Armanca vê Konferansê ew e, ku edeba berî nehsed salî, ya ku ji aliyê xwedênas, fîlosof û helbestvanên Kurdên Êzdî ve, mîna Pîr Resê Heyran, Xidirê Zênde, Hesedê al-Tewrî, Sêx Mend, Pisê Cem, Pîr Xidir, Pîr Seref û taca wan Sêx Fexrê Adiyan li Geliyê Lalisa Nûranî, bi kurmanciya resene xwes hatiye nûjenkirin û hûnandin, bi civakê bidine naskirin. Jiber ku heya niha kêm lêkolîn li ser vê mijarê hatiye kirin û ji ber giringiya wî ya dîrokî, em dixwazin balkêsiya lêkolînvan, zaniyar û dîroknasên Kurd û Ne-Kurd bînine ser.

Em ji gelê Kurd wisa bi hêvî ne, ku ew çawa li helbestvanên xwe yên gewre mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran xwedî derdikeve wisa jî li Sêx Fexrê Adiyan û hevalbendên wî xwedî derbikeve.
Ev edeb xizneyeke kevnar e, lêxweyîderketina wê dikare dîroka edebiyeta gelê Kurd dused heya bi sêsedsalî bi pês ve bibe û di nava edebyetzaneyên cihanê de cihekî layîq û bilind bigre.
Ew edeb, heykeleke ji edebiyeta cîhanê yê kevnar e, lê mixabin di bin kelefên nerastiyê, niheqiyê û înkarkirinê de maye vesartî. Ji me rewsenbîran tê xwestin, ku wê toz û dûxana ji ser bidine aliyekî, daku cîhan rastiya wê bibîne.

Semînarvan:
Prof. Dr. Celîlê Celîl, Dr. Eskerê Boyîk, Dr. Zorabê Bûdî Aloyan, Dr. Tosinê Resîd, Dr. Xanna Omerxalî, Dr. Nûra Cewarî, nivîskar û lêkolînvan Pîr Xidir Silêman, Bedelê Feqîr Hecî, Îdo Babasêx, Sewqî Semo Îssa, Xêrî Bozanî, Hecî Elo, Kerîm Silêman, Resen Hesen Cindî, Bavê Azad, Se’îdê Silo, Kovan Xankî.

Dem:
31. 10, seat 18.00 – 22.00
01.11.2008, seat 11.00 – 19.00
02.11.2008, seat 11.00 – 16.00
Cî:
Yezidisches Forum e.V., Mala Êzîdiyan li Oldenburg
Eidechsenstraße 19
26133 Oldenburg
www.yeziden.de, [email protected]
Fax: 0049 (0)441 4850557

" Sêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî"
Hûn dikarin daxwaza tevlîbûna xwe an jî pîrozbahî û masajên xwe bi rêya van faks û E-mailên jorî bisînin!  Komîta amadekar, 10. 10. 2008

 

F
E
E
D

B
A
C
K