Enstituya Kurdî ya Brukselê, Roja dûşemê, 28 11 2022, saet 13.30 konferansekê bi navê “Jin – Jiyan – Azadi”, li nava Parlementoya Flaman li Brukselê amade dike.
“Jin – Jîyan – Azadî” bûye nîşana serhildanê li tevahiya Îranê û di heman demêde ya tevgera jinê li cîhanê ku piştgiuriya vê serhildanê dike. Ev jî bi saya têkoşîna jina Kurd di van çil salên dawî de ye.
Kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê qatilên rejîma Îranê bû sedema van serhildanên girseyî li tevahiya Îranê û van serhildanan li temamê cîhanê deng da û bala tevgera jinên cîhanê kişand. Li Rojhilata Navîn, Ewropa, Asya, Afrîka û Amerîka di xwepêşandan de “Jin, jiyan, azadî” bi Kurdî tê gotin.
Ev cara pêşin e ku li temamiya Îranê serhildana bi vî awayî dijî rejîma mella pêk tê û ew serhildan jî ji aliyê têkoşîna jina Kurd reng distîne. Ne bes ma’neya gotinan lê ma’neya siyasî ya vê duruşmê jî pirr giring e.
Rojeva Konferansê
- Axaftina vekirinê senator Karl Vanlouwe.
- Parlementera Îranî li Beljîka Darya Safai li ser rewşa dawî, sedemên serhildanên girseyî li Îran diaxive.
- Parlementera kevn li Swêd ji Rojhilatê Kurdistan Amineh Kakabaveh, li ser bingehê duruşma “Jin Jiyan Azadî” – têkoşîna jinê li Kurdistan ku di roja îro de pêşengiya têkoşîna azadiyê dike diaxive.
- Fatemeh Karimi, eveneens Iraans-Koerdisch, is de directrice van het Kurdistan Human Rights Network, een in Frankrijk gevestigde onafhankelijke, non-profit en onpartijdige organisatie die mensenrechten promoot en schendingen documenteert in de Koerdische regio van Iran.
Xwe nîvîsandin ji bo konferansê pêdivî ye: [email protected]
Peywendî:
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Bonneelsstraat 16, 1210 Sint-Joost-Ten-Node
Derwich M. Ferho – 0479 56 29 62 ([email protected])
Erik Vranken – 0474 71 48 71 ([email protected] )