Demek e Kurdistanî ji aliyekî di nava cosheke mezin de, di aliyê din de bi birîn û dilshikestî dijîn. Serketinên berxwedan û rizgarkirina Shingal,  Kobanê û herêmen din ciyê cosh û pîroziyê ye, li aliyê din shehîd û rewsha siyasî li qadên Kurdistaniyan û navneteweyî de beramberî hin kelem, sersarî û bêxemiyê ye.

Kobanê, serbilindiya Kurdistaniyan
Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, YPG-YPJ di çarçeweya berxwedan û parastina kantonên Rojava de dîrokeke nuh bi tîpên zêrîn nivîsandin. Bi taybetî di parastina Kobanê de destan afirandin. Vê berxwedana di hemberê hêzên çeteyên Îslamî de ku ji her çar aliyên cîhanê li wira kom dibûn û ji gelek dewletan, bi taybetî Turkiye, alîkarî distendin, bi çekên sed qat girantir û zêdetir êrîsh dikirin, ne bes nav û dengên xwe, lê navê temamiya tevgera azadiya Kurdistan hilda qadeke bilindtir. Berxwedana Kobanê ku bi alîkariya Turkiyê bi temamî hatibû dorbêçkirin qet deqîqeyek nekete nava panîk û tirsê. Di shertên herî giran de sherrekî bê hempa hate kirin.

Yekem car bû ku ne bes li Kurdistan û ji aliyên Kurdistaniyan lê li temamiya cîhanê, di pirraniya bajarên gelek dewletan de xwepêshandan ji bo Kobanê hatin amadekirin. Li Ewropa, Asya, Afrîka, Amerîka, Awustralya durushmeyên « Kobanê em bi te re ne, DAIŞ biqewite » bilind bûn.

Hêzên navneteweyî ku demeke dirêj bêdeng bûn mecbûr man bi awayayekî xuya destê alîkariyê dirêjî berxwedana Kurdan bikin. Yekîtiya Dewletên Amerîka (YDA) li derdorê Kobanê dest bi bombebarandina wargehên çeteyan kir û ev yek bû sedema qeremshikestina DAIŞê. Ji aliyê din YPG-YPJ hê xurttir û bi moralekî bilind dest bi qewitandin û shikênandinan van hêzên tarî kir.

Di vê serketina berxwedana qehreman de bê goman  xwedîderketina HPG-YJA-Star nayê înkarkirin. HPG-YJA-Star rola xwe ya neteweyî bi awayekî zelal dane xuyakirin. Wan nîshan kir ku ew hêzeke neteweyî ne û li ku be bila bibe ewê her pishtgiriya pêwîst bidin berxwedana Kurdistaniyan. Ev rastî bû sedema ku bi sedan xort-keçên Bakurî, Rojhilatî, Bashûrî tevlî vê berxwedana pîroz bibin. Vê yekê dîsa li gelek herêmên Kurdistan bû sedema ku were têgihishtin « eger Kobanê îro bikeve, sibe dora me ye. Em tev Kobanê ne ».

Û ji Bashûr biryara shandina 150 pêshmerge bo Kobanê tê danezanîn. Bê goman bi wan re jî kêm be jî çekên nîv giran hatin ji YPG-YPJ re. Mesele ne ew bû ku ewê 150 Pêshmerge beshdarî sher bibin û Kobanê bi rêya wan ji komên çeteyan were parastin. Na, mesaj ew bû ku berxwedana Kobanê bûyereke pîroz e û xwedîlêderketina ji aliyê Pêshmergeyên ji Herêma Kurdistan dikarê bibe sedema moralekî pirr bilind di nava civaka Kurdistaniyan de û ew bilindiya moral dibe gav bi gav, saet bi saet serketiyên berxwedanê û qewitandina çeteyên DAIŞê ji herêmên Rojava û herweha ji herêmên Kurdistan li Bashûr. Di heman demê de shikestina DAIŞê li Kurdistan shikestina siyasetên wan dewletên alîkarê DAIŞê ye.

DAIŞ berê xwe dide Musul û Shingalê
Pash berxwedana Kobanê û zelalbûna rewshê ku planên shikandina têk çûn, DAIŞê bi biryareke bi lez berê xwe da Musulê û çend roj êrîsh bire ser Shingalê. Musul û Shingal bê berxwedan ketin. Her dû jî bûne qurbanê siyaseteke berjewendiyên hizbî. Li Musulê hêzên Iraqî, ji 30 000 kes zêdetir, û biçekên giran tekûzkirî, Musul bê parastin hishtin û bajar ji komên çete re vala kirin. Çekên giran, pêwîstiyên din yên leshkerî, dirav li pey xwe hishtin û xelk bê parastin hishtin. Hêjayî gotinê ye ku tê gotin, “ciranan dest bi talana hev kiribû. Gelek kes ji malên xwe derdiketin û bi cosheke mezin xêrhatina komên çete dikir. Di nava kolanên Musulê de govend hatin girtin !!!“

Bank û buroyên dewletê, yên wîlayet û shîrketên cuda bê xwe bilebitînin alên teslîmiyetê hildane jor. Sîstêma dewletê dikeve destê DAIŞê. Şîroveyên cuda cuda hatin kirin. “Fermandarê Musulê filan kes bû, birayê filan kes bû, bi filan kes re civîna filan derê pêk anîye, Sunnî ye, muxalefeta Malîkî ye, …. “ Û ji 30 hezar kes zêdetir leshker bi uniformayên xwe, tev polîs û asayîshê bajarê mezin, bi hemû tishtên wê ve teslîmê DAIŞê dikin. Ne ji Bexda û ne jî Hewlêr bersiveke di ciyê xwe de didin. Bexda di lêgera çareseriya krîza siyasî de ye. Leshkerê Iraqê jî tert û bela ye. Ji aliyê din jî DAIŞ tirseke mezin xistiye dilê wan.
Hewlêr jî xwe kerr dike. Musul, ji aliyê îdarî ve di destê Bexdadê de ye, ji aliyê asayishê leshkerê Iraqê divê înîsiyatîfê bistîne.

Dewlêtên cîran jî li bûyeran ji dûr ve dinêrin. Hêzên navneteweyî jî ji xeynî hin shîroveyên gurover tishtekî din nakin.

Di destpêka îshgalê de, konsolosxaneya dewleta Turk di Musulê de bê shik û tirs karê xwe dewam dikin. Xema wan nîne ku DAIŞ Musul stendiye. Heta ku di rojekê de revandina wan belav dibe. Di roja 11.06.2014 de 49 kes ji konsolosxanê têne revandin. Ji wan 49 kesan 30 kes “hêzên taybetî“ ne. Vê rewshê li cem gelek kesan de pirseke bê bersiv hisht. Wan 30 kesên “taybet“ bi hejamereke weha bilind li wira çi dikir ? Di dawiya îlonê de, pash 101 roja, ew têne berdan. Dema ew derketin ber kamerayên rojnamevanan te digo ev ji pîknîkê hatine. Xuya bû ku DAIŞê li mêhvanê xwe bash xwedî derketiye. Ne berê “revandinê“, ne di wê navberê de û ne jî pash berdana kesên ji konsolosxaneya Turkiyê rayedaran ji Ankara neketine panîkê. Ew jî siyaseta Turkiyê dike ber shikan. Turkiye ne durust e.

Vê dawiyê, di daxuyaniyên rayedarên Turk û herêma Kurdistan de weha xuya dike ku peywendiyê rojane bi telefon û rêçikên din di qewimî pêk hatine. Weka ku emê pash re, di dema Shingalê de bibînin ev tisht tekrar nabe. Ne dewleta Turkiyê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistan ji bo pirsgirêke Musulê ti xebateke ciddî nakin. Dewleta Turkiyê gazina dûrbûna destê alîkariya YE û YDA dike, Herêma Kurdistan jî gazinên pirsgirêkê girêdayê kêmbûna çekan dike.

Û di destpêka tebaxê de propaganda êrîshên DAIŞê hember Shingalê tê belavkirin. Tirs li nava xelkê belav dibe. Tê gotin ku di êrîshê de 20 jeepên DAIŞê ber bi Shingalê hatine. Li wê derdorê jî di navbera 7 û 8 hezar Pêshmerge hene. Û her çi diqewime fermandarên Pêshmerge pash çend saetan dev ji parastina Shingalê û derdorê wê dikin û xelkê bê parastin dihêlin. Bi dehhezaran kes berê xwe dide çiyê. Xelkê ji bajêr û ji gundan dikeve ber tirsa canê xwe. Wey li wî xwe û malbatiyên xwe xelas bike. Bê xwarin, bê cil û bê amadekarî bi dehhezaran kes direve. DAIŞ jî bi 20 jeepekî li pey wan û dixwazin xelkê bigrin, malên wan talan bikin, yên kushtin û yên ji xwe re bi meqsedên xerab dîl girtin. Heta ku 10-15 shervanên HPG dikevin sîperan û rêya çeteyên DAIŞê li pey xelkê qut dikin.
Reva hezaran Pêshmerge û berxwedana 10-15 shervanên HPG di hember DAIŞê de gelek pirsan di serê meriv de peyda dike.

Dema shervanên YPG-YPJ dibihîzin ku li Shingal û derdorê bi sedhezaran kes di xetera kushtinê de ye û bajarê Shingalê ketiye û çiyayê Shingalê dorpêçkiriye çend yekîne berê xwe didin herêmê. Ji ser sînorê Rojava heta çiyayê Shingalê ev yekîne sher dikin, korîdorê vedikin, ciyê vekirî diparêzin û pêsh dikevin. Bi saya wê korîdorê dehhezaran kes azad dibe. Lê, biqasî 16-17 shervanên YPG-YPJ jî pash qehremaniyeke bê hempa shehîd dikevin.
Çima Pêshmerge xwe pash de dikshîne û çima xelkê bê parastin dihêle? Kî vî emrî dide ku Pêshmerge berxwe nede? Heta nuka jî ev pirsgirêk ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistan nehatiye zelalkirin.

Lê gelek shik û goman hene ku sedema vêxwe pashde kishandinê û bêdengmayina Hikûmeta Herêma Kurdistan di hember pêshketina DAIŞê de girêdayî hin civînên li Urdûnê bû. Dema DAIŞê ji Musulê berê xwe da Shingalê û ji wira jî berê xwe da Mexmûr û di heman demê de ber bi Hewlêr çû rewsh hate guhertin. Weha xuya bû ku hin hêzan berê DAIŞê dikarî bû bide ciyê ku ew dixwazin. Wan hêzan di deqîqeya dawî de Hewlêr jî mîna hedef dabû DAIŞê.

Wek tê zanîn DAIŞê heta 25 km nêzî Hewlêr bûbû. Li Mexmûrê dîsa Pêshmerge ciyê xwe dihêle û direve. Dîsa Shervanên HPG berxwedanê dikin. Pash çend demekê hêzeke Pêshmerge vedigere bi HPG/YJA Star re Mexmûr ji çeteyên DAIŞê rizgar dikin. Serlêdana serokê Herêmê Birêz Mesûd Barzanî bo shervanên Mexmûrê HPG/YJA Starê pash rizgaririna Maxmûrê bi wate bû. Ew cara pêshin bû ku HPG/YJA Star ji aliyê wî bi awayekî heshkere dihate pîrozkirin.

Di heman demê de li derdorê Kerkûkê, Celewle, û çend ciyên din erîshên DAIŞê hebûn û bê cudahî HPG-YJA-Star li Mexmûr, Kerkûk, Celewle û herêmên din yên Kurdistan, YPG-YPJ û hêza nuh ya YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) di parastin û berxwedanê de destan nivîsîn. Li temamiya Bashûr ev hêz di nava berxwedanê de bûn û ji ciyekî direvîne ciyê din ku DAIŞê ji welêt biqewitînin.

Bê goman ev berxwedana qehreman û parastina herêmên Shingal û Kobanê di hember çeteyên DAIŞê de pirsgirêka Kurdistanê bi awayekî fereh xiste nava rojeva medya û siyaseta cîhanî de. Li pirraniya dewletan, di nava wan dewletan de jî li gelek bajaran xwepêshandanên hevkariyê bi YPG-YPJ re û li dijî DAIŞê hatin kirin. Bi milyonan kes ji bo YPG-YPJ meshî. Di dîroka Kurdistan de tu carî dengê hevkarîyê ji bo têkoshîna Kurdistaniyan weha berfereh pêk nehatibû. Di vê demê de li çendîn welatan, Almanya di serî de, pirsa shashiya danîna PKK li ser lîsteya terorîzmê hate munaqeshekirin.

Kobanê, sembola gelek tishtên pîroz e
Kobanê, di hember hewqas êrîshên giran de, bi gelek zehmetî û birçîbûn û tîbûnê jî rê neda çeteyên DAIŞê. Bû sembola berxwedanê. Vê berxwedana qehremanane hestên xelkê yên neteweyî xurt kir. Vê berxwedana bê hempa Kurdistanî ji Rojhilat, ji Bashûr, ji Bakûr û ji Rojava nêzî hev kir. Ev berxwedan bû sedema ku bi milyonan kes berê xwe bidin Kurdistan û li vê pirsgirêkê xwedî derkevin. Berxwedana Kobanê, Leningrad (Sint Petersburg) û Wietnam anîn bîra cîhanê. Ya herî girîng, berxwedana Kobanê ji herkesî re zelal da xuyakirin ku gelê rêxistinkirî û hishyar nashike. Bila çiqas DAIŞ û hevalbendên wê xurtbin jî ewê nikaribin hêza Kurdistaniyan ya rêxistinkirî têk bibin. Shikestina DAIŞê bi alîkariya bombebarankirina wê ji aliyê YDA û hatina pêshmerge mînakeke zelal e.
Di heman demê de bû sedama gavên ber bi pêkanîna Kongreya (yan jî Konferansa) Neteweyî.

U dem ji bo Kurdistaniyan dest bi rola erênî dike
Pash serketinên li Kobanê, li Shingalê jî YBŞ-HPG-YJA-STAR ji aliyekî ve û ji aliyê din hêzên Pêshmerge di van rojan de dest bi rizgarkirina Shingalê kirine. Tê bihîstin ku hêzên Pêshmerge dem deman sher dirawestînin û berepash diçin. YBŞ-HPG-YJA-STAR, bê navber operasyonên hember DAIŞê didomînin. Her roja diçe jî herêm ji çeteyan tê paqijkirin. Her roja dibihure xeberên pîroz belav dibin.

Li aliyê din partiyên Kurdistanê di nava diyalogê de ne. Ji ber ku pêkanîna kongre yan jî Konferanseke Neteweyî girîngtirîn tisht j ibo Kurdistaniyan. Mixabin heta niha ti firaza ku hêviyên gel bibin rastî xuya nekiriye, lê ew hunda jî nebûne.

Kurdistanî êdî bash dizanin ku mînaka Shingalê girîng e. Shingal ji destan çû, ji ber ku berjewendiyên hizbî û îqtîdarê di ser yên neteweyî re hatin girtin. Qurbankirina berjewendiyên neteweyî ji bo yên hizbî û sheqsî Shingal da hundakirin, bi sedhezaran kes kire koçber, ji mal û milkê wan kir.
Lê di demeke krîtîk de xwe li hev dane hev, kêm be jî hevkariyeke leshkerî li hin dem û ciyan pêk hat û di mînakên Kobanê, Shingalê, Celewle, Kerkûk û hwd… de bû rastî.

Bi sedhezaran koçber li Kurdistan belav dibin

Encama êrîshên çeteyên DAIŞê û siyaseta dewleta Turkiyê bû sedema sedhezaran koçberî û talanê li Kurdistan. Tê gotin ku di roja îro de çend milyon koçberên Kurdistanî hene. Bi taybetî li  Bashûrê Kurdistan û li Bakurê Kurdistan de ne. Rewsha wan gelekî dijwar e û her roja diçe xerabtir dibe.

Li Bashûr pergala alîkariyê bash nameshe. Pirsgirêk li ser pirsgirêkê peyda dibe. Xelkê koçber ji rewshê qet û qet ne memnûn e. Baweriya wî xelkî jî bi rayedaran û bi taybetî jî ji Pêshmerge û asayîshê nayê.

Li Bakur jî dewleta Turk her awayê dijwariyan peyda dike ku koçber bi awayekî rêkûpêk bi cî bibin. Alîkariya ji nava Kurdistan û dervayê welêt jî diçe tushî hezar dijwarî dibe. Dewleta Turkiyê dest li ser her awayê alîkariyê dideyne û weha dike ku encex 10 % ji wê alîkariyê bighe ciyê pêwîst. Di heman demê de jî di warê siyasî-civakî de êrîshên xurt dibe ser hêzên Kurdistanê.

Civaka navneteweyî van çavsoriyên dewleta Turk dibîne. Lê mixabin di hember vê siyaseta qirêj ya Turkiyê de gavên erênî nayên avêtin. Li vira jî berjewendiyên dewletî di ser her tishtê din re tê girtin. Mafên merovan, mafên gelan û olan li vira jî dîsa dibin qurbanê wan berjewendiyên dewletî.

30 Nîsan 2015

F
E
E
D

B
A
C
K