• Birêz Dr. Yekta Geylanî ( Dr. Yekta Uzunoglu ) di 01.06.2006an de li
paytexta komara Çek, li Pragê xelata xwe ji destê serokê saziya František Kriegel, ji birêz František Janouch wergirt. Hêjayî gotinê yeku nivîskarê navdar di qada navneteweyî de, servanê demokrasiyê û mafê mirovan her wiha serokkomarê Çek yê kevin birêz Vaslav Havel jî di dema pîrozbahîya xelDr_yekta_881485832.jpgatgirtina birêz Dr. Yekta de besdar bû.

Nêzîkî 200 siyasetmedar, nivîskar, rewsenbîr yên navdar ji komara Çek û Almanya Federal besdarî pîrozbahiya xelatgirtina Dr. Yekta bûn. Ji wan kesayetiyan arîstokrat Karol Schwarzenberg, Bernhard von Grunenberg, sefareta (Botschaft) Almanya û hemû xebatkarên sefaretê jî besdarî pîrozbahiyê bûn. Ji çampemeniya Almanya jî ARD kanala 1 bernameyek amade kir, dê di televîzyona Almanya him di kanala 1an bernama "die story" de û him jî di kanala 3an bernama "cosmos" de bê wesandin. Her wiha ji çapemeniya Çek jî hemû televîzyonên mezin û çapemeniya nivîskî jî hatibûn vê roja dîrokî. Jixwe moderatorê civînê jî spîkerê televîzyona Çek bû.

Ji saziyên Kurdan serokê EnPraag_15_31_05_2006_846549429.jpgstîtûta Kurd li Brûksel birêz Derwês Ferho, ji çapemeniya Kurdistanê, Kurdistan – TV birêz Alî Nerway, ji radyoya Dengê Azad birêz Necîb Balayî û Xanima xwe, ji malpera Netkurdê nivîskarê Kurd birêz M. Sefîq Oncû û Xanima xwe, keça sehîdê nemir Dr. Abdurrahman Qasimlo Mîna û her wiha çend malbatên Kurdan ku li Pragê dijîn besdarî pîrozbahiya Dr. Yekta Geylanî bûn.

Cihê serfirazî û sanaziyê ye ku ev cara yekem e Kurdek wek birêz Dr. Yekta Geylanî di dîroka Kurdan de, di qada navneteweyî de bi xelateke wiha ji bo keda wî di der mafê mirovahiyê de, ji bo demokirasiyê û tekosîna wî li dijî neheqiyê têye bi rûmetkirin. Ev xelata pîroz him ji bo birêz Dr. Yekta û herwiha ji bo heval, nas, dost û bi taybetî jî ji bo gelê Kurd serbilindiyeke pir mezin e. Ez gelek kêfxwes im ku di rojeke wiha pîroz de di sahiya xelatgirtina wî de besdar bûm.

Kurdistaniyên hêja !
Ez her gav dibêjim û dinivîsînim ku mezinbûna gelan, neteweyan ne bi piraniya hejamara wan, lê belê bi kalîteya wan têye pîvandin. Em Kurd bi hejmara xwe ya 40 mîlyonî difirin esmanan, lê mixabin ku me heta niha li Ewropa ji nava xwe 40 mirovên wek birêz Dr. Yekta Geylanî dernexistine. Îro di cîhanê de pir dewletên bi hejmara xwe biçûk hene, lê bi hêza xwe ya siyasî pir mezin in. Ew jî bi saya kalîteya hejmara kesên wan gelan e. Belengaziya Kurdan di wê derê de ye ku îro hejmara 41 dewletî ji mîlyonekî derbas nabe, yanê qasî Kurdên Ewropa jî nînin.

Dema mirovek dertê ku bi dil û can ji bo gelê xwe serbixwe xebatê bike, rêxistinên Kurdan yên xwe di siyaseta cehaletiyê de xeniqandine bi hemû quwetan êrisî wan kesan dikin. Birêz Bernhard von Grunenberg behsa karên Dr. Yekta di salên 80î de li Almanya kir û rexnên
pir tûj li rêxistinên Kurdan kir ku wan bi dek,
dolab, fîtne, fesadî û îftiran hemû karên Dr. Yekta
bi destê xwe
ji bo Kurdan kiribû xerab kirin. Ez bixwe jî sahidê
wan salana me. Birêz Dr. Yekta demekê li Almanya ma û gellek xizmetên delal yên dîplomatî ku ti rêxistinek Kurd nikarîbû bikira ji Kurdan re kir. Bi saya karên wî wê demê Enstîtûta
Kurd di bin serokatiya wî de li Bonnê hate damezirandin.

Mixabin Kurd ji hevdu re gurêx in. Ew karên ku bi
destê wî hatin çê kirin rêxistinên Kurdên Bakur bi hêsabên pir teng û biçûk xerab kirin. Belkî niha ev
bûyera li Pragê li ber çavê wan nexuyê jî, lê bi
raya min xelatgirtina Dr. Yekta li Komara Çek bûyerke dîrokî ye û ji bo me hemû Kurdan payebilind e.

Bernhard von Grunberg kî ye ?

Birêz Dr. Yekta di emailekê de Bernhard von Grunberg weha dide naskirin :

Bernhard von Grunberg, Parlamenterê Almanya Federal , 2000 – 2005 li Herêma Nordrhein Westfalen, cihgirê serokê beledya Bonnê di navbera 1986-1996an, serokê teskilata " Action Courage ", cihgirê serokê weqfa rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberan ( Stiftung UNHCR ), serokê Komela Dostaniya Almanya – Hindistan – Pakistan, cihgirê serokê Komela dostaniya Almanya • Polonya, serokê " Mieter- Verein " bi 45.000 endaman, di sala 1983-1988an endamê Enstîtûta Kurd li Bonnê, avaker û cihgirê serokê  Komela ji bo mafê Qereçiyan ( Sinti û Roma ) li Almanya Federal.

Wek tê zanîn malbata von Grunberg ta sala 1945 xudanê Königsberg / îro Kaliningrad / bûn, dewlemendtirîn û yek ji qedîmtrîn malbatên Alman bûn. Di dîrokê de sexsiyetên wek Fîlozofê Alman KANT an jî zanyarê bi nav û deng Max Planck bi saya alîkariya malbata von Grunberg xwendin û di lêkolinan de domdar bûn. Ew bapîrên Bernhard von Grunberg bûn ku ji fîlozof KANT re li Zanîngeha – Universita Köngisberg cihê mamostetiye da bûn.

Birêz Dr. Yekta Geylanî di pê xelata xwe de bi zimanê Çek axivî û di axaftina xwe de wiha got :

Îro di jiyana min de ji aliyê hisî û dilînî de roja herî girîng e. Hevdîtina me li ser cihekî de bi heval û hogiran ve ji çend çande û welatan, ku di 30 salên dawiya jiyana min de di her sartên jiyanê de cîh girtine, giraniyeke bê tixûb û bê sînor e.

Ez ji dil xemgin im ku îro di nav me de mamosteyê min yê giranbiha û hevalên we yê hinekan jî Prof. Abdurrahman Qasimlo ne di nav me de ye. Faktorên din ku vê rojê hên jî girantir dike, ew e ku îro xelata bi navê Dr. František Kriegel ji min re têye dayîn. Nizanim gelo di dinê de  jiyana xebata tekosîna ku ji min re ji ya Dr. František Kriegel nêzîktir dikaribû bibûya. Dr. František Kriegel hên di dema xwendekariya min de ji min re bûbû sembol, sana Etîk ya doktoriya Tibê, saxiyê, ku bê cidakirina rengê çermê mirovan yan cinseyeta wan, destê alîkariyê dirêjî wan dikir û ji Çekoslovakya ta Spanya di serê demokrasiyê de di 1936an de ji Çînê di 1945an de li Hindisatnê ta Kubayê 1962an. Li aliyê din wî Dr. František Kriegel servanekî jiyana xwe ji bo jiyaneke bi edalet li dinê dabû. Ew ti car nebû xulam yan leystokên îdeolojiyên nijadperestan yan jî pseudo welatparêziyê. Berê her tist saxsiyeta bingehîn ya mirovayetiyê derxist û danî li ser sexsiyeta bi rengên îdeolojî. Beriya ku mirov bibe Çek, Alman, Kurd yan Cihû, karker yan jî doktor: MIROV e !

Bêbextiya, tirajediya medeniyeta Ewropî ew e ku di dîrokên xwe de hist ewqas zilm û zordarî bi navê sexsiyeta duwemîn yan sêyemîn li ser ( hesebê ) sexsiyeta bingehîn û yekemîn were kirin. Doktor František Kriegel ta roja dawiya jiyana xwe ji bo parastina nirxên mirovatiyê yên ûniversal yanê nirxên mirovatiyê yên cîhanî ser kir. Aborî û dewlemendî ya din e, dibe di xizmeta mirov û mirovatiyê de be: Ne ya gelekî, dewletekê yan jî grûpekê !

Gava ku hinekan, ajanên hukumeta Tirk û rêjîma komûnizma berê min berya viya 12 salan  dawetê ser kirin, li vir di duwemîn welatê min de: Min ev daweta "li ser seran li ser çavan qebûl kir". Di roja 14.9.1995an de, di nameyên xwe de ku min ji zindanê ji serkkomarê wê demê birêz Vaclav Havel re sand, got: "Ger min bikujin jî, ku ta niha du caran ceribandin û tesaduf neçû serî , di vî serî de êdî nikarin ti guhartinekê çêkin, tenê kurdekî din jî dikeve nav karwanên sehîdên Kurdistanê. Ez berhemê çanda Imparatoriya Romê nînim ku serê xwe li ber destûra hukumdarekî zilmdar wek NERO xwar bikim…. Ez ne SENECA me.

Hê wê demê pêwîst bû were fahm kirin, ku ez vî serî wek perçeyekî ji qedera xwe dibînim ezê bibim dawî. Ez nikarin dev ji vî serî berdin !

Bi destûra we dixwazim li ber hizûra we spasdariya dayika xwe ya rihmetî bikim ku wê ez bi sîrê çanda kurdî mezin kirim. Ew çanda kurdî ku li ber zilma bi sedsalan hên wek birceke serbilind disekine, xwe diparêze.
 

Almanya, 08. 06. 2006
10 Jun 2006

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K