Di dema ku Împaratoriya Osmanî kete ber sikrata mirinê, gelek neteweyên di bin nîrên wê de bûn ji vê kês û firse "tê îstifade kir û dewletên xwe yên neteweyî ava kirin. Lê mezin û serokesîrên kurdan ji wê kêsa dîrokî îstifade nekirin. Wan bawer dikirin ku wê tirk û kurd bi hev re dewleteke nû û hevbes ava bikin. Mustefa Kemal û hevalên wî jî bi sloganên "biratiya muslumaniyê", "biratiya kurd û tirkan" û "dewleta hevbes ya tirk û kurdan" daketin Kurdistanê û tevgera xwe bi saya serê kurdan hûnandin.

Pistî Mustafa Kemal û hevalên xwe bi pistgirî û alîkariya gelê Kurd Komara Tirkiyeyê ava kirin û sûna lingên xwe xwes kirin, ew soz û peymanên dabûn kurdan "biratiya kurd û tirkan", "dewleta hevbes ya tirk û kurdan" ji bîr kirin û siyaseta xwe ya rastî ya li ser "înkar, asîmlasîyon û jiholêrakirina kurdan" xistin jiyanê.

Bi darbeya 27ê gulana 1960î û Qanûna esasî ya 1961ê nisbî be jî hinek guherandin û pêsketinin nû Li Tirkiyeyê dest pê kirin. Lê ji bo miletê Kurd dîsa tistekî nû tunebû. Siyaseta dewletê ya kolonyalîst ya li ser esasê înkar û asîmlasyona neteweyê Kurd û zimanê kurdî, bi kampanyayên nû yên berfireh û bi awakî dijwartir hate mesandin. Di warê asîmlekirina kurdan de program û hewldanen taybetî hatin mesandin.

Dewleta Tirkiyeyê ji bona guherandina navên kurdî û ermenî qanûneke taybetî ya bi hejmara 1587an derxistin:
"Navên ku ne li gor kultura me ya neteweyî ne û qaîdeyên ehlaqî, urf û adetên me û yên raya gistî diêsîne, wê  bêne guherandin". Pistî vê qanûna taybetî ya kolonyalîst, Komara Tirkiyeyê navên bajar, gund, dest, çiya, newal, gelî, çem, gol, kanî, mesîl û wargehên Bakûrê Kurdistanê guhertin û di sûna navên kurdî de, navên bi tirkî lê kirin.

Guhertina bi hezaran navên cih û warên kurdan, bêgûman sûcekî mirovatiyê ye û li hemberî dîroka mirovtiyê rûresiyeke mezin e.

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, careka din dixwazin balê biksînin ser vê pirsê. Em hêvîdar in ku em bikaribin bi destgehên kurdî yên demokratîk û neteweyî û bi pistgiriya hemû nivîskar, rewsenbîr, siyasetmedar û welatparêzên kurdan re, destpêka kampanyekê berfireh amade bikin û xwedî li navên gund û bajarên xwe yên bi kurdî derkevin. Herweha em dixwazin bi besdarî û pistgiriyeke berfireh sert û mercên ku em bikaribin dewleta Tirkiyeyê bidin Mahkemaya Ewropayê ya Mafê Mirov amade bikin.

i bo vê yekê, em hêvîdar in ku hemû rêxistin, komele, destgeh, rewsenbîr û welatparêzên kurdan hewl bidin ku wan navên berê yên kurdî bidin hevdu, wan di kovar, rojname û malperên kurdan de biwesînin. Bi vî awayî em bikaribin wan navên bav û bapîran ji tatolekiya jibîrkirinê xelas bikin. Herweha em bikaribin wan navan weke dosyakê amade bikin û gava me kês û firsend dît em wê dosyayê pêskêsî mahkeme û destgehên navneteweyî bikin.

Di vî warî de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê çi bikevin ser milên wê, dê li gor hêz û taqeta xwe weke wezîfeyeke neteweyî ya pîroz bi cih bîne. Komeleya Nivîskarên Kurd amadeye ku rûpelên malpera xwe ji bo xebat û hewldaneke weha girîng terxan bike û di vî warî de navend û kîlereke agahdariyê ya taybetî ava bike.

Bêguman di vê derheqê de hinek çavkanî hene ku em dikarin jê îstifade bikin. Herweha bi vî awayî em dê bikaribin wan navên kevn peyda bikin û biwesînin. Weke tê zanîn, gelek navên gund, herêm, erd, kanî, çem, çiya û newalan yên kevn di qoçanên erdan yên berê de hene. Hin nexseyên giring hene ku di wan de jî hinek navên çiya, dest, newal, gelî, zinar, bajar û bajarokan û h.w.d hene. Hê hinek kal û pîrên me li jiyanê ne ku ew jî van navên kevn yên herêma xwe dizanin. Em divê ji devên van kesan jî wan navên kevn û kurdî binivîsin û bidin wesandin.
Em bawer dikin ku em dest bi xebat û kampanyeke weha bikin em dê gelek çavkanî û derfetên din jî bi dest xînin. Ya girîng ev e ku em bighêjin wê baweriyê ku xebateke weha, girîng û pêwîst e.

Di vî warê de hun dikarin wan navan ji malapera me www.niviskar.se re jî bisînin. Em jî weke Komeleya Niviskarên Kurd Li Swêdê amadene ku bi alîkarî û pistgiriya we, di vî warî de navend û kîlereke agahdariyê ava bikin. Bi rêz û silavên me.

Têkilî bi Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê: www.niviskar.se, [email protected]

Nimûne;      NAVÊ BI TIRKΠ          NAVÊ BI KURDÎ
Parêzgeh:     Batman                     Êlih
Mahala:        Asagi Mahallesi           Taxa Jêrîn
Sokak:         Ebruçesme                  Kaniya Biro
Gund:          Yesilöz                       Gundik

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K