Ev cara yekem e ku li Ewropayê komkujiyekê wisa lidijî Kurdan çê dibe. Di demên borî de bûyerên qetilkirina Kurdan çê bûn in lê belê ne bi vê awahî ne jin.

Ji roja 10’ê Çile vir ve di çapemeniya ewropayê û herwuha ya tirk de derbarê heman bûyerê de cur be cur nirxandin û analîz têne kirin. Li gorî daxûyaniyên destpêkê yên rayedarên AKPê, bi taybetî ya Huseyîn Çelîk, heman bûyer weke kiryara PKKê hate destnisan kirin. Pistî helwesta derdorên kurd ez zimanê rayedarên AKPê guherîm lê belê derdorên nijadperestên tirk hê jî di nava hewldanan de ne ku vê bûyerê bikin stûyê PKK.

Heya vê dema ku ez van hevokan dinivisînim jî hê derbarê vê komkujiyê de daxûyaniyekê fermî ya rayedarên Dewleta Fransa çê nebûye. Wusa diyar e ku rayedarên Fransewî naxwazin tistekê ne zelal bêjin, ew dixwazin bigehêjin encamekê pist re daxûyaniyekê bidin raya gistî. Lê belê di çapemeniya fransewî de bi gotinên indîrekt bal dikêse ser Iranê. Bi taybetî kiryarên Îranê yên ku lidijî rayedarên kurd hatine kirin ( Bûyera Abdurrahman Kasimlo li Wien û ya Komkujiya Sharafkandî li Berlînê) hêdî hêdî tê bilêv kirin. Wisa diyar e ku heya kiryarên vê komkujiyê neyên zelal kirin wê pir analîz bên nivîsandin.

Beriya her tistî zelal kirina vê bûyerê barê Dewleta Fransayê ye. Ne tenê Kurd vê yekê dibêjin, di nava raya gistî ya navneteweyî de jî heman rastî tê ziman. Vê heftê li Strasbourgê Civata Gistî ya Parlemena Ewropayê pêk tê, ez bawer im wê heman sazî jî bangê li Dewleta Fransayê bike daku bûyer bê zelal kirin. Heya naha bi dehan rêxistinên sivîl yên fransewî bangê li rayedarên dewletê kirine ku heman bûyerê zelal bikin. Ez wisa dibînim ku di nava rojên pês de wê daxûyaniyekê fermî ya dozgerê fransewî ji raya gistî re bê askere kirin.

Beriya her tistî ev komkujî lidijî pêvajoya diyaloga ku di navbera rayedarên Dewleta Tirk û Abdullah Öcalan de dest pê bûye hatiye çê kirin. Berpirsyarên vê bûyerê kî dibin bila bibin armanca wan xerab kirina pêvajoya astiyê ye. Heman derdor li Tirkiyê jî, di qada navneteweyî de jî û di nava Kurdan de jî hene. Mixabin serê ku bi dehan salan e didome bûye sedemê ku ev hejmara van derdoran pirtir bibe û dijwartir bibin. Lewre li ser rêya pêvajoya sekinandina ser û asîtiyê pir xetere hene, divê her du alî jî di vê derbarê de amade bin. Bûyera Parisê îsaretekê pir zelal e û divê bas were analîz kirin.

Bistî Komkujiya Parisê di nava Kurdan de rewsa hevkariyekê bas derketiye holê. Eger derbarê pêvajoya sekinandina ser de heman hevkarî bidome wê rewsekê bixêr biafirîne. Hêviya min ew e ku rayedarên PKKê jî ji vê hevkariyê sûd werbigirin û bikin xizmeta pêkanîna yekîtiyekê neteweyî.
14.01.2013

 

F
E
E
D

B
A
C
K