Di destpêka kongrê de, Endamê Parlamenê Ewrûpa Denis De Yung ê ku kongre birêve dibir, bixêrhatina amadebûyan kir û piştre profesor Kemal Mezher Ehmed dest bi axaftinê kir û semînerek bi navê “Pêşgotineke dîrokî bo Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê li Iraqê” pêşkêş kir. Profesor Kemal Mezher got: “Rêjîma Sedam ji rêjîma Nazî bêhtir tawan kirine.” Herwiha, navbirî balkişand ser pirtûka xwe ya derbarê pêkhateyên Kerkûkê de û domand: “Divê hinek nûnerên Turkmenan ji dêlva ku hawara xwe bighînin dewletên derve, gotûbêjan liser pirsên girîng ên gelên ku li gel wan li Iraqê û Herêma Kurdistanê de dijîn, bikin.”

Piştre nivîskar û siyasetvan Qeys Qeredaxî nivîsara Serokê Partiya Gel a Turkmenan Îrfan Cemîl Tofîq (nikarîbû amade bibe) pêşkêş kir û dîtina Turkmenan liser dîroka Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê li Iraqê zelal kir û behsa peywendiyên di navbera Kurd û Turkmenan de kir: “Bi dirêjiya hexarên salan, herdû gelên Kurd û Turkmen bihev re jiyane û rastî tu pirsgirêkan nehatine. Herdû gel di dema borî de hatine Erebkirin û divê Kurd, Turkmen, Ereb, Aşûr û Kildan bi hev re bijîn bi birayetî û aştiyane û madeya 140ê ku gelê Iraqê bi rêya referandumê ew pesend kiriye, wê pirsgirêka Kerkûkê bi awayê herî baş çareser bike û tevahiya pêkhateyên Kerkûkê razî bike.”

Rojnamevan Heso Hormî jî axaftinek li jêr navnîşana Kerkûk û Navçeyên Nakokbar di navgînên ragihandinê yên Iraqê de pêşkêş kir û ragehand, tora medya Iraqê dirûtiyê dike û li jêr desthilata hikûmetê nemaze serokwezîrê Iraqê ye loma; “Bendên mada 140ê bi awayekî kêm li medya Iraqê tên pêş, herwiha divê medya Kurdistanê jî xwe bipêş bixe û li gor erkên neteweyî tevbigere û hinek saziyên ragehandinê yên taybet bo muxatabekirina raya giştî ya Erebî. Medya Êzdî jî hewl dide xizmeta xelkên van navçeyan bike jiber ku zêdeyî ji sedî 80ê navçên Êzdiyan li navçeyên cihê nakokiyê ne, û bi giştî medya Êzdî piştîvaniya cîbicîkirina madeya 140ê dike.”

Ji aliyekî din ve, parlamenterê Holendî Harry Van Bomel daxwiyand ku çiqasî cîbicîkirina madeya 140ê ya destûra Iraqê bê paşxistin, wê zerer bigije daniştvanên navçeyên nakokbar: “Divê yasa bê cîbicîkirin û hemû alî dûrî mizawedeyên siyasî herin.”

Jiber amadenebûna parêzer Ferîq Faruq, nivîskar Edîb Çelkî gotara wî pêşkêş kir û wiha pêde çû: “Rêjîma jinavçûyî tawanên dijî mirovatiyê li Kerkûkê pêk anîn. Kurd bi kotekî û bi darê zorê û bi awayekî balkêş ji Kerkûkê hatin koçberkirin. Hêzên artêşê, polîs, hêzên ewlekariyê û çeteyên Beesê Kurd ji Kerkûkê derdixistin.”

Endamê Polîtburo ya YNKê Mele Bextiyar jî behsa siyaseta Erebkirinê ya rêjîma berê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li Kerkûk û navçeyên din kir: “Şûnên vê siyasetê hê jî li navçeyên cihê nakokiyê yên ku madeya 140ê wan lixwe digre, diyar in. Nêzîka 4 hezar gundan hatin wêrankirin û zêdeyî 182 hezar Kurd hatin kuştin di proseya Enfalê de û nêzîka 5 hezar Kurd li Helebce bi kîmyabaranê hatin kuştin.”

Rojnamevanê Belcîkî yê naskirî Paul Fandon Bafere behsa peywendiya Yekîtiya Ewrûpa (YE) bi dahatûya Iraqê re kir û wiha axifî: “Ewrûpî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin, divê Kurd û Ereb û tevahiya pêkhateyên Iraqê hewl bidin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. YE dikare bi rola rawêjkariyê rabe.”

Piştre gotûbêj di navbera beşdar û amadebûyan de derket û hinek gengeşên nirxdar hatin holê. Endama Komîteya Navçeya Hanover a PDKê Sûad Mîrza daxwiyand ku Êzdî pir zerermend in ji ber derengxistina cîbicîkirina madeya 140ê: “Ger navçeyên wan li hembêza Herêma Kurdistanê bên vegerandin, wê tevahiya pirsgirêkên Êzdiyan bên çareserkirin.”

Profesor Heval Mîro ronahî xist ser dîroka pirsgirêka Kerkûkê û ragihand ku, divê çareserî bi rêya dialog û vegera li belgeyên dîrokî û etnografî û cografîk bê dîtin. Herwiha, Kildan û Aşûrî û Suryanan û Cepheya Turkmenî nerînên xwe anîn ziman.

Yunes Goran daxwiyaniya dawî ya kongrê xwend û daxwaz kir tewsiyên kongrê bi rêya nivîsîngeha peywendiyên derve ya Parlamenê Ewrûpa bo hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê bên şandin bo dîtin û gotûbêjkirina wan.

Serokê Enstituya Kurdî li Brûkselê Derwêş Ferho jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Kurdên daniştvanên Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê dixwazin navçeyên wan li Herêma Kurdistanê bên vegerandin, loma divê rêz li vê nerîna wan bê girtin. Mixabin dewletên wek Tirkiye, Îran û Sûriyê astengan li pêşiya cîbicîkirina vê daxwazê dirust dikin. Daxwazê ji YE dikim ku bikevin tevgerê bo cîbicîkirina madeya 140ê ya destûra Iraqê.” Ferho anî ziman ku, wê tevahiya semîner û gotûbêjên kongrê di pirtûkeke bi zimanê Ingilîzî de bên çapkirin û di nav belgeyên kongrên Parlamenê Ewrûpa de bên arşîvkirin.

Hêjayî gotinê ye, Dasin Begê ji binemala mîrnişîniya Êzdî, Berpirsê Komîteya Navçeya Belcîka ya PDKê Sidqî Tirwanşî, Endamê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brûkselê Zana Kurde, Nûnerên Navenda Laliş a Çandî li Elmanya Kamîran Qasim û Mirad Mado, Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanya Nîhad Mehmûd û çalakvan Qolo Xudêda li kongr made bûn. Herwiha medya Ewrûpî û Kurdistanî li kongr amade bûn û hersê medyakaran Hesûn Cihûr, Serbest Amêdî û Gabî Koster bûyerên kongrê bi rêya tora internêtê şopandin.

http://www.rudaw.net/details.aspx?lang=Kurdi&page=articles&c=home&id=21221

F
E
E
D

B
A
C
K