva,  Rejîma Mollayên Iranê, di dardekirina ciwanên Kurd de israr dike. Mollayên Iranê, dixwaizn ku bi vê siyasetê gelê Kurd teslîm bigirin û têkoşîna gelê Kurd ya azadî û jiyaneke bi rûmet têk bibin. Hemberî ku bi deh salan e, vê siyaseta kujerî û derveyî insanî didomînin jî, serketin bidestnexistin. Lê dîsa jî, di vê siyaseta bê exlaq û gunehkarî de israr dikin.
Biryara dardekirina ciwanê Kurd Şêrgo Mearofî nayê qebûl kirin û gunehkariya wampîrên Mollayên Îranê wê bersiva xwe bibîne. Pêwiste were zanîn ku gelê Kurd vê zordestiya faşîzan qebûl nake û dardekirinên di rengê qirkirina gelê Kurd de tucaran jîbîrnake.

Em weke KNKe bang li Mollayên Îranê dikin ku biryara dardekirina ciwanê Kurd Şêrko Mearfî bidin rawestandin û girtiyên wek rehîn û dibin tehdîda dardekirinan de têne girtin jî teva serbest berbidin. Pêwiste Mollayên Iranê, ku bi navê Îslamê haraket dikin zanibin ku,  ne ol, ne şeriat, ne huquq û ne insaniyet, van dardekirinan qebûl nake. Ev sucê mirovahiyê ye û gunehkairiya li hemberî Xweda, insaniyetê ye. Pêwiste raya giştî ya cîhanê, saziyên civakî û pêwendîdar yên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa jî di nav de, li hemberî vê gunehkariya mezin dengê xwe bilind bikin.
Em weke KNK bang li gelê Kurd, pirranî yên Ewropa jî dikin ku li dijî siyasestên dardekirina rejîma Mollayên Îranê,  li her cih û warî têkoşîna xwe bilind bikin û bersivên tund bidin û bidin xuya kirin ku xwîna Kurdan wê wan  û rejîma wan bifetisine.

Serokatîya KNK ê
29.04.2011


Kurdistan National Congress – KNK
Rue Jean Stas 41,
1060 Brussels

Tel:  +32. 2647 3084
Fax: +32. 2647 6849
website: www.kongrakurdistan.net
e-mail: [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K