Bi salan e di nava Kurdan de hêviyên derbarê Kongreya Neteweyî de tên ziman, lê mixabin heya demekî berê di vî warî de ti pêsketin çênebûn. Pirr sedemên vê yekê hene. Lê belê wisa dixûyê ku bi giranî astengî ji holê rabûnin. Hêviyên me mezin in.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesût Barzanî berpirsyartiya vê xebata pîroz girtiye ser xwe. Çendî ji salan vir ve me hêvî dikir ku heman berpirsyartî pêkhatiba jî, hewldanên ku naha raber dibin zêdetir baweriyê didin me.

Yek ji sedemên ku Konferansa Neteweyî, an jî Kongreya Neteweyî, pêknehatiye nakokiyên ku di navbera hêzên kurd de heyî bûn. Bi taybetî nakokiyên di navbera PDK-YNK û  PKK’ê de sedemên sereke bûn. Wisa diyar e ku di navbera van hêzên mezin yên Kurdistanî de heman sedem neman in, an jî pirr kêm bûn e. Beriya her tistî ev hêviyên me mezin dike.

Kongreya Neteweyî bi besdariya tenê hêzên mezin pêk nayê. Divê, piçûk û mezin, hemû hêz, rêxistin, partiyên siyasî, komeleyên ku nûnertiya besên civakî dikin tevlî heman karî bibin. Bê guman di vî warî de dîsa rola herî mezin dikeve ser hikûmeta herêmî ya Kurdistanê. Eger karê êqnakirina ji bo besdariya Kongreya Neteweyî li benda hin rêxistinan bê hîstin, ez bawer im wê xelet be û ew ê li ser vê xebata pîroz bandora neyênî çê bike.

Di lîsteya besdarvanên civîna yekem de navê hemû raxistin û komeleyên besên civakî yên Kurdistanî tine bûn. Bi taybetî derbarê nûnertiya diyaspora Kurd de kêmasiyekê dixûya. Divê ev xebata wiha pîroz bi nêzîkatiyên partîzanî çênebe. Pêwîst e heman xebat di dilê hemû Kurdan de pîroziya xwe biparêze. Lewre divê derbarê besdariyê de bi awayekê pirr hesas kar bê mesandin daku ev Kongre bibe ya Neteweyî.

Pêkhatina Kongreya Neteweyî di qada navneteweyî de jî bandorekê girîng çê dike. Eger ji heman Kongreyê saziyekê bê avakirin, ez bawer im besekê herî girîng yê berpirsyartiyên wê divê bibe mesandina dîplomasiyê. Wê demê ti hêz nikare bêje « Bila Kurd di nava xwe de bibin yek, pist re em wan nas bikin ».

Hêvî mezin in…………..

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye wesandin

30.07.2013

F
E
E
D

B
A
C
K