Gelî xwendevanan,
Dîsa jî em bi dosyeyeke xweser û taybet dertên hemberî we. Me di vê hejmarê de mijara dosyeya xwe Bavê Felekê hunermendê me yê nemir Mihemed Sêxo hilbijart.
Gelek alim, hunermend, nivîskarên hêja û delal ji nava kurdan rabûne. Lê kurd li wan kesan xwedî derneketine, heta dema ku jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê xelkên din ve hatine payebilindkirin û xwedî li wan hatiye derketin; pasê wekî ku hisê kurdan hatibe serê wan hêna xwestine li wan xwedî derkevin. Yek ji wan kesên ku di jiyana xwe de qedr û qîmet nedîtiye nemir Mihemed Sêxo ye. Mihemed Sêxoyê ku di jiyana xwe de her tim derdê feqîrî û hejariyê kisandiye; bi halê xwe yê belengaz zor û zextên neyaran li ser xwe dîtiye û her li ber xwe daye. Lê heta ku li ser rûyê dinyayê jiyaye kes lê xwedî derneketiye. Lê pistî ku li "Nexwesxaneya Dewletê Ya Sûriyeyê" jiyana xwe ji dest daye bi deh-hezaran kes li hev civiyane û darbesta Mihemed Sêxo dane ser milê xwe û ew verê kirine. Nêzî bîst salan e ku wî wefat kiriye. Me jî xwest ku em dîsa wî bi bîr bînin.
Her wiha ji derveyê dosyeyê çîrok, werger, pexsan û helbestên balkês di vê hejmarê de cihê xwe girtine.
Xwendevanên hêja,
Divê ku em vê yekê jî bibêjin, gelek nivîs û helbest hatine ber destê me, lê mixabin ji ber ku rûpelên kovarê bi sînor in, me hinek berhemên ku hatine hist ji hejmarên pasê re. Bi vê bal û eleqeya nivîskar û helbestvanên me em gelek kêfxwes û bextewar in.
Di hejmara beriya niha de ji bo Kovara Wyê Zana Farqînî bi Aramê Dîkran re hevpeyvînek pêk anîbû. Di vê hevpeyvînê de navên gundan çewt hatine nivîsandin. Navê gundê "Bamdê" wek "Bamda" navên gundên Farqînê "Tewerz" û "Zinzin"ê jî bi dorê mîna "Tawernê" û "Zimzimê" hatine nivîsandin. Em van çewtiyan sererast dikin û ji xwendevanan lêborînê dixwazin.
Heta hejmareke din bimînin di xwesiyê de….
N A V E R O K / W-22
Naverok
* Ji Edîtor 2
* Apê Mûsa / Abdurrahman BAKIR 3
* Birîna Res / Arjen ARÎ 6
* Êvar / Nesrîn NAVDAR 7
* Ji dîroka Amedê çar rûpelên wendayî / Receb DILDAR 8
* Destpêka felsefeyê û taybetmendiyên erdnîgariya Îyonyayê / Alî GURDILÎ.. 12
* Kengî mirim / Tewfîq YASLI 15
* Mizgefta Mishefa Res / Bahadîn ROBAR 16
* Destenazê xemrevîna dilê azadîxwazan / Mehmûd Badilî 17
* Basûrê Biçûk / Rizoyê XERZÎ 19
* Standardên jiyanê / Dorothy Rothschild Parker 20
* Tol zava ye mirin bûk e / Selmet GULER 24
* Rotisê yewbanî / Mehmûd NÊSITE 28
* Sorê / Ronî WAR 32
* Tirs / Behlûl ZELAL 33
* Çîroka evînê / Omer Fîdan 35
* Niha di koçberiyê de / Mehmûd Derwês 38
* Ciwan ji muzîka populer hez dikin / Hevpeyvîn: Sedran C NEWADAR 39
* Peskên seva bilome / Berken BEREH 42
* Nexseya min / Îlhamî OZER 43
* Mastê koçeran / Dilkanî 44
* Mirad / Mehmet DEVÎREN 45
* Xatûn / Sîpan XIZAN 46
* Mistefayê Bohtî û strana "Were Dînê" / Hîlmî AKYOL 47
* Pirtûkxane 80
Dosye:
Evîndarê Gulê
MIhemed Sêxo
* Destpêk û zelalkirina çend xalan / Azad ZAL – Dîlan AYDIN 50
* Jiyana Mihemed Sêxo û hunera wî / Îbrahîm EBDÎ û Miselê OSMAN 53
* Stran sînoran nas nakin / Qado SÊRÎN 57
* Mamosteyê ola Îslamê û hunermendê gelê xwe; Mihemed Sêxo / Îkram Balekanî 61
* Kurtejiyana Mihemed Sêxo / Sedran C. NEWADAR 63
* Mihemed Sêxo û hilbijartina gotinan / Konê Res 66
* Dema bilbil bo gulê dixwîne Bavê Felek tê bîra mirov / Tayîp TEMEL 67
* Nefela çarpel / Rêwar Evîndar 68
* Hevpeyvîn bi kurê Mihemed Sêxo Birûsk re / Hevpeyvîn: Mustafa Gazî 69
* Nameya Mihemed Sêxo ya destnivîskî / M. Xelef – S. F. Moctevî 71
* Nalîna axa bi sewat; Mihemed Sêxo / Mehdî Mutlu 72
* Awaza evîndarî û dengê yekîtiyê Mihemed Sêxo / Mizgîn DÎLAN 73
* Xwedîderketina li miriyan / Rizoyê Xerzî 75
* Çend stranên Mihemed Sêxo digel notayan / Amadekar: Sedran C. NEWADAR 76
Zarathustra News- zarathustra_news@comhem.se