Ji sala 1990î û vir ve, Rojhilata Navîn di nava senaryoyeke kujerî de tê fetisandin. Ji sedema şerê ranta hinek dewletên Rojava, li vê cografya bi xwîn, rêçên mirovan û şîvîleyên pez tevlîhev bûne. Gelê ku ne ereb in û ne misilman in, di nava xwînê de tê tunekirin. Li vê cografya birîndar û dewlemendê çavkaniyên petrolê, gelên kevin û baweriyên cûda teva têne qirkirin.
Mîna di fotoyên ku di demên dawî de di medya cîhanê de hatin xuya kirin; Cografya Rojhilata Navîn kirine zeviyên mirinê. Musil dişewitê, ji cîhanê dengek dernakeve. Li vê xaka ku bi sedsalan e destîniya wê bûye mirin; Asurî, Ermenî, Êzîdiyên Kurd, Şebekên Kurd û bi giştî Kurd, têne qirkirin. Tê xwestin ku ev gel ji dîrokê werin derxistin. Demografiya nexşeya Rojhilata Navîn tê guhertin. Gelên herî kevin, kultur û baweriyên herî kevin, li welatên xwe têne tunekirin. Ji kesî jî deng dernakeve. Xiristiyanên Rojhilat, ji bo berjewendiyên dewletên mezin, têne feda kirin. Mixabin, li ser xaka xwe, ji aliyê rêxistinên terorîst ên Îslama radîkal, weke DAIŞ, El Nusra, El Qaide, dîl têne girtin, yan bi zorê ola wan didine guhertin, yan jî bi bacûbeşeke giran têne talankirin. Cografya ku ji Xiristiyanan tê paqijkirin, niha li ser zarokên xwe digirî. Rojhilata Navîn, di kûraya dilê xwe de dikele, digirî û diqîre. Li hemberî wahşet û hovîtiya li Iraqê tê meşandin, Ewropa bêdeng e, Emerîka bêdeng e, ya herî xerab û dilêşî, mirovahî teva bêdeng e. Li Rojhilata Navîn xwîna mirovan; ji avê, ji petrolê arzantir kirine. Rêxistina terorê DAIŞ, ku Emerîka û Komara Tirkiyê sazkir, Erebîstana Siudî û Qatarê xwedî kirin, li Musilê xwînê bi hestiyên mirovan vedixwe. Li Musilê, Metropolîtana Xiristiyanên Katolîk, Dêr û Manastirên Keldaniyên Asurî û Ermeniyan dişewitînin. Mirovên ku têne kuştin jî, yek gunehê wan heye, Xiristiyanbûna wan e. Zor e, lê rast e. Ev gel û ev mirov, ji mêj ve weke qurban hatine bijartin. Mîna di salên 1915an de, Emerîka û Ewropa, îro jî vê komkujî û qirkirinê nabîne, nabihîze û deng nake.
Çeteyên DAIŞê, niha jî bi riya medya daxwazên xwe ji Xiristiyanên li Musilê ayan dike. Yan wê bibin misilman, yan jî wê cih û warên xwe terk bikin. Ji bo kesên ku Musilê terk nekê jî fetwa jêkirina serê wî dane. Piştî vê fermana sosret û kirêt, Asurî-Suryanî-Keldaniyên ku cih û warê xwe terk kirin, li nokteya dawî ya kontrolê hatin rawestandin; wesaît, zêr, pere û tevahiya cil û berg û alavên wan yên bi qîmet, ji wan hatin standin û ber bi riyeke çûnûnehatinê ve têne şandin. Xiristiyanên li Musilê teva direvin. Li hemberî hovîtiya ku tê kirin, wateya gotinê nemaye, bawerî hêza xwe winda kiriye, nirx û pîroziyên mirovahiyê têk çûne. Mirovahî tê kuştin û mirovahî bêdeng e. Li cîhaneke ku gotin, nirx û pîrozî têne kuştin, mirovahî jî tê kuştin. Mirovên ku ji ber hovîtî û barbariya terorîstên DAIŞê direvin, niha li Başûrê Kurdistanê ne, li gund û bajaran bela bûne.
Em weke KNKe, ji desthilatdariya Başûrê Kurdistanê tika dikin ku, gelên kevin û niştecihê welatê me, Asurî-Keldanî-Suryanî û Ermeniyan bi awayekî herî baş himbêz bike û li wan xwedî derbikeve. Tika ye ku, ji bo ewlekariya wan ya li herêmê û ji bo vegera wan ya cih û warên wan, tiştê pêwist jî werê kirin.
Musil dibin berpirsiyariya Baxdayê de ye, mal û milkên van mirovan ji wan hatine standin. Em ji desthilatdariya Baxdayê jî daxwaz dikin ku, ziyanên van mirovan teva tazmîn bike.
Em ji Emerîka, Ewropa û tevahiya cîhanê jî daxwaz dikin ku li hemberî vê barbarî û qirkirina sucê mirovahiyê bêdeng nemînin.
Em bang li tevahiya saziyên civakî dikin ku hasasiyeta li hemberî êş û azara gelê Filîstînî nîşan didin û piştgiriyê didin, li hemberî van gelan jî nîşan bidin.
Em weke KNKê, hovîtî û barbariya li hemberî van gelên kevin tê kirin bi dijwarî şermezar dikin. Em ji raya giştî ya cîhanê re jî deklere dikin ku, emê her dem û bi her awayî ligel van gelan bin, hevkarên wan bin û destekê bidin wan.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNK
25.07.2014