”Ji Cenabên Ekselansên Hêja re:

                 Recep Tayip Erdogan, Serokwezîr

Mehmet Ali Sahin, Wezîrê mafê Mirovan

Wezîrê Edaletê

Ali Babacan, Wezîrê Karê Derve

Komîteya Jinan ya PEN a navnetewî ku mezintirîn yekîtiya nivîskaran e li Cîhanê, ji ber girtin û rewşa parêzvana mafê mirovan û endama IHD ê Yuksel Mutluyê gelekî bi xemgîn e. Yukselê, di 28 gulana 2009 an de ji ber nivîsandina raporekê, ku bi buyera pirkûjiya Çiyayê Maziya Mêrdînê ve girêdayî bû, hatibû girtin.

Yuksel Mutlu ne kesek sucdar e. Ew şexsiyetek ji awira mafê mirovan, û bi taybetî parastina mafê jinan ve lê hêja ye û xebatên wê cihê rêz û hurmetê ye. Ew çi partiya temsîl nake û ne li gel hişkiyê ye. Li ser pirsê, tenê weke rêvebira Platforma Jinên ji bo Aştiyek Berdewam kar kiriye.

Rapora ku Yukselê di gel kesên din nivîsî, wisa xuyanî dike li hesabê hinek kesan nehatiye. Mecalên din jî hebûn ku mirov wê bigire û têxe zindanê. Lê helwestên wisa girêdana xwe bi sîstemek bi edalet ku pişta xwe dide lêkolîna buyeran û cezekirinek bi hiquqî tune ye.

Protestoya me ya Komîteya Nivîskarên Jin, bêhtir ji ber guhdarîkirina telefona wê, îzolekirina wê 3 rojan di hucreyan de û berdewama girtina wê di zindana Bergama Izmirê de ye.

Turkiyê hejmarek peyman imze kiriye ku azadiya ramanê bi rêya wan tê parastin. Em ji we daxwaz dikin ku li gorî peymanên hetine îmzekirin tevbigerin, û Aysel Yukselê bê şert û merc ji hespê berdin. Bi silavên dostaniyê

Lucina Kathmann

International Vice-president, International PEN”

F
E
E
D

B
A
C
K