Di derbarê daxûyaniyên Leyla Zana de cur be cur nêrîn, rexne û herwuha pesindayîn têne ziman. Qada niqasên di derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de balê dikêsîne ser daxûyaniyên Leyla.

Di hevdîtina mijara gotinê de Leyla gotiye ; « Di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de herdem min bawerî bi Recep Tayip Erdogan aniye û tenê ew dikare heman pirsgirêkê çareser bike ». Di nava hevpeyvînê de xala ku herî zêde bûye mijara rexneyan ev e.

Ez ji destpêka salên 1990’î ve Leyla Zana nas dikim û me bihev re kar kiriye. Ez dizanim ku ew bi awayekê zanabun naxwaze zerarê bide rêxistinên kurdan û doza Gelê Kurd. Lê belê hin dem hene tistekê pir piçûk dikare bandorekê mezin çê bike.

Mijarên ku Leyla di hevpeyvînê de aniye ziman ji nêrînên hin rayedarên KCK cudatir nîn in. Di van rojên dawî de hevpeyvînekê Murat Karayilan jî di rojnameyekê tirk de wesiya. Eger gotinên Murat Karayilan bi awayekê bas werin xwendin wê bas were dîtin ku nêrînên Leyla zêde cuda nîn in. Tenê gotinên wî, ên di derbarê Recep Tayip Erdogan de hêjayê rexnekirinê ne. Di çapemeniya tirk de jî hevoka herî zêde derketiye pês ev e.

Leyla Zana parlementerekê serbixwe ye, ew endama tu partiyê an jî komekê nîn e. Lê belê hemû Kurd wê weke endama BDPê dibînin. Di vê dîtinê de rastiyekê jî heye ; Leyla bi dengên BDPê hatiye hilbijartin, eger BDP nebûya û ew nikaribû bi tena serê xwe biketa hilbijartinan. Ez bawer nakim ku gelê Amedê wê sandiba Enqerê. Beriya ku heman hevpeyvînê bide rojnameya tirk, divê Leyla nêrînên BDP’ê girtiba. Eger wusa biba ez bawer im wê van gotinan di derbarê Recep Tayip Erdogan de negotiba.

Serokwezîrê tirk, bi taybetî di van salên dawî de, lidijî BDPê zimanekê tûnd bikar tîne û naxwaze Koma BDPê weke hêzekê Meclîsê bibîne. Herwuha di operasyonên ku lidijî rayedarên BDPê pêk tên de rola AKPê mezin e. Di demekê wusan de, ez bawerim ev nêzîkatiya Leyla li xwesê piraniya Kurdan naçe. Heskirina ku Leyla di dilê Kurdan de ji xwe re çê kiribû wê hinekê sar bibe.

Pistî ku Leyla ji zîndanê derket wê xwest herdem weke kesayetiyekê serbixwe tevbigere. Digel cur be cur pêsniyaziyan wê nexwast di nava tevgerekê de cih bigire. Di hin platforman de jî wê hin nêrînên cuda anî ziman, xwast weke sexsiyetekê « taybet » were nas kirin. Le belê di piraniya tevgera xwe de wê alîkariya BDPê girt, bê heman alîkariyê wê nikarîbû tistekê giranbuha bike. Lewre ez wate didim rexneyên rayedarên BDP’ê.

Van rojan, bi taybetî di malpereyên internetê de, cur be cur rexneyên Kurdan lidijî Leyla pês dikevin. Ez tu wate nadim van rexneyan. Divê em Kurd fêrî guhdarkirina nêrînên cuda bibin. Tenê bi rexnekirina hin tistan û sexsiyetan kes nikare ji doza gelê xwe re xizmetê bike.
18.06.2012

 

F
E
E
D

B
A
C
K