Bi dîtina min, gelek ilimdar û lêkolînvanan jî gotiye, fêrbûna saristaniya xwezayî, civakî, ilm û qewlên Xwedê nasînê gelekî beriya dewranê ku xwandin û nivîsandin(ya bi tîpên bizmarî ku B.Z. 3400) peyda bive de hebû ye.

Li goriya ku ez ji dîroka xwezayî, civakî û kevnesopên Ezdahîtiyê fahm dikim, ruhaniyên(Pîr, Babaderwês, Fuqre, Koçek, Qewal û yên wekî din) me Ezdahiyan jî, berê zanîn, ilm û baweriya Xwedê nasînê bi batinî û kerametên xwe fêrbûne, sanî endamên mal û civaka xwe kirine. Lewma jî gotine:

„Ez bûm li ber keremeta Mewla yî,
Dame ber destê wî Hosta yi,
Ewan ji bo min çêkirin xwesî û sahî“

Hebûna gelek parêzgeh û nîsanên wan qencên Xwedê(ruhaniyên me) ku heta îro hêjî li gelek cîh û sûnwarên bav-kalên me hatêne parastin, buyer û kiryarên Xwedê nasan mak(tespît) dikin. Ez bawerim gelekan ji me jî, hebûna batinî û kerametên hinek oladrên Xwedênas dîtine.

Li goriya zargotina me dibêje; oldarên me, hinge li Êzdîxanê û heta van salên dawî jî li Kurdistanê, ji her derd, bela, keder,  xem û pirsgirêkên endamê civakê wekî hekîm(doxtorê vêga), dadparêz, mamoste û berpirsyar çareser  dikirin. Piraniya zanîn, ilm, qewl, duha, buyer û fermanên Êzîdiyan bi xêra zargotina oldaran, gotin û sitranên dengbêjan di nava gelde dihatine xwedîkrin. Lewma jî ruhaniyên me gotine:

“Rastî, rêya Xwedê û Tawisî Meleke,
T-Melek afirînderê min û Milyakete,
Xaliqê 72 Mîlet û 80 hezar xulyaqete“

 Lewma di wî wextî de, li Êzdîxanê(ez bawerim vêgajî li Kurdistanê) gelekan ji endam û dûnavên me Êzdiyan, bi taybetî jî kurên xwe disandin nav mal û ber destên Xwedênas, hosta-zanên oldar. Zarok bi mamoste û oldaran re  diçûn li nav mal, civat û ji ber zargotina Êzdiyan fêrî zanistî, çande û kevnesopên Ezdahîtiyê dibûn. Ji ber wê jî pêwîstiya kesî bi xwandehgeh û dibistanên ku hest û berjiwendiyên kesayetiyê di ser ya Xwedê nasînê de bilintir bikin tûne bûye.

Wekî ku min li gor Ezdahînasîna xwe, hinek ji bawerî û kevnesopên Ezdahîtiyê da ne xwanê kirin, xwandin û nivîsandin ji bo me Ezdahiyan tûcarî ne guneh buye. Lê, dagirker û desthilatdaran ji bo berjiwendî û sîstema hukimdariya xwe, destûra xwandin û nivîsandinê ji me bawermend û bindestan ra kirine qedexe û guneh. Hinek ji Êzdiyan bi nezanî, hinekan jî bi hemda xwe hinek agehdariyên nerast, di derheqê naveroka kevnespên Ezdahîtiyê de dane an hêjî didine lêkolînvanên biyanî. Gelek serpêkhatên me Ezîdiyan hene, ku hêjî tû kes nizane, ka ev buyer ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûye, gelek caran ew ne bi rastî hatine diyarkirin û sîrove kirin.

Lewma jî dibêjim, nerast e ku em piraniya van lêkolînên hinek Ezdahî û biyaniyan wesandine ji bo pirtûkên nasîna Ezdahîtiyê bikine bingeh. Û divê em jî weke hinek lêkolînvanan nebêjin, „Xwendin û nivîsandin di nava êzdiyan de qedexe “ anjî guneh bû.  ….

13.11.2011

F
E
E
D

B
A
C
K