Bona ku Kurd Radyoya Rewanê guhdarî nekin, radyo dihatin topkirin, xwediyên radyoyan dihatin girtin û li beramberî êrîis, lêdan û êskenceyan diman. Dagirkerên Kurdistanê bîryar dabûn ku Kurdan ji holê rakin û ziman û çanda Kurdî jî bi riya asîmilasyonê bihelînin; ji Kurdan Tirk, ji zimanê Kurdî jî Tirkî derxin.

Radyoya Rewanê pêsiya siyaseta dagirkeran girt, bû dibistan û zanîngeh, bû hêlîn, bû dengê gelê Kurd ê belangaz û baweriya wan xurt kir.

Ditîna Ermenîstan xeyala min ya sîûpênc salî bû. Ez çûm û min dît, ez bûm heciyê xewn û xeyalên xwe. Yek jî welatên ku xwe nêzikî wan dibînim Ermenîstan bû. Man Efrîka Basûr û Îrlanda. Du sal berê jî min Îsraîl ditîbû.

Ez mêvanê Derwês Ferho, rêvabirê Estîtûya Kurdî li Brûkselê bûm. Kek Derwês, xebatkarê Enstitûyê Mauro û ez, em sê kes di 23’ê Gulanê li ser Tiblisê derbasî Ermenîstanê bûn û me hefteyek li Erîwan û Tiblisê derbaz kir.

Enstitûya Kurdî bo hevditîn û nasîna ciwanên Kurd car caran projeyên gerê ber bi Ermenîstan û Gurcistanê pêktîne. Sedema ger û sefera me jî heman tist bû. Di meha Îlonê de wê ji Belçîka û Almanyayê dora bîst ciwanên Kurd biçin Ermenîstanê û bi ciwanên Kurd yên Ermenîstan û Gurcistanê hevditînan pêkbînin.

Ji 1977’an pê va min gelek Kurdên Ermenîstanê û Yekitiya Sovyetê naskirin, mêvandariya wan kir. Ermenîstan rê da ku ziman, çand û wêjeya Kurdî pêskeve û bibe çira û mesaleyek bo Kurd û Kurdistanê.

Radyoya Erîwanê, rojnameya Riya Teze, dibistanên Kurdî, zanîngeh û înstitûyên lêkolinê, ewrên tarî ku li ser ezmanê Kurdistanê hatibûn dagirtin, çirandin; rê nîsanê gelê Kurd dan û nehistîn ku bêhêvîbûn belav be, Kurd li Kurdistana perçebûyî baweriya xwe wenda bikin.

Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî Kurdên Bakûr, deyndarê Ermenîstan û Kurdên Ermenîstanê ne. Kî ji Kurdan dengê Radyoya Rewanê gohdarî nekiriye? Kîjan rewsenbîr pirtûkek Kurdî ya zargotin, ferheng, gramer, roman, helbest û çirokan negirtiye destên xwe û nexwendiye? Kî goh li stranên Radyoya Rewanê nedaye?

Ronesansa ziman, wêje û çanda Kurdî ya nivîsandî li Ermenîstanê destpêkir û belav bû; Ermenîstan xizmetek gelek mezin û hêja peskesê gelê Kurd kir. Bona vê jî Kurd, deyndarê Ermenîstan û Kurdên Ermenîstanê ne. Lê pasê, pistî têkçûna Sovyetê rews hat guhertin. Nijatrapêzî jehra xwe xist mejiyê siyasetmedarên bêeqil û dostaniya Kurd û Ermeniyan jî sist bû, dilsariyek ket navbera her du gelan.

Nifûsa Kurdan kêm bûye

Bîst sal berê nêzikî sed hezar Kurd li Ermenîstanê dijîyan. Gelekên wan ji ber sedemên cûda dest ji warê xwe berdan û çûn Rusya, Ewropa û belav bûn. Niha dora 20 an jî 30 hezar Kurd li Ermenîstanê dijîn. Piraniya rewsanbîr û akademisyanan dertketine derva. Rewsa Kurdan jî ya wek Ermeniyan ne bas e, pêrisan, feqîr û belangaz in.

Rojnameya Riya Teze ku di sala 1930an de dest bi wesanê kiriye û di heftê de du caran derdiket, niha mehane ye û çar rûpel diwese. Di dema xwe de 27 rojnamevan di Riya Teze de dixebitiyan, niha bi destên kekên Tîtalê Kerem û Mirazê Cemal derdiçe.

Riya Teze, di salên 1930an de ligel Pravda, rojnameya resmî ya Ermenstan û Azerbeycanê çaremîn organa Yekitiya Sovyetan bû, niha pere nîn e ku muçeya xebatkaran û kirêya ofisa xwe bide.

Di besa Kurdî ya Radyoya Rewanê de berê 12 kes dixebitiyan, niha bi xebata Mamoste Keremê Seyad wesana xwe didomîne. Mamoste Keremê Seyad jî êdî kal e û ev 52 sal in ku di radyoyê de dixebite. Wê sibê kî xebata radyoyê berdewamke, ne diyar e.

Hesreta welatê xwe dijîn 

Ermenî war û welatê ku jê hatine qewitandin, jê sirgûn bûne, bûne qubaniyên qetliam û jenosîdê li Eriwanê ji nû ve avakirine û nexwestine ku welatê xwe, sûn û warê xwe jibîrbikin. Gelek taxên Rewanê, navên xwe ji warên kevn girtine: Nor Malatia, Nor Meres, Nor Zaitûn, Nor Arapkir; ango Malatia, Meres, Zaitûn û Arapkira nû. Navên Ararat û Kilikya jî li gelek meydan, avahî û çarsiyan danîne.

Ararat û Agirî xwisk û birayên hev in, wek Kurd û Ermenî. Dîrok û qedera her du gelan jî ji hev disibin, wek hev in. Her qetliam, kustin, talan û sirgûn bûne para her du gelan. Romî û Osmanî, Jontirkên nû û Îslamistên bi qirawet jiyana her du gelan têkbirine û jiyan wan re kirine dojeh û cihennem. 

Feqîrî û belengaziyeke mezin heye

Min carek din dît ku feqîr û belangaz li hemû cihanê wek hev in. Qedera wan, jiyana wan, dostanî û dilgermiya wan, ji hevûdu ne dûr in.

Dîsa min dît ku rêxistin û organizebûna gelan çiqes hewce û giring e. Ger ev nebe, li welatê xwe yê ku “desthilatdar” in, dîsa bindest in; ev welat neyê wan e. Li Ermenîstanê niha dora 2-3 mîlyon însan dijîn. Dora 4-6 mîlyon Ermenî jî li Ewropa û Amerikayê wek diaspora belav bûne. Her yek ji wan kevirek danîba ser kevirekî, niha Ermenîstan dibû Ewropa. Lê nekirine û nakin jî; ber ku welatparêzî evinek cûda ye.

Hewldidin destkeftiyan biparêzin

Bas e ku li Rewanê Mala Kurdan û Kurdistan Komite hene. Bas e ku însanên wek Kinyasê Hemîd, hevalên Davud û Felat, Mamoste Keremê Seyad, Tîtalê Kerem û Mirazê Cemal hene û berxwedidin ku bêhêvîbûn belav nebe û destkeftiyên dîrokî ji dest Kurdan neçin û Kurd bêxwedî nemînin.

Ez spasdarê wan aktor û çalakvanên Kurd im. Her ûsa spasdarê kekê Derwês Ferho me ku bi dehan salan bûye pire di navbera Kurdên Kafkasya û Ewropa û naxwaze ku têkiliyên her du aliyan sist û qût be!

http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=20972

04 Haziran 2013 

F
E
E
D

B
A
C
K