Tim ji hevûdu dûr mane. Sedemên vê gelek in. Ya bingehîn jî bawer dikim, cih û şûna Kurdistan bi xwe ye. Ber ku cihê Kurdistan bi hezarsalane gelek stratejîk e, li ser riya Bakûr û Başûr, Rojava û Rojhilatê ye. Yên ku dixwastin ji Bakûr derbazî Başûr bin, mecbûr diman li ser axa Kurdistanê derbaz bin. Yên Rojava, an jî Rojhilat jî her ûsa.
Rêyên seferên leşkerî an jî karwanên bazirganî her li ser axa Kurdistan derbaz dibûn û dinya bi hevra girêdidan. Ser da jî dergûşa mîrovatiyê li Kurdistan û Mezra-Botan, Mezopotamya hatibû danîn.
Kurdistan bi deşt û zozan, bi çiya û neval, bi av û bereketa xwe bihûştek ser erdê bû û tim bala xelkê dikşand. Zivistan-zivistan bûn, havîn jî havîn. Û bihar jî taca siruşt û xwezayê bû.
Gelek imperator, serleşker, arteş û talanker li ser Kurdistan derbaz bûn. Lê dîsa jî Kurdistan ji kesên biyanî re nebû yar, tim bi soza xwe re ma û bû war û welatê kurdan.
Ev rastî di naverokên helbest û çîrokan de, di stran û destanan de tim cih girtiye. Wek mînak Rizaliyê Reşîd di helbestek xwe de ûsa dibêje:
Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin şer,
Weke berfa sîngê Sîpan
Helîyan, dîsa çîyayên me man.
***
Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lê kirin,
Tofanê şûşt, ew tev birin,
Dîsa navên qedîm ser man.
***
Hezar, hezar sedsal herin,
Merd û nemerd ser bigerin,
Te bernadin em ji destan,
Welatê me xweş Kurdistan.
Ev rastiya han dibe mijara helbestên Ehmed Arîf jî:
Hatime dotin bi hezar salan
Bi siwarên xwe yên erjeng
Parçe parçe kirine
Xewên min ên sibezû
Xewên bi naz
Ferweran, hêrişkeran, rêbiran
Xerac şandine ser min
Çi ji Îskender tirsiya me
Çi ji Sultan Murad
Rabûne çûne, bê siya xwe!
Belê Kurd welatê xwe xweş Kurdistan bernedan û gihîştin îro. Lê şer, talan û wêran hên jî bi dawî nehatin. Tênê beşek, perçeyek Kurdistan îro azad e. Kurd li başûrê welatê xwe serwer û desthilatdar in. Xwedî parlamen, hikûmet, leşker û polîs in. Jiyan bi her awayî kurdewarî ye û Ala Rengîn li Kurdistanê xwe bi serbestî dihêjîne û carna jî payitextên hinek dewletan, wek Washington, Paris û London dixemilîne.
Irak îro federal e. Kurd di zagona bingehîn de bi gelê ereb re wekhev in. Zimanê kurdî ligel zimanê erebî fermî û resmî ye. Kurd karê xwe dikin, lê li Baxdayê jî xwedî gotin in; serokdewlet û wezir in, fermander û desthilatdar in.
Ev modela başûrê Kurdistan dikare bibe ziman û mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê jî. Lê xwîşk û birayên me yên tirk hên ji vê rastiyê gelek dûr in. Piraniya wan hên gelê kurd wek gel û millet qebûl nakin û naxwazin ku kurd jî wek wan azad û desthilatdar bijîn. Nijadperestî û êrişkarî mejû û xwîna gelê tirk jahrkiriye û ew bûne koleyên nijadperestiya xwe.
Têkoşîna gelê kurd gîhiştiye merhele, qonax û astek herî bilind. Bi milyonan kurd di nav refên welatparêziyê de cih girtine û berxwedidin. Roj nîne ku kurd bo daxwazên xwe yên netewî û demokratîk dernekevin kolanan. Roj nîne ku zarok, xort û keçên kurd dijî terora dewleta tirk bi mêrxasî berxwenedin. Roj nîne ku ev sîh salên dawî de mesela kurd û Kurdistan di rojeva hukûmet û dezgehên dewleta tirk de cih negire. Û dewleta tirk ev çend salin ku bi her rojek nû meşrûyeta xwe li Kurdistanê wenda dike û wek rejîmek dagirker rût û tazî maye. Îro dewleta tirk li Kurdistanê tenê bi tanq û topên xwe, bi panzer û jopên xwe dikare bimîne û hebûna wî ji qişle û qereqolan pêktê û bona vê jî jiyan bo wî bûye zindan.
Ne dûr e ku kurd li Bakûrê Kurdistanê jî nîrê koletiyê bişkînin û bigêjin azadiya xwe. Aşitî li Tirkiyê bi azadiya kurd û Kurdistanê ve girêdayiye. Bêyî vê, aşitî û behsa aşitiyê jî nabe. Bona vê jî pêwiste gelê tirk, ronakbîr û aqilmendên tirk bersiva vê pirsê bidin: Hûn aşitiyê dixwazin an na?
Ger bersiv erê be, formûla vê jî ev e: „Ji Kurdistanê re azadî, ji Tirkiyê re demokrasi.“ Kurd di dawiya civîna Kongreya Civata Demokratik de, di roja 8ê Tebaxa 2010an de destê xwe carek din dirêjî gelê tirk kirin.
Niha dora tirkan e. Ger tirk vê jî qebûl nekin, kurd wê li benda wan nasekinin û kon û çadirê xwe wê bi serê xwe vekin!