Li ser navê Komeleya Mafê Mirovan-IHD, bi îmzeya sekretera gistî Sevim Salihoglu beyanek hate belavkirin. Beyan rewsa girtiyên siyasî di zindana Tekîrdaga Tirkiyê dihêne zimên.
Xanim Salihoglu, bi nameya girtiyên Kurd bala raya gistî diksîne ser rewsa zindanan û qedexeya li ser zimanê Kurdî. Bayana wê wisa ye:

38 girtî, ji zindana Tekîrdaxê bi nameyekî rewsa hepsê wisa dihênin zimên:

– Qisekirina bi Kurdî hatiye qedexekirin,
– Di dema hevdîtinan de îcazeya bi kurdî qisekirinê nayê dayîn,
– Rojnameyên kurdî, û Azadiya Welat ku li gelek deveran tê firotin, nadine me,
– Ji heftê carekê mafê mirov û axaftina bi telefonê heye. Ji ber ku em bi Kurdî qise dikin, axaftina telefonê li ber me hatiye girtin,
– Dema em nameyên xwe bi kurdî dinîvisînin, bi kurdî bi telefonê diaxifin cezayên disiplînê didine me…

Ji ber qedexeya li zindanê hejmarek kes nêzî salekê ye ku bi malbatn xwe re qise nekirine…

Em weke komela mafê mirovan ji raya gistî re dihênin zimên ku, mafên girtiyan yên bingehîn di van demên dawiyê de ji dest wan tê girtin, tê pêlkirin û herku diçe buyerên wisa eskeretir û mezintir dibin. Ji ber ku rêvebirên dewletê gavê navêjin, rewsa di zindanan de herku diçe pir dijwartir dibe.

Banga me ji raya gistî û rêvebiran re ew e ku, bi sêweyekî cidî li ser pirsê rawestin.

Zarathustra News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K