Di 5ê meha Mijdar 1982 de şoreşgreê Ermenî Nûbar Yalimyan ji aliyê kujerên dewleta Turk di mala wî de li Uttrecht hatibû kuştin. Tu car goman nebû ku kuştina wî ji aliyê dewleta Turk bi ferman pêk hatibû.

40 sal berê, tev gelek Kurd û Ermenî li Brukselê em çûbûn ser cenazê Nûbar. Malbatî, dê Nazê û bav Ûsiv, birayê wî Aram, cîran û nas li aliyekî, dostên din li aliyê din ev êşa giran dihat parve kirin.

Nûbar Yalimyan, di 1957 de ji dayik dibe, di 1969 de tev manbata xwe têne Stembol, di salên 1974-1975 de dikeve nava refên Partîzan. Xebateke aktîf ya siyasî di nava vê rêxistinê de dikir. Zimanê Ermenî, Kurdî û Turkî baş dizanî. Bi zimanê Ermenî helbest, nivîsên îdeolojîk û huner jî dinivîsîn. Ji sedema vê xebata pirralî (siyasî û kultûrî) jî di sala 1978 berê xwe dide Holanda û li wira têkoşîna xwe dijî rejîma dictator li Turkiyê didome.

Ez di 1977 de hatim Ewropa, ji sedemên cuda li Beljîka bi cî bûm. Bi hatina xwe re peywendiyên min bi civaka Ermenî, Suryanî/Asûrî/Kildanî re domand û ev têkilî heta roja îro jî didome. Bi taybetî pey sala 1980 ku Ermenî, Suryanî û Kildanî ji aliyekî, li aliyê din Kurdên siyasî bi girseyî hatin Ewropa. Beşekji wan jî li Beljîka bi cih bûn. Di wê demê de bû ku Nûbar gelek caran dihate Bruksel, serlêdana malbatiyên xwe dikir. Bi wê wesîleyê çi li mala dê-bavê wî, dayka Nazê û apê Ûsiv, çi li mala dost û hevalan sohbetên me bûyine.

Di nava malbata Nûbar de, dema mêhvan hebûn axaftin bi Kurdî bû. Hemû endamê malbatê Kurdiyeke pirr paqij û xweş diaxaftin. Bê goman Nûbar jî bi Kurdiyeke zelal, nerm û xweş diaxaft. Ji ber vê yekê jî nayê bîra min ku ji wê demê û vir de em bi hevra, paş kuştina wî jî, bi malbatiyan re bi zimanê Turkî axaftine. Her tim Kurdî ye.

Dema ew li Hollanda hevkariya weşana Baykar (Combat) û avakirina komeleya Ciwanên Ermenî dike. Di xebata xwe ya siyasî de wezîfa peywendiyên di navbera Kurd, Turk û Ermeniyan digre ser mile xwe. Di vê çarçewê de Nûbar Yalimyan beşdarî Newroza ku me di 1981 de pîroz kiribû û tev Dogan Özgüden ji beşdaran re axaftibû. Ji xwe paş wê sale, hêdî hêdî Ermeniyên li Beljîka jî rêxistineke bi nav Komeleya Ermeniyên Demokrat li Beljîka ava dikin. Û hevkariya me bi vê rêxistinê re, bi Info Türk û Enstituya Asûriyên Beljîka re bi awayekî rêkûpêk pêk tê.

Di wan salan de dewleta Turk bi awayekî heşkere ferman kuştina gelek çalakvanên siyasî, bi taybetî kesên ku li ser pirsgirêka Kurd diaxivîn, plan kiribû. Mînak, di 10ê Gulana 1978 de nivîskar, siyasetvan û yek ji çalaktirîn xortê Kurd Ganî Bozarslan (kurrê nivîskarê mezin Mehmet Emîn Bozarslan) bi destê kujerên dewleta Turk tê kuştin. Gelek goman hene ku Ganî Bozarslan ji aliyê rêxistina “Aydinlik, ku wek rêxistinek di xizmeta dewleta kûr de” tê nasîn. Wek tê zanîn, Ganî ji wê rêxistinê veqetiyabû û ew bi dijminatiya Kurdan bi nav dikir.

Nûbar Yalimyan mirhovekî têgihiştî bû. Dîrok, êş û birînên gelê xwe baş zanîbû.

Li her cî û fersendê jî wî ev yek dianî ziman. Loma jî ew bû hedefa dewleta Turk.

Nûbar Yalimyan li Brukselê, di goristana Schaarbeek de hatiye çalkirin.

Bruksel, 05 11 2022

F
E
E
D

B
A
C
K