Konfiranseke zanistî li jêr diroşma (Sêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana filosofi û edeba Kurdî" bo mawê sê rojan (31.10 heta 02.11.2008) li MALA ÊZÎDIYAN li bajarê Oldenbûrgê (Elmanya) hate lidarxistin û bi serkeftiyane derbas bû.
Jiyan û berhem û xebatên wêjezanê mezin Sêx Fexrê Adiyan û baredoxên siyasî û civakî  û etnografî yên serdema sedsaliyan (11,12,13) hatne  giftugo kirin  û çendeha seminarvanan besdarî kirin: Prof. Dr. Celîlê Celîl (Austria), Dr. Eskerê Boyîk, Dr. Zorabê Bûdî Aloyan, Dr. Tosinê Resîd (Australia), Dr. Xanna Omerxalî (Rûsya), Dr. Nûra Cewarî (Australia), û ji Herêma Kurdistanê nivîskar û lêkolînvan, Pîr Xidir Silêman, Îdo Babasêx, Xêrî Bozanî , Kerîm Silêman ,Resen Hesen Cindî, Se’îdê Silo, Kovan Xankî û Ji Elmanya nivîskar û lêkolînvan Bedelê Feqîr Hecî, Sewqî Semo Îssa, Hecî Elo, Bavê Azad. Tevî amadebûna çendîn edib, zana û rewsenbîrên kurd.Conf.__z_d._3_394872043.jpg
 
Helbet konferans bi deng û kobriyên têkistê edebê dinî li ser zar û zimanê qewilbêjan (Merwan Babirî û Pir Dîma) hate xemlandin û li destpêkî serokê Mala Êzîdiyan, birêz Têlîm Tolan, mebest û merem ji vê  konferansê ani holê û 15 saliya Mala Êzîdiyan li endam û amedebûyan piroz kir.
Hejayê gotinê ye ku naveroka mijarên semînarvanan li dor giringiya têkstê edebê dinî Êzîdiyan û têkeliya sofîzmê bi berhemê Sêx Fexrê Adiyan ve bûn û ew giringî di van  waran da xuya dibûn

1. Di warê zimanê kurdî da, zelal bû ku pitir ji nîv milyon peyv ji edebe dînî hatine ersîfkirin û tomarkirin û wesandin û zaravên "hekarî, bedinanî, botanî" hembêz dikin û mifayekî mezin wê bi gehîne sitandardkirina zimanê kurdî û wê  ferhengeke zengîn ji zimanê kurdî ra durist bike;

2. Di warê  edebê  kurdî da dêrintirîn tekst têne naskrin û pitir ji 300 salan diroka edebê kurdî ji Alî Herî ri  dûrtir û kûrtir di hajot;
3. Di ware fikrî û dirokî û civakî de ev tekst tabloyek ji hizir û bîr û filozofiya dînî di werî afirandina kinyati û gerdûnî  durustbûna Adem û sirovekirna têgehên mirovî ji jiyanê û mirinê û cîhana din re anku wê fikr û filozofiya Kurdan berî 800 salan bas biden eskerekirin û nasandin.
Ji encamên Konferansê bi kurtasî
1. Tev gotar û mijarên hatine xwendin li Konfiransî di demekî kin da wê bi forma pirtûkê werin çapkirin;
2. Salane konferanseke zanistî wê li MALA ÊZÎDIYAN – Oldenbûrgê bê li darxistin;
3. Banga li tev wêjezan û edîbên kurd kirin ku li fîlozofê mezin Sêx Fexrê Adiyan Conf._Ez_d._2_298050127.jpgxwedî  derkevin;
4. Daxwaz ji zaningehên Kurdistanê hate kirin ku li biska edebiyata Kurdî ev teolojiya  Kurdî a resen bê  xwandin û lêkolîn li ser bêne ava kirin.
Ne amadebûn
Ji ber çend egerên teybetî berêzan Dr. Tosinê Resîd û Dr. Nûra Cewarî ji Australia û ji Herêma Kurdistanê Xêrî Bozanî, Se’îdê Silo, Kovan Xankî nikarî bûn amadebin tenê berhemên wan hatine pêskêskirin.
Peyvên fermî ji layê berêzan Têlîm Tolan, Serokê Mala Êzîdiyan û Cîgirê Serok Sihap Dag û Kazim Oba hatine xwendin û berêz dadwer Nemir Keço peyvek xwend û tevî helbesteke birêz Hadî Babe sêx .
Rêvebirna Konferansê
Ew kesen rojane kar û barên Konferansê bi rêve birin ev berze bûn; Sadik Duzgûn yê Basî, Sewqî Îsa, Ali Tuku, Dr. Xanna Omerxalî, Bedel Feqîr Hecî û Dr. Eskerê Boyîk.
Ragehandin
Konferans ji layê KTV, ÊZÎDA TV, Oldenburg TV, Malperên Intirnêtî, Dengê Êzîdiyan www.yezidi.org , www.hekar.net , www.lalishduhok.org , www.doxata.comwww.kaniya-sipi.de , www.lalishcenter.net  û hinekên din ve hate nixaftin
Pirozbahî
Tibaebeke bruskê û telegrafên pistgirtin û pirozbahiyan gehistine Konferansê
 Diyarî
Kevalekî hunerî ji hûnermend Kemal Heraqî û hunemendekî din jî mixabin navî wi berêzi li cem min tuneye û perûka min binavê (Êzidiyatî dim 100 pirsanda) ji Konfiransê hatine diyarîkirin.

F
E
E
D

B
A
C
K