Derwêş M. Ferho

Ludo Docx, di sala 1933 de ji dayik dibe. Demeke dirêj di ser şerrê cîhanê de nebihurtibû, ji nuh ve birînên kûr derman dibûn, tirs û tehdîdên şerrê duyem hêdî hêdî xuya dikir. Li Almanya pêşketina Nazîzmê berfeke sar bi ser Ewropa de dibarand. Dê û bavê wî hemû zehmetiyên dema şerr jiya bûn.

Şerrê duyem yê cîhanê dest pê dike, Pirraniya Ewropa dikeve ber bayê vî şerrî. Ewropa wêran dibe. Bi milyonan meriv tê kuştin. Ludo Docx di dawiya şerr de 12 salî ye. Dest bi xwendina xwe ya navîn dike. Xwendina keşetiyê û padgojiyê bi hevra dike. 1957 de keşe ye, mamosteyê pedagojiyê ye. Di heman demê de ji bo gelê xwe Flaman ku hê bi temamî ji bin nîrê Fransizî axêvan azadnebûye dikeve nav xebatê.

Ludo Docx di vê navberê de Baskan û gelên din yên bê welat dinase. Ji bo wan jî alîkarî dike. Her sal bi rêk û pêk diçe nav Baskan. Di wê navberê de me hev nas kir. Di havîna 1980 de wî û Jan De Cock (ew jî hevalekî din ku xebatê ji bo mafên girtiyên cîhanê dike) pêşniyara bi hevra çûna nav Baskan anîn. Min jî erê kir. Em her sê ketin ser rêya welatê Baskan. Deh rojan li nav Baskan, bajarên Biarritz, Navarra, Bilbao, San Sebastian û gelek gundên li her du herêman, Bakur û Başûr (Fransa û Spanya) em geriyan. Me gelek siyasetmedar, hunermend û çalakvanên mafên merovan naskir. Du kes ku heta roja îro jî ji bîr nakim Maite Idirin, hunermenda dengbêj û Josê Aguirré (parêzer û yek ji çar kesên ku ETA avakiribû. Bi vê minasebetê min hevpeyvîneke balkêş bi José Aguirrê re kiribû. Di demeke din de behsa wê hevpeyvînê dikim û axaftina wî belav dikim.

Paş sî sal karê mamostetî û keşetiyê Ludo Docx biryara çûna nav Baskan dike. Ji 1988 û paş re li wira jî bi cî dibe. Hem li nav Baskên aliyê Fransa hem li aliyê Spanya têkiliyên wî darîçav in. Û ji sedema baweriya xwe ji bo azadiya gelan bi tevgera wan ya bi navê ETA re dikeve têkiliyê. Hemû kesên ETA ava kiribûn nas dike. Bi van têkiliyên xwe wan dide bawerkirin ku şerrê çekdarî di şertên Ewropa îro de bi dewleteke mîna Spanya û Fransa pirr dijwar e. ETA dide bawerkirin ku baştirîn rê, xebata ziman, perwerde, avakirina hêza aborî, berferehkirina xebata civakî û siyasî ye. Ludo, mihawele dike bi çend kesan re berpirsiyarên hikûmeta Spanya û ETA bi hevra bide runiştandin. Li ser vê pêşniyarê her du alî amade ne bi hevra rûnin û biaxivin. Di havîn-payiza 2011 de ETA di mala wî de civîneke sergirtî pêk tîne. Û di wê civînê de biryara çekdanînê distîne. Şerrê çekdarî diqede, lê pirsgirêk qismî çareser dibe. Lê her du alî jî ji wî şerrê bi xwîn westiyabûn û qet nebe Bask hin ji hêvî û daxwazên xwe xwe pêk anîn.  Di demek paş de Ludo weha dibêje ‘karê min bi vî awayî li vir qediya’.

Ludo Docx xebata alîkariya avakirin û pêşvexistina dibistanên bi zimanê Baskî (IKASTOLA, 1975) li herêma di bin destê Fransa de domand. Her havîn, çalakiyên alîkariya van Ikastola li herêma Antwerpen (Beljîka) dihatin lidarxistin. Û di her demê de Enstituya Kurdî ya Brukselê vexwendîbû. Bi xwe li ser Kurdan beşdar radigahandin, bala wan dikşand ser rewşa Kurdistanê.  Enstituya Kurdî ya Brukselê bi standa weşanên ser mijara Kurdistanê di her fersendê de beşdar dibû.

Di roja 12ê meha Kanûnê de Ludo Docx xatir ji malbatî û dostên xwe dixwaze û diçe dilovaniya xwe. Bi vê yekê Kurd, Bask, Katalan, Irlandî dostekî xwe yê hêja hunda dikin.

F
E
E
D

B
A
C
K