336 kes ( 120 mê û 216 Nêr) hatine kujtin, zêdey 600 kes birîndarbûn, 500 xanî hatin wêrankirin, 100 Autombêl hatin Sewitandin, 147 dikan kavilbûn, 170 Zaro Sêwî man (94 Mê û 76 Nêr ) ji vê hijmarê yên ku ji dê sêwî mane 30, ji bav 94, ji dê û bav 45 zaro ne, komele di rapora xwe de dibêje dibe ev hijmar zêdetir bin jî lê ji ber hêza wan nebûye û astengî li pêsiya kar û xebata wan derketine karîbûna wan sinûrdar ma ye, tistê balkês di raporê de ewe ku pîlana teroristan kujtina 30 000 kesan bû ye, di dawiya rapora ku ji rêxirawa lêborîna navneteweyî û navenda lêkolîn û Arsîvkirina Yekêtiya Ewrupa re hatî sandin de tê gotin ku eve ji Nîsana sala 2003 an û vir de 571 Êzidî li tevaya Îraqê hatine Kujtin eve jî li gorî hijmara wan li vî welatî rêjeyek bilinde.

Dema mirov were û van encaman di bin çav re derbas bike wê asta kerb û kîna sovenîzma ereb ya vesartî li hember gelê Kurd û bi taybet êzidiyan derkeve holê.
Ji ber çî û çima ev dever hat hilbijartin?
Bersivdayina vê pirsê pir hêsane û her kes jî dizane ka giringiya Sengalê ji boy Kurdistanê ji aliyê cugrafî , dîrokî û demugrafî çende. Me dinivîseke xwe ya berê de jî nivîsandibû ku ciyê Singalê ji bo Kurdistanê xwedî stratejiyek taybete û bêy wê dê hîmayê hêla nexseya Kurdistanê ji aliyê basûr rojhilat ve kêm derkeve.
Ji hêla dîrokî ve jî vê herêmê berxwedanek mezin û bê hempa kiriye û yek ji herêmên dawiyê bû li Kurdistanê ku bikeve bin nîrê dagîrkerên Osmanî, wate pistî serê Çaldêranê û serketina  Osmaniyan li ser Sefewiyan sala 1514 û peymana qesra Sirîn, ji ber giringiya ciyê wê Sultan Selîmê yekem ferman da serlesker Muhemed pasa ku sengal bê vekirin, di serek bê nimûne de xelkê Sengalê berxwedanek mezin nîsan da û bi hezaran cagorî axa pîroza sengalê bûn.
Ji hêla demugrafî ve jî resenahiya kurdîniya xelkê Sengalê ji gist herêmên dî yên Kurdistanê cudaye ji boy parastin û xwedî derketin ji Ol, çand û zimanê xwe yê Kurdî gelek serhildan û berxwedan kirine, ji ber van nirxan rejîma Seddam mezintirîn projeyê erebkirina herêmên Kurdistanê li qeza Sengal da masandin, heke mirov basê asîmlasiyonê bike tenê qeza Sengal û deverên êzidiyan têr dikin ku mirov wek nimûne bigre destê xwe û lêkolînan li ser astê zordariya rejîma berê ya Îraqê li dijî gelê kurd bike.

Lê çima di vî demî de ev bûyer pêkhat? Gûman tê de nîne îro Îraq bi gist herêm, bajar û gundên xwe ve armanca teroristane, xerapkaran divê li Îraqê serek etnîkî derkeve holê û ter û hisik bisewitin. Lê ji ber metod û sêweyê bûyera Sengalê mirov mecbûr dimîne ku ne wisa bi hêsanî di çarçoveya teqîneke normal de binirxîne, li vir ez ne bidîtina birêz serok wezîrê Îraqê re me, dema dibêje cêwaziya vê teqînê ji yên dî ku rojane li Îraqê diqewimin tine ye, li 23.07.2008 em sandeka êzidiyan li Berlinê di hevdîtina serokwezîrê îraqê birêz Nûrî Al-Malikî ya bi revenda Îraqê re li Almanya amadebûn, me jêre basê rewsa xerap ya herêmên êzidiyan û bi taybet rewsa qeza Sengal kir, me gotê Sengal wek nimûneya herêma Darfor ya Sodanê ye ji boy Îraqê, wî go raste ez bi were me rewsa Sengal pir xerape lê ev rews li her deverek Îraqê heye û bitaybet jî ew teqîna li Sengalê jî girêdayî wê rewsa xerape, beriya ku terorist li Sengalê vê kiriyara ne mirovane bikin li Bexda û gelek bajarên dî yên Îraqê kiriyarên bi vî sêwey encamdan. Bê guman rastiyek ji boy gotinên birêz Malikî heye, lê bi dîtina min gereke mirov hin meseleyan bitaybet yên weke komkujiyan biçûk nebîne û bê sirovekirin di ser re derbas nebe, heke raste çima ji nîsana 2003 an û heyanî destpêka sala 2007 an teroristan ne xwestin li herêma êzidînisîn alozî û kiriyarên teroristane bimesînin.

Bi dîtina min helwesta xelkê Sengalê di dema rapirsa li ser destûrê Iraqê û pasî helbijartinên perlemana Îraqê de ku deng da ye lîsteya Kurdistanê sîgnalek xeter da sofenizmên Ereb, radîkalan bi vê kiriyarê xwestin xelkê deverê çav tirsandî bikin, bi hêviya ku wan ji aqubeta girêdana bi herêma Kurdistanê ve dûrbixin û asta nirxên wan yên olî û neteweyî kiz bikin.

Ji ber bê xemî, bê pîlanî û nefamiya Hikûmeta herêma Kurdistanê Sengal hat kujtin, hukimranên me yên welat parêz, qehreman, fîdakar, serbilin û serfiraz bi hin tistên dî yên bê wate û dûr ji exlaq, rêbaz û rewistên kurdayetiyê ve mijûl man, berjewendiyên serekî yên xelkê Kurdistanê qurbana nakokiyên navxweyî û encamdana karên xwe yên gendel kirin, vê yekê cesaret da teroristan serbest bilivin û tevnê xwe li gorî dilê xwe raçinin.

Sofenîzman nefamiya berpirsên Kurdistanê ji xwe re kirin derfet, bi gelek sêweyan xwestin êzidiyan tevlî lîstikek gemar bikin, ji boy ku ne aramiyekê li deverên ser bi pagrafa 140 ve durist bikin, li Sêxan xwestin û êzidiyan ew pîlan  pûç kir, mixabin li Behzanê di meseleya Diwayê de êzidiyan sasiyek dîrokî kir û delîvek zêrîn da destê islamîstên radîkal di encam de  26 karkerên bê guneh li Musil hatin kujtin û vê damargirjiyê di nav bêdengiya her dû hikumetan de (Bexdad û Hewlêr) bûyera Sengal bi xwe re derxist holê.

Ev pîlan bi awayek fireh tir hîna di rojevê de ye, berjewendiyên pir aliyan yên ku heya duh neyarên hev bûn li dijî mafên bingehîn yên gelê Kurd hevgirtin, niha rast û çep, Sine û Sîa, dixwazin pergirafa 140 ya destûra bingehîn ya Îraqê pûç derxin, eve pîlanek herêmiye di bin serokatiya DYA yê de tê mesandin, di vê pîlanê de agindayên Îran, Sûriya û Turkiya pir xurtin, hinek nîsanên vê pîlanê di rapora De Mestora de zelal bûn, hinekên dî jî di pargirafa 24 an de ji yasaya hilbijartina parêzgehan ku berî demekî perlemana Îraqê dengdan li ser kiribû hatin askirakirin.
Bi dîtina min, di qunaxa pês me de Kiristiyanên devera bakûrê Musil, dê projeyê desta Musil ku wan beriya demekî bi pistgiriya DYA amadekiriye den pês, dûr nîne ew parêzgeheke nû damezirînin û dawa mafên xwe yên otonom bikin, gelo ta çi rade hikumeta Kurdistanê ya sssava dê bi vî pirojeyi kêfxwes û qayil be?. Berlin,14.08.2008

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K