Kordînatorê CHAK Swêdê nivîskar Seyidxan Anter li ser planên hefteya pêsiya me dîtina xwe wisa anî zimên. ”Li gorî planê, di rojên pêsiya me de, em ê bi saredarên bira re, bi taybetî li Swêdê hevdîtinan pêk bihênin û li ser mecalên hevçalakiyan kur bibin. Bi hevkariya CHAK Swêd û CHAK Bakur, em ê ji bo encamgirtinê gavên ciddî bavêjin.”
Siyasetvana Kurd ya Sosyal demokratên Swêdê Evîn Çetin bi erênî nêzî dîtina Anter bû. Wê anî zimên ku dê li ser pirsê bi Anter re têkiliyê deynin, xebatê bikin.”

Cigirê Serokê Komîteya Navendî ya CHAK ê, rojnamevan Gabar Çiyan xebatên hatine kirin wisa sirove kir: ”CHAK li gorî plan, program, raçavkirina pirsê û bidestxistina encamê li ser pirsan kur dibe. Di vê çarçoveyê de, rêvebirê gistî yê ragihandina dezgeha Amnesty International û sekreteriya wê ya navnetewî, Amnesty International Sektiona Swêdê, Fînlandia, Norvec û Danîmark hatin agehdarkirin. Kordînatora navnetewî ya Amnestiya Danîmarka Lisa Blinkenberg û ya Swêdê Bob Velluci anîn zimên ku, wan pirs biriye ber destê navenda xwe. Rêvebirên ragihandin û pirsên navnetewî yê dezgeha Minority Group International û Human Rights Watch serê hefteya derbasbûyî rapora me girtine.

Ji awira dezgehên polîtîk ve, xebatên me li Swêdê didomin. Partiyên Swêdê bi serdan û bi rêya parlamenterê endamên serefê yê CHAK ê, û dostên Kurdan, siyasetvanê Kurdan di nava partiyan de li ser pirsê hatine agehdarkirin. Ji partiya mesîhiyên demokrat Désirée Pethrus Engström anî zimên ku, ew ê pirsê bihêne rojeva wezareta karê derve. Her wisa ji aliyê sosyal demokrat û partiya çep jî gavên bi wate hatine avêtin.
Hayê sekreteriya Sosyalist International û Gruba demokrat û Dosyalîstan di Parlementoya Ewropayê de ji pirsê heye. Hemjarek mezin ji dezgehên netewî yên çandî, civakî û polîtîk hatine agehdarkirin.”

Serokê CHAK yê Komîteya Navendî Goran Halabcayî li ser xebata CHAK-Danîmarka, ji bo pistgiriya Azadiya Demirbas wisa axifî: Roja duwê ya kampanyayê, bi rêya têkiliyên yekser û belavkirina zaniyariyê, hejmarek mezin ji dezgeh û parlementerên danîmarkî li ser pirsê hatin agehdarkirin. Pirs ji aliyê me ve tê sopandin.

Ji rêvebiriya CHAK Norvecê Nalî Azad ragihand ku, wan rapora navendî ya CHAK ê gihande hejmarek bilind ji dezgeh û parlementerên Norvêcê.

Kordînatorê Navenda CHAK ê Elî Mehmûd ji bo xebatên li Holanda hatine kirin wisa axifî: CHAK-Holanda dezgeh û parlamenterên Holnadayê li ser pirsê ronî kiriye. Weke berpirsê ragihandinê, min bi tevayê têkiliyên me yê navnetewî re têkilî danî û gavên pêwîst avêt.
Zindanîkirina Demirbas qeyd û zîncirkirina zimanê kurdî û zimanên herêmê ne. Pirsa azadiya Demirbas bi wijdanê însanetiyê ve girêdayî ye. Divê mirovahî û cîhan li Demirbas xwedî derkevin.

CHAK-Bakur ji dezgeh û sexiyetên kurda xwest ku, ew besdarî kampanya îmzekirinê bibin û pistgiriya xwe nîsan bidin.
Kesên bixwazin bi îmzeya xwe besdarî kampanyayê bibin, dikarin bi zaniyariya nav, pasnav, kar û welatê lê ne, e-mailekê ji [email protected] & [email protected] ê re bisînin.

EuroKurd News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K