Kampayna Navneteweyî a Parêzerên Mafê Mirovan li Îranê ragihand: Li heyamê 10 salên borî heya niha, dezgeha dad a rejîma Komara Îslamî a Îranê biryara îdamê ji bo 177 zarokên bin 18 saliyê daye derkirin. 34 kes ji wan heya niha hatine daliqandin û 144 kesên din li benda birêveçûna biryara îdamê ne.
Kampayna han, roja sêsem, 17.06.2008’an, di daxuyaniyekê de navê 114 zarokên tawanbar yên benda îdamê wesand. Biçûktirîn zarok di nava wan 114 kesan de, Ehmed Newrozî ye ku temenê wî 12 sal e. Navhatî sê salan berî niha li Sîstan û Belûçistanê bi cezayê îdamê hatiye mehkûmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Îranê Carnameya Mafê Zarokan îmza kiriye û pêka carnameya han, îdamkirina zarokan qedexe ye.

F
E
E
D

B
A
C
K