Li gorî zaniyariya gihistiye navenda me, li ser hunera Kurdên Anatolia navîn dê pêsangehêk bê nîsandan. Karîkaturkês Seyda hejmarek ji Karîkaturên xwe dê roja 21 cotmehê pêskêsî mêvanan bike. Hunermendê nasdar, lîstikvanê sînemayî û senarîst Kemal Gorgu di 28 cotmehê de dê dramayekî pêskês bike. Nivîskara navdar Suzan Samanci ji Amedê besdarî çalakiyê dibe û roja 21 cotmehê dê bi xwendevanên xwe re be. Sahiya Muzîk û govendê ji Kurdistan, Swêd û Efrîkayê di roja 8 ê mijdarê de tê dayîn.

Rojên Kurdî di demek wisa de tê organîzekirin ku, Kurd tev ji bo zimanê xwe, nasnameya xwe bi taybetî li bakurê welêt rabûne ser nigan. Li sê aliyê welêt Kurd li xwe xwedî derdikevin. Armanc ew e ku, bala gistî ya Swêdiyan ji bo doza Kurdan bê kisandin. Mafê Kurdan were rojevê.

Li gorî agehdariyan dê hejmarek pir bilind ji xelkê were serdana Rojên Kurdî.

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K