Belê ji warên xwe koç dibin. Ji ber xizanî, feqîrî û hejariyê direvin û derbider dibin. Nexasin di van çend salên dawî de, piştî rûdanên 12 ê adara 2004 an û bi taybetî piştî ku dewletê fermana 49 an, di roja 10/09/ 2008 an de derxist. Ji wê hingê ve feqîrî û hejariyê konê xwe bi firehî di ser xelkên Cizîrê re vegirtiye û bi taybetî di ser Kurdan re.. Ta radeyekê ku pêkanîna gepa nanê rojane bûye problemeke mezin ji piraniya xelkê re..
   Vêca xelkên Cizîrê ji neçarî, bajar û gundên xwe bê plan li şûn xwe dihêlin û koçber dibin.. Berê xwe didin bajar û metropolên wek Şam, Heleb, Beyrût, Emman.. li wan bi cih dibin.. jixwe yê ku zîrek û jêhatî be, ji xwe re dibêje; ya ji texte û ya ji bexte, milk û malê xwe difroşe, xwe li mirinê diqelibîne da ku xwe bi ewrûpa ve bigihîne.. Di encam de, ji koka xwe bi dûr dikevin.. Ji jiyana xwe a xweristî vediqetin.. Ji ziman û kultura xwe a netewî qut dibin.. Sax ji warên xwe derdikevin, mirî li şûnewaran vedigerin.. Di navbera Xelîl û Celîl de jiyana xwe derbas dikin..
  Ji rexekî din ve, gundên wan yên ava li rastê dimînin.. Dibin xirbe.. Bîrên ava wan dixitimin.. Bilbil ji şûnewarên wan bar dikin, kund li wan dixwînin.. Çûkên Beytik ji wan dixeyidin.. Kewên Gozel ji şûnewarên wan bar dikin.. Û êdî nema şivan û gavan li dor gundên wan têne dîtin.. Nema kes dengê reyandin û kewtikewta segan dibihîse.. Mişk, tûpişk û mar di nav kavlên gundên wan de henekan dikin..!
   Jixwe xezeba Xwedê a herî mezin eve, ku ji berî çend salan ve baran nebarndiye.. Çemê Xabûr miçiqîye û çemê Ceqceq çikya ye.. û di encam de zevî hişk mane.. Her wiha hin bi hin çolistan berê xwe fireh dike..
Tu dibêjî qey dinya li serê Kurdên sûriyê xera bûye..! Qey fermana wan rabûye.. Erê ferman..!
   Û wiha kesayetiya mirovên kurd yên ku li Cizîrê, Efrînê û Kobanî mayîn û yên jê derketî tê derizandin, şikestin û guhertin.. Di vê rewşê de zane bûne nezan, nezan bûne zane.. Hest û raman tevlî hev bûye.. Bawerî birîndar e û nalenala wê ye.. Belê, Kurdên Binxetê ji warê xwe koç dikin.. Xwendevano! De were çareyekê ji vê kêşeyê re bibîne?!
Gelo em berê xwe bidin kû û kê?!
Hema heta vir bes e û ez bi xêr û hûn bi selametî.

Qamişlo / Havîna 2010 an

F
E
E
D

B
A
C
K