Çeteyên DAIŞê ku dijê mirovatîyê ne, vê sibehê li bajarê Qamîşlo, dijê gelê me, dijê xelkê sivîl, êrîşek xwînxar û komkujîyek mezin pêkanîn. Di encamê da piranîya wan jin û zarok dehan kesan jiyana ji dest da, dehan kes jî birîndarbûn. Gorî agahdarîyên Desteya Tendurîstîya Qantona Cizîrê, heta niha 35 kesan jîyana xwe ji destdaye û 150 jî birîndarin. Lê enkazên xanîyan hemî nehatine rakirin, dibe kesên din jî di bin xirabeyan da hebin. Dibe hejmara kuştîyan zêdetir bibe. Li wê herêmê, li Roavayê Kurdistanê, li Qamîşlo ev êrîş ne êrîşa pêşîye. Van xwînxaran bi vî rengî gelek êrîşên weha pêkanîne. Êrîşa mezin 25.06.2015 an, li bajarê Kobanê pêkhat û sedan kesan jiyana ji dest da. Herweha Newroza 2015 an da dîsa li Hasekê, êrîşê pîrozbahîyên Newrozê kirin û dehan kes bûne qurbanî. Herî dawî 5ê vê mehê şeva cejna Remezanê, li bajarê Hasekê êrîşek weke vê xwînxwar çêbû bû û gelek kes bûbûn qurbanî.
Ev êrîş berdewamîya wan êrîşa ne. Ev çeteyên xwînxar ne rojên pîroz, ne însanîyetê, ne mirovahîyê, ne Îslamîyetê, ne dîn, ne jî Xudê nasdikin. Hurmeta wan ji çi nirxan re, ji çi bawerîyan re nîne. Bi navê Dîn derketine holê, lê ew ne Dîndarin, ne Însanin, ne mirovin, ne jî Misilmanin. Ew kerîyeke diz, çepel û qatila ne.
Li gel vê rastîyê jî, sêrîde dewleta Tirk, hukumeta AKPê, dewleta Qetarê û gelek hêzên din yên herêmê wan destek dikin. Bi desteka wan ew hatin heta vê rojê. Roja pêşî û heta niha êrîşên DAIŞê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi xwestin û bi desteka hukumeta AKPê pêkhatine û heta niha jî berdewam dikin.
Bi vê munasebetê em carek din êrîşkarên Qamîşlo, DAIŞ û hevkarên wê, bi tundî şermezar dikin, kesên jiyana ji destdayî re rehmetê, ji birîndaran ra şîfayê, ji malbat, kesûkarên wan û ji hemî gelê Kurdistanê re serxweşîyê dixwazin.
Em bang li hemî hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê û dostên mirovatîyê dikin ku xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin û berxwedana wan ya pîroz destek bikin.
Berxwedana bê hempa ya Şoreşger û Cengawerên gelê me, yên ku niha cepheyê Minbicê û seranserê Rojava destana berxwedanê dinivîsin, em weke KNK, wan silav dikin, destek dikin û pîroz dikin.

27.07.2016
Konseya Rêvebir ya KNKê

F
E
E
D

B
A
C
K