Her wiha KNK’ê biryar da ku ji vir û sûn ve dê Cejna Zimanê Kurdî ya 14’ê nîsanê dê 3 roj bê pîrozkirin Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman a KNK’ê ji bo ku ziman bê parastin, bê jiyîn û bê afirandin gelek biryarên nû girt. KNK’ê biryar da ku ji vir û sûn ve dê Cejna Zimanê Kurdî ya 14’ê nîsanê dê 3 roj bê pîrozkirin; Her wiha dê têkosîn bê dayîn ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bigihije ewlehiya makeqanûnî

Komîsyona KNK’ê balkisand ser polîtîkayên asîmîlasyon û qedexekirinên ser zimanê kurdî û wiha got: "Ji bo ku kurdî di her qadê de bê bikaranîn, bikeve bin ewlekarî û bibe zimanê perwerdehiyê divê têkosîna ziman bidome." KNK’ê da zanîn ku sert û merc çi dibe bila bibe divê saredariyên Kurdistanê kurdî bi karbînin. KNK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Ligel vê yekê di vê li Kurdistan û dîasporada jî kurdî bi warê çand, huner û perwerdehiyê de bê bikaranîn û rêxistinbûyînek pêk bê. Di jiyana rojane de jî divê her tim kurdî bê axaftin û bê afirandin.

Di têgeha Kurdistanê de israr
KNK balkisand ser zimanê kurdî û got ku divê navê gund, navçe û bajaran jî bi kurdî bê bikaranîn û di heman demê de têgeha Kurdistanê jî bi israr bê bikaranîn. KNK’ê di civîna xwe de derbarê muzîka kurdî de jî biryarek nû girt û wiha hate gotin: "Ji bo ku neyê talan kirin divê tedbîr bên girtin. Divê derbarê rewsa muzîka kurdî de sempozyumek bê organîze kirin û kesê ku muzîka kurdî talan dikin, wergerî tirkî, farskî û erebî dikin bên boykut kirin. Ligel vê yekê divê reksa kurdî bê parastin û divê pêsiya vê yekê bi girtin." KNK’ê derbarê li ser medya kurd a nivîskî û elektironîk jî biryarek girt. KNK diyar kir ku bila gelê kurd derbarê medya kurd a nivîskî û elektironîk te bi zanîn tevbigerin û ji bo ku zimanê kurdî zêdetir bi afire bername, nûçe û nivîs bên wesandin.

KNK’ê di 2006’an de 14’ê nîsanê wekî ‘Cejna zimanê kurdî’ qebul kiribû û niha derbarê cejna zimanê kurdî de biryarek nû girt. KNK’ê di civîna xwe de îlan kir ku dê ji vir sûnde Cejna Zimanê Kurdî 14-15-16 de yanî sê roja bê pîrozkirin. KNK’ê destnîsan kir ku di van rojana de pêwiste ku konferansên zimanê kurdî û aktîvîte bên kirin.

KNK’ê ji bo rojên ziman plana pîrozbahiyê wiha îlan kir:
14 Nîsanê; destpêka pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî ye. Der barê zimanê kurdî de sahî û axaftin dê bên kirin.
15 Nîsanê; Roja wesana kovara Hawarê ye. Kovara Hawar ji bo parastina ziman û çanda Kurd xwedî taybetiyek mezine. Ji ber vê jî divê em li xwedî li Kovara Hawar derkevin û pîroz bikin
16 Nîsanê; Ji bo girîngiya perwerdehiya zimanê kurdî semîner û konferasn dê pêk bên.

Saredarî divê kurdên kurdî vekin
Her wiha KNK’ê diyar kir ku kesên ku bi ziman, çand û hunera kurd canê fîda kirine di 16 nîsanê de bên bibîranîn û ji ber vê jî divê gulan bi çemên Kurdistanê de berdin. KNK’ê serkeftina DTP’ê jî pîroz kir û wiha got: "Di serî de divê saredar ji bo ku zimanê kurdî derkeve pês xebatên xwe bimesîne û ji bo ciwanan di her qadê de kursên kurdî vekin." KNK’ê bang li hemû komeleyên kurd ên siyasî, civakî, çandî û aborî kir û got ku bila xebatên kurî esas bigirin.

Roj TV dengê gelê kurd e
KNK’ê di civîna xwe di rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de pêk anî û her wiha azadiya Ocalan xwestin. Komîsyona KNK’ê ji ber ku di dema diyarkirina Sekreteriya Gistî ya Rasmussen a NATO’yê de li ser Roj TV’ê bazar hat kirin jî bertek nîsan da û vê helwesta Tirkiyeyê bi zimanek tûj sermezar kir. KNK wiha berwam kir: "Roj Tv dengê gelê kurd e. Ji bo ku zimanên kurdî bê parastin û bi jiyîn roleke gelek girîng dilîze. Em hevîdarin ku serokwezîrê Danîmarkayê xwedî li îlkeyên hikûkê yên demokratîk ê Danîmarkayê derkeve û rê li ber santaja Tirkiyeyê veneke.

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K