MexmûrLi Kurdistanê ser dimese. Ev ser ne weke yên di navbera hêz an jî dewletan de ye. DAIS rêxistinekê terorîst û wehs e. Ew bi navê îslamiyetê wehsetê dimesîne û tu pêwendiya wê û rastiya ola musulman bihev tine. Lê belê heman rêxistin hê jî ji aliyê dewleta tirk ve weke terorîst nayê binav kirin. Jiber ku ji salan vir ve, bi taybetî jî ji sala 2012’an vir ve, dewleta tirk vê rêxistina terorîst destek kiriye û hin hêviyên xwe pê girê daye. Lewre divê  DAIS û Dewleta Tirk jihev dûr neyên dîtin.

Ji hefteya borî vir ve terorîstên DAIS’ê li ser axa Kurdistanê êrisan çê dikin, lidijî Gelê Kurd komkujiyan pêk tînin. Nûçeyên derbarê vî serî de, bi rêya televîzyon, radyo û înternetê digihîjin hemû quncikên cîhanê. Li Ewropayê her rojê li dehan deveran girseyên Kurdan mesan û cur be cur çalakiyan çê dikin. Her kesên ku xwe Kurd dibînin di vê demê de bê deng namînin, çi ji destên wan tên dikin daku cîhan lidijî vê wehseta ku DAIS dimesîne bê deng nemîne.

Roja 7’ê Tîrmehê, dema hate ragihandin ku DAIS’ê êrisê herêma Sengalê kiriye û berê xwe daye Hewlêrê, Serokkomarê Fransa François Hollande da xûyan ku welatê wî amade ye ku alîkariyê bide otorîteya Herêma Kurdistanê. Roja 8’ê Tîrmehê, pistî ku balefirên ser yên Emerîkiyan êris birin ser DAIS’ê, serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron jî diyar kir ku ew jî amade ne ku tevlî heman hewldanên Emerîkiyan bibin. Helwesta Fransa û ya Îngilîzan weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li pês dikeve. Serdana Hewlêrê ya Wezîrê Karê Derve yê Fransa Laurent Fabius weke gavekê pratîk yê YE’yê tê dîtin.

Saziyên YE’yê, bi taybetî Parlemento û komisyonên wê, di meha Tebaxê de kar nakin. Jiber hilbijartina nû ya Serokê Komisyona YE’yê heman sazî hê neketiye nava xebatekê asayî. Jiber van sedeman mirov nikare hêviya helwestekê gistî ya YE’yê bike. Lê belê bi rêya Fransa û Îngilîzan YE’yê dijîtiya xwe ya li hemberî DAIS’ê û alîgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye. Lewre, ez wusa dibînim ku ji destpêka meha Îlonê bi sûn de di rojeva saziyên Ewropayê de wê cihekê fireh ji rews û statûya Herêma Kurdistanê re bê veqetandin.

Çendî van rojan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li Sengalê û Mexmûrê rewsa gelê me di tengasiyê de be jî, ez xwedî bîr û baweriyekê mezin im ku Gelê Kurd wê serdest bê. Terorîstên DAIS’ê wê nikaribin li ser axa vî gelê berxwedanvan zêde bijîn û kiryarên wehs pêk bînin. Lewre pirr girîng e ku di navbera hêzên kurd de rihekê yekîtî û hevkariyê lipês bikeve. Herwuha pirr girîng e ku di qada navneteweyî de karekê dîplomatîk yê pispor bê mesandin daku statûyekê nû ji Herêma Kurdistanê re bê nas kirin.

Pistî van êrisên terorîstên DAIS’ê atmosfera siyasî û dîplomasiya navneteweyi dikare ji bo berjewendiyên Kurdan bê xebitandin. Divê mijara Serxwebûna Herêma Kurdistanê bi awayekê zindî bikeve rojevê. Bê hêzbûna Kurdan êdî ne mumkun e ku di Rojhilata Navîn de nirxên weke  demokrasî û mafên mirovan bên parastin. Dibe ku hin kes vê analîza min hinekê negihîstî bibînin, lê belê, li gorî jiyan û tecrubeyên xwe, ez vê yekê qet jî weke êhtimalekê dûr nabînim.

Ahmet DERE / 11.08.2014

F
E
E
D

B
A
C
K