Seroka Jinên Sosyal Demokrat, xanima navdar, keça kurd Nalîn Baksî  û cardî keçeke kurd, debatora jîr Dilsa Demirbag, di bernameyeke radyoya Siwêd de dihev  hilfiriyan û di çarçeweya azadiya mafê gotin û derbirînê de gotinên xwe gotin. 
Lêkolîner  û siyasetmedarê salan, Mirad Ciwan bi riya hejmarek seminar nîqas  gurr kir, zewrek din lê xist. kurdistan_I._Karlsson_308199126.jpg
Rosa, bi meqalyeke pista xwe dide çavdêriyên çend salên dawî ji semînerên birêz Karlsson, ragihandin û daxwiyaniyên wî,  çesneke din da guftûgoyan.
Berpirsiyarê  Zeratustra News ê, rojnamevanê çalak Gabar Çiyan jî, bi nûçe û analîzeke  dirêj bi çend zimanan; kurdî, siwêdî û Ingilîzî jî di nav wan de, çarnikarên cîhanê bi bûyera Karlsson bi kitêbê hesand.
Birêvebirê Radyoya Astî li Stokhlomê Hecî Kardoxî jî ji cebhe û eniya xwe, teqsîrî nekir, nîqas heta bi malên kurdan bir û dabas gihande bi hezaran kes û malbat.
Ev hisyarî, guhdîkî,haydariya ji çi dibe çi diqewime, kî ji bo me û welatê me çi dibêje, çi dinîvisîne, nîsan û delîla asteke berpirsiyariya di nav xwenda, rojnamevan, xwedîgotin, siyasetmedar, nvîskar û rewsenbîrên kurd  de li diyasporayê ye.
Xwiyaye,ew zemanê, kê ji bo kurdan çi digot ji wan re dima, li pey me dimîne. Kurd îro li ser xwe dixeyidin, li gel yan li dij xwiya nin, xwedîdeng, helwest û ray in. Nîqasa li ser vê berhemê li ser pirtûka birêz Ingmar Karlsson "Kurdistan welatê ku tune", vê dibêje. Ev xwiya dibe û tê dîtin.
Reaksiyon çend core ne. Hinek bihêrs û hinek jî bi lez in, hewarî û mina nanê sikeva ne, li dora çend xalan diçin û tên.
1. Nave kitêbê
2. Pêsgotina kitêbê
3. Analîzkirina civaka kurdî , di nav vê analîzê de rexneyên li  Mam Celal û Serokê Herêma Kurdistan Kak Mesûd Berzanî
4. Rexneyên li PKK
5. Alîgiriya hikûmeta AKP
6. Û dawî jî encama kitêbê ku"dewleteke kurdî xeyal e".
Di berhema birêz Karlsson de aliyên wuha ku di awura ewil de  xwendevanê  kurd dicefilînin, vediciniqînîn ne kêm in helbet. Belê kitêb ne tenê ev e.
Kitêb xwendineke bisebir, li ser xwe, û dinavdenoqbûyî dixwaze. Yana dîtin û nirxandin wê sererû, vêl bimînin. Wê
dualî  bibin neheqî, hem li nivîskar û hem jî li xwendevanan.
Faktorekî pêwist  ji bo analîzek bas, biked û bikêr:
Nivîskarê kitêbê diplomat e. Zincîrek sal li Rojhilata Navîn, li Ewropa û derên din dane pey xwe. Hê jî balyozê Siwêd li Tirkiyê ye. Ne nivîskar, rojhilatnas, rojnamevan yan jî gerok û niwênerê rêxistineke sivîl e. Diplomatek jî, ji herkesî zêdetir niwênerê dewleta xwe ye û bêgoman xeleka nav dewleta xwe û ya lê erkdar e.
Birêz Karlsson hê aktîv  e, li ser karê xwe ye û teqawîd jî nebûye. Kitêba dîplomatekî wuha binîvisîne û ew jî li ser mesela kurd, ku ji herkesî jî zêdetir ew bastir zane bê çendî bivê ye, hem karekî bi cesaret e û hem jî gotin û formûlasyonên  biihtiyat û nismî dixwaze.Tistê Karlsson jî kiriye ev e. Di kategoriya xwe de, ango wek analîzeka dîplomatekî heta tu bêjî bes fikirlêkirî û konsekvent e.
Diyare, Birêz Karlsson Rojhilata Navîn;  gel,kultur, ol û mezhebên wê, nakokî, dijberî û pirsgirêkên wê bas nas dike.
Di analîzên wî de aliyên xwurt û biîsabet ku em jî Karin îmzeya xwe bavêjin binê wan hene.
Aliyên mirov difikirînin, rewsenbîr, dîroknas û siyasetmedarên kurd ji wan ders û encaman derxînin û ji bo xwe wek rexneyên ciddî qebûl bikin jî ne kêm in.
Dîplomatê siwêdî  ji doh ber bi îro de dikeve rê, ji analîza  doh û îro ji bo siberojê encaman rêz dike û çareseriya xwe di du hevokên dawî de wuha bi las û gewd dike ku yek ji wan peyveke pêsiyên kurdan e:
1. "Dewleta kurdî xeyal e"
2. "Xwedê deriyekî digre, belê hezarî vedike."
 Em li meselê çawa dinerin?
1. Ya ewil birêz Karlsson Pirsgirêkên navxweyî, dîrokî û girêdayê heyam û serdemên diyar, pirr ji xwe mestir kirine.
2. Ya duhem wek ku ev pirsgirêk; em bêjin pirsgirêkên zarava, avabûna zimanê  standart û yekgirtî, yekîtiya neteweyî, meselên kesayetî û serokayetiyan, nakokî û dijberiyên sosyolojîk, welatê Karlsson Siwêd jî di nav de, li tu derên din yên cîhanê çênebûbin, derneketibin û mina ku bi tenê karekter û xwezayeke kurdan bin, kurt û kin wek ku ne qonaxî , katî, belê di xulqeta kurdan de mayinde û berdewam bin û tu têkiliyeke wan bi zeman re, bi asêgeha dewletên ku dagîrkeran  ji kurdan re çêkirine, bi destên di qirika wan de tune be, encaman derdixe.
3. Ya sêhem di tarîfkirina aliyan; aliyên di nav ser de jî birêz Karlsson ji rastiyê dûr dikeve , aliyê wî yê diplomatane, serdestê objektîvîtiya  wî dibe û kurdan _ em bi gotinên wî bêjin_ wek niwênerên civateke "arkaîk, emirmende, li derveyî zeman,rêlêgirên modernîzmê,hejên nav piyan û dewleta tirk jî wek niwênerê avakirina dewleteke modern û sekûler binav dike. Bi gotinin din mirov pêjin û bêhna hewedariyeke  heskere û mêzêneke dageryayî dike.
4. Ya din dil dixwest ku Karlssonê welatê Olof Palmêyê humanist û alîgirê mafê mirovan vê jî bibîne, bê ka çendî ev " dewleta Modern" û berdevkê wê yê îro AKP û  serokê wê Erdogan, ji bo "arkaîzma" ew rexne dike, kûrtir û tîrtir bibe, kurd ji nav dernekevin, di nav de bixeniqin" çawa serekî xwênawî dike, çawa xwîna law û keçên kurd û tirk bi erdê de ber dide, ji ber ku astiyê dixwaze çawa tecrîda Ocalan di nav de disidîne û  di encamê de çawa milyaran berhewa dike.
5.  Ev jî gerek bê gotin ku bervajê texmîn û analîzên Karlsson, ne sînorên di nav kurdan de mina berê asê ne, ne kurd wek doh ji hev re bêtifaq in û ne jî jiyana arkaîk û emirmende ewçendî xwurt û serdest e. Her wuha dewletên mezin û dagîrker jî wek berê wuha bi hesanî hew Karin kurdan li dijê hev bikar bînin û kurd bi xwe jî hew rê didin xwe bikaranîna Karlsson destnîsan dike.
6. Dawî, serokên kurdan jî ji her gav bitecrûbetir, çavekirîtir, dûrbîntir, neteweyîtir û kurdistanîtir in. Gelê Kurd jî îro çendî girêdayê serok û mezinên xwe ye ev ji salên dawî tê dîtin û ji bo vê jî nimûne ewçendî zehf bûne ku pêwist nake mirov gisan li vir rêz bike. Me dît di dema girtina Ocalan de çawa li çar aliyên Kurdistana dagîrkirî û li her cîhê kurd hene li cîhanê, çawa kurd rabûn ser xwe, daketin kolan û meydanan, xwesewitandin û em îro jî dibînin bê serokên gelê me li Basûr; Kak Mesûd û Mam Celal çendî kar dikin da ku careke din kurd nekevin nav serê birakujiyê û neyin lîstika dewleta tirk.

Kitêba birêz Ingmar Karlsson " Kurdistan" her kurd û di dereceya yekem de jî siyasetmedarên me, berpirsiyarên sazî û komeleyên me, pêwiste bi baldarî  bixwînin. Di her besê kitêbê de gelek tesbîtên xwurt, înformatîv hene  ku em divê bi cidiyet li ber çavan bigrin.
Mîrhem Yigit
Li Nisêbînê hatiye dinyê. Jibo xwendina bilind derket derveyî welêt. Li Almanya û Çekoslovakyayê xwend. Di dezgehên pêsî yên kurdan li Ewropayê, di yekîtî, federayon û komeleyan de xebitî. Rêvebiriya radyoya Mezopotamyayê kir. Di destpêka derketina rojnameya Welat de xebatên wî piralî çêbû. Pirtûkek wî bi navê Helwest derketiye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî belav bûne.
Niha, di Intîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û Zanistiyê li Almanyayê aktîf dixebite. Endamê KNK ê ye.

Zarathustra News – eurokurd.net

 

F
E
E
D

B
A
C
K