Li Ewropayê hebûna kurdan her tim li gorî min zengîniyeke mezin bû. Di warê danasîna pirsgirêk û pêkanîna berjewendiyên neteweyî de dikare roleke girîng bilîze. Beşeke mezin ji vê civakê, xwedî li xwe û nirxên gelê xwe derneketibe jî, beşa din amade bûye hebûn û nebûna xwe ji bo gelê xwe bike qurban. Heta roja îro jî wiha ye. Mijara me ya îro di nav kurdên Ewropayê de ev beşa ji her fedekariyê re amade ye. Di hin deman de kêm zêde, bi xurtî û dijwarî, barê ketiyê ser milê xwe  hilgirtiye. Dibe ne bes be, lê texsîr jî nekiriye. Û li gorî agahdariyên ewropiyan jî ev civak ji hemûyên din siyasîtir e.

 

Gelo ev yek têr dike. Bersiv bê guman, na ye.

Civaka serketî, divê di gelek waran de organîzekirî be. Di siyasetê de, di saziyên civakî, kulturî, pîşeyî û di sendîqa û bingehên perwerdê de hebûn şert e… Ne bes hebûneke fîzîkî, lê pêkhatî, xwedî erk û armanc, xwedî hedef û bi bîr û bawerî… Ji xwe bawer û bi biryar… Û ev tevahî organîzekirî be hebûn natewê. Xwedî hêz e… Ji ber xwedî hêz e, dibe xwedî gotin jî… Ji ber xwedî gotin e pêkanîna armanc a me di têkoşîna berjewendiyên neteweyî de serketî ye. Serketina piralî li nav civaka me li Ewropayê ji têkoşîna gele me bo çareseriya pirsgirêka kurdî û azadiya Kurdistan, dibe rastiyeke dîrokî…
Gelo ev mimkin e? Bersiv bê goman, belê ye.

Li seranserê welatên Ewropayê kurd hene. Hinek ji wan bi dehsalan li vira bi cî bûne. Hin jî taze hatine û hêdî hêdî bi cî dibin.

Di nava refa pêşin de kêmasiya xwendekaran hebû. Di nav beşa din de ronakbîrî xurtir bû. Di nav her du aliyan de hestên xerîbiyê dijwar bûn û hiş û evîna wan ber bi welêt diçû. Civaka nuh ya Ewropî j iwan re ne hêsanî bû û integrasyon ji bo wan heta dereceyekê dijwar bû. Pirsgirêka ziman, cihêbûna kultûrî, jiyana nuh… Pêwîstiya abora jiyana malbatî li vira û pircarî di eynî demê de li welêt jî… Bi ser de jiyana dijwar ya ku hê malbat, derdor û temamiya welêt tê de. Ew li vira lê hiş û evîn li wira…

Ji aliyê din, li welatên cihê li Ewropayê pirraniya karkeran li hin welatan, piraniya ronakbîran jî li hin welatan li hev civiyan. Li Elmanya, Fransa û Hollanda para mezin ya karkeran, li welatên Skandînavya jî, piranî li Swêd, ronakbîr li hev civiyan. Vê yekê bi salan dewam kir. Heta van neh-deh salên dawî ev weha bû. Lê ev yek di salên dawîn de tê guherîn û neslê duyemîn û sêyemîn cî distîne.
Di roja îro de li piraniya welatên Ewropayê xwendekar zêdebûne. Li zanîngehan hejmara xwendekarên kurd roj bi roj zêde dibe. Darî     çav e ku hêdî hêdî di nava mercên cihê de, li gelek ciyên bilind dibin xwedî statu.

Di her qada jiyanê de, di her sazî û partî de hebûna kurdan rastiyeke dîrokî ye. Û piraniya wan xwedî erk û hestên neteweyî ne. Bi kurdbûna xwe serbilind in.

Di xwendegehan de, li nav institusyonên Ewropayê de, di xwendegehên cihê de, êdî kurd hene. Bijîjk, parêzer, rojnamevan, dersdar, psîkolog, ekonomîst, werger, cineast, di aliyê muzîk û dengbêjiyê de hunermend, nivîskar, helbestvan, ressam û hwd. roj bi roj zêde dibin… Piraniya wan xwedî qedrekî bilind in. Bê goman, di nava wan de kesên xwedî kalîte û kapasîteyeke bilind jî hene…

Lê çi pirsgirêk heye ku dengê pêwîst ku wezîfeya pêkanîna armancê heta roja îro, tev van destpêxistinan nayê cih?

Di destpêkê de me got ku li esasê agahdariyên Ewropiyan em dibînin ku civaka  kurdî ya herî zede siyasî ye. Lê mixabin berê vê siyasîbûnê li welêt e. Serketina her inisiyatîfa li welêt serê me bilind dike û her ziyana li welêt dilê me diêşîne. Dema li welêt tiştek bi dest dikeve em dîlanê digrin û dema em tiştekî hunda dikin dikevin nav şînê. Divê ev were guherîn. Karê em bikin gerek e li welêt şahiya geştir, êş û keleman, qet nebe piçekî, derman bikin.

Em kurdên li Ewropayê çi dikarin bikin ku tesîrê li ser qedera gelê me bike? Û gelo em dikarin wê xebatê bikin ku ev yek mimkûn bibe? Belê, em dikarin.

Pirs ew e ku em li xwe baş mikur werin û baş bifikirin. Gelo ev hebûna me li Ewropayê ya belawela bes e? Gelo ne dem e ku em hebûna xwe ya pirreng û pirralî di her qad û mercê de di ber çavan de bibihurînin û ji nuh ve organîze bikin? Kapasîte û kalîte hene, dem, cî û îmkan jî amade ne. Em gelekî dereng jî mane. Ji me re bes tevlûleptek, konekî mişterek, navendeke xwedî bîr û bawerî, xwedî înîsiyatîf, bi curet û bi berhem pêwîst e.  

Xwelihevdana hev di warê siyasî de şert e. Lê ne bes e ku di nav partiyên cihê de namzetên me hebin. Û Ne bes e ku em bes di nava partiyên siyasî de xebatê pêş bixin. Siyaset pareke piçûk e ku em ji bo berjewendiyên gelê xwe bikar bînin. Armanc divê ew be ku di her cî, sazî, qad û merc de hebûna kurdan mîna nan û avê hebe. Û ya herî girîng jî, divê em baş serwext bibin ku sazîbûn, organîzekirin, koordînasyon, ragihandin û bikarnîna pêdiviyan şert e.

Dema hebûna me rastiyek be, li her qad û mercê xuya bin, sazîbûna me di ciyê xwe de be, xwedî zanîna maf û erkên xwe bin, berjewendiyên gelê me ku di bin zor zilmeke mezin de ye di nav bîr û jiyana me de her hebin, tiştek nîne ku em nikaribin hem li welêt û hem li Ewropayê nikarinbin biguherin.   

Sazîbun, ragihandin, şêwir, xebata bi armanc serê me tevan bilind dike!

25/01/2010, Azadiya Welat,

http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1018&yazar=71  

F
E
E
D

B
A
C
K