Shemiya 30 Chile 1972, li Derby, leshker û polîsê Brîtanî êrîsheke hovane bire ser  xwepêshandineke ashtiyane ji bo mafên bingehîn yên Îrlandiyan. Di sala 1998 de Îrlandiyên Katolîk û Protestan bi navbertiya serokwezîrê we demê Tonny Blair li hev hatin, di heman demê de komîsyoneke lêpirsînê pêk hat. Pash 12 sal lêkolîn, 240 milyon Euro mesref, encam bi raporekê dane zanîn. Komeke muzêkê ya Îrlandî di sitraneke xwe de weha dibêje: ‘I can’t believe the news today. I can’t close my eyes and make it go away’: (Ez nikarim nûçeya îro bawer bikim. Ez nikarim çavên xwe bigrim û jibîr bikim.)

Di sala 1972 de gelek berxwedanên Îlandiyan di hember Brîtanya de pêk hatin û zêdetirî 500 kes hate kushtin.
Bê goman, birînên Îrlandiyên Bakur ku ji demeke dirêj e di bin îdareya Brîtanye de ne, hêsanî derman nabin. Jibîrkirina vê zor û bindestiyê dijwar e. Rewsh jî gelekî hatiye guhertin û Îrlanda Bakur di demeke din de ye. Rastiya dîrokê dijwar û bi jan e.   

Lêmikurhatina serokwezîrê Brîtanya bi navê neteweya xwe ji bo vê roja resh, derengbe jî, serbilindiyeke. Ew hovîtî nayê pejirandin, nayê jibîrkirin, lê qet nebe ji aliyê kirdaran tewanbarî bû û sûcê xwe qebûl kirin.

De vêce em li Turkiyê binêrin û bi Brîtanya re miqayese bikin. Cidabûna di navbera wan de weke neynikê dikeve ber meriv.
Bê goman, Brîtanya li hember gelek gel û herêman kiryarên xelet kirine. Li Afrîka, Asya, Amerîka Latîn, Rojhilata Navîn û di nava vê herêmê de jî li Kurdistan gelek sûcên vê hêza mezin hene. Di her berxwedanekê de bi destê dijminên Kurd girtiye û bûye sebebeke girîng ji bo bindestbûna vî gelî. Bi siyaseta xwe, bi îmkanên aborî, bi çekên xwe her tim alî Turk, Ereb û Parsan kireye. Û bûye aîkarê dagîrkerên Kurdisan ku deng û hêza Kurdan ji bo jiyaneke bi rûmet bibirre. Lê dîsa cudabûnek di navbera van her du dewletan de heye.
Yek jê li tewanbariyên xwe mikur tê, ya din bib i înkara hebûna gele bindestê xwe ve mijûl e. Yek jê dagîrkeriya xwe didome, lê înkara koloniya xwe nake. Ziman û kultûra xwe bi wan dide jiyandin, lê kultûra wan jî qedexe nake. Zimanê wan serbest e û li gelek ciyan jî di perwerdê de tê bikaranîn. Ya din ji pênc-shesh hezar kilometre dûr hatine, li Kurdan bûne mêhvan, Kurd li wan xwedî derketine. Lê pash ew bic î bûn li serê Kurdistan jî bûne bela. Ne bes welatê wan kirine kolonî, lê hebûna wan jî qedexe kirine. Di vê derê de ezê serbûyereke xwe kin bêjim. Ez tev çar hevalên Beljîkî, du parlementer û du rojnamevan li nav Kurdên Kazakistanê bûn. Bi we minasebetê em çûne serdana zanîngeha Almatî. Di bexçê zanîngehê de me sohbeta xwe dikir heta Prof. Kinyazê Îbrahîm were û em herin gundekî Kurdan. Chend xort ber bi me hatin û ji me pirsîn ‘hun ji ku ne?’. Min got, ez Kurd im, ev heval jî Beljîkî ne. Yekî ji wan dîsa pirsî ‘tu ji ku aliyê Kurdistan î?’. Min got ‘ji Bakurê Kurdistan, aliyê Turkiyê’. Ew pê re pê re kenî. Dema min sedema kenê wî pirsî weha bersiv da min. ‘Turk li vê herême bûn, eshîrên gelekî netebte bûn. Eshîrên din bera wan da û ji vira qewirandin. Hatin û li serê we bûne bela. Ji ber vê ez dikenim.’ Hema ji nishka ve bersiva wî ji devê min derket. ‘Mala we neava. We tishtekî bash nekiriye.’ Xort hê zêdetir kenî û tev hevalên xwe ji me qetiya.
Eger em sûc û hovîtiya dewleta Turk di hemberê Kurdan de binivîsin, ne roj, ne meh têrê dikin. Chend sal pê dive ku lîsta sûcên vê dewletê were zanîn. Û tishtê ku herî zêde ji min re giran tê, qet û qet ne xema vê dewlet û rayedarên wê ye bi çi awayî Kurd têne êshandin? Welatê wan çawa tê wêrankirin? Ne bes hebûna Kurdan hedefa wan ya tinekirinê ye, tishtê ku bîna Kurdî jê tê jî hedefa îmhakirina wan e.
Ferqa Brîtanya û Turkiyê di vir de ye. Du dewlet in, her du jî tewanbar in. Lê weke ku qencê qencan, pîsên pîsan jî hene.
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1725&yazar=71
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K