Roja 21ê Çile dozgerê fransewî civînekê çapemeniyê çê kir û diyar kir ku di dema ku Ömer Güney di Büroya Informationê ya Kurdistanê de bûye heman komkujî çê bûye. Herwuha hate ragihandin ku di çanteyê vî kesî de sopa barûtê hatiye tespît kirin. Qasê ku em dizanin di destê dozgerê fransewî de hê tistekê din ku vê komkujiyê weke kiryara Ömer Güney nisan dike tine. Lê belê divê were zanîn ku rayedarên fransewî xwedî pir derfetan in, lewre dibe ku di destê wan de hin agahiyên din jî hebin, di rojên pês de emê pê bihesin.

Qasê ku min ji hin derdorên dozgeriyê agahî girt, ji roja destpêkê vir ve di navbera rayedarên fransewî û tirk de hevkariyekê heye. Bi taybetî pistî ku hate diyar kirin ku Ömer Güney di nava salekê de 10 caran çûye Tirkiyê, hevkariya di navbera hêzên sixûriya fransewî û tirk de tengtir dibe. Lê belê divê em vê jî bifikirin ; gelo rayedarên fransewî û tirk hin tistan venesêrin ? Eger tiliya dewleta tirk di vê komkujiyê de hebe îhtimala vê yekê pirr mezin e.

Pistî Komkujiya Parîsê di nava Kurdan de cur be cur pirs têne kirin. Bê guman ev tist pirr asayî ye û pêwîst e jî. Ez, weke kesekî rêxistinê û herwuha Parîs û Bûroya ku Komkujî tê de pêkhatiye bas nas dike dixwazim hin pirsên xwe bi raya gistî ya Kurd re parve bikim ;

1-Kî  ji Ömer Güney re bûye referans ku ew bibe endamê komeleya Villiers le Bel ? Em dizanin ku di destûra Komeleyan de ev xal heye ; « Ji bo ku kesekî bibe endamê komeleyekê divê du kes wî pêsniyaz bikin ». Lewre pêwîst e ev du kesên ku ji Ömer Güney re bûn in referans werin askere kirin û di heqê wan de lêpirsîn bê kirin. Eger kes nebûn in referans wê demê divê rayedarên komeleya mijara gotinê bersivê bidin.

2-Tê zanîn ku Ömer Güney nêzê sal û nîvê di nava xebatên komeleyan de cih girtiye û bi giranî jî tevlî karê pêwendiyên derve bûye. Wê demê çawa bûye ku kesî derbarê wî de lêpirsînekê agahdariyê nekiriye ? Ez dizanim ku kesên bas neyên nas kirin nikarin tevlî heman karan bibin.

3-Qasê ku dozgerê fransewî diyar kiriye, Fidan Dogan (Rojbîn) telefonê Ömer Güney kiriye û jê xwestiye ku ew biçe wan ji derekê bibe Bûroyê. Ji kû ?

4-Tê zanîn ku ev kes 46 deqe di Bûroyê de maye, wusa diyar e ku ew li benda Sakînê (dibe ku li benda Fidan û Leylayê jî)  maye ku wê, an jî wan, bibe derekê. Ev der kû ye ? Dema ku ew neçûn cihê ku biçin çima wuqasa dereng, saet derdora 23’an de ketin hereketê ku li wan bigerin ? Heman rojê divê Sakine biçûya kû ? dema ku ew neçû çima kes lê negeriya ?

Eger kujêr Ömer Güney nebe jî (Li gorî dozger  % 80 ew e) divê em li bersiva van pirsan bigerin. Tista esas ku mirov nikare nebêje ev e; di vê komkujiyê de rola dewleta tirk an jî ya hêzên tarî yên di nava dewleta tirk de heye, herwuha gafleta Kurdan jî mezin e.

*Roja 6’ê Sibatê, li Strasbourgê, di Parlemena Ewropayê de xala « Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyê pêwîstiya bi diyalogê » tê niqas kirin, ez ê heman niqasan bisopînim û di nivîsa xwe ya dema pês de bi wer e parve bikim.

28.01.2013

X
F
E
E
D

B
A
C
K