– Bi taybetî li Sengalê û li deverên din yên Kurdistanê Êzîdî dibin qurbana êrîşên hovane. Ewlekariya wan li ser xaka xwe tune ye. Êzîdî temsîla çanda me û  delîla hebûna me ne.
 
Zor û zilma li ser civaka Êzîdiyan ne tiştekî nû ye. Demeke dirêj e û diçe heta bi destpêka guhertina ol û rayedariya (îktîdar) li nav Kurdan. Sitara Êzîdiyan, ji gelek sedeman, di hember

êrîşên ji dervayê civaka wan de, di bin ti perran de pêk nehat. Bi teybetî,  di demên ku Kurdan bi awayekî giştî û berfireh ber bi çûna Îslamê de çûn. Her çiqasî îslamiyet li Kurdistan bi hêz

ket û her çiqasî rayedarên herêmê Îslamiyet mîna ola fermî pejirandin ev zor û zilm li ser Êzîdiyan zêde bû. Lê ev nayê vê wateyê ku bes hêzên Îslamî û yên nêzî wan êrîş birin ser Êzîdiyan.

Gelek civakên xwedî olên din jî Êzîdî êşandine.

Êzîdî behsa 72 (vê dawiyê jî ya Sengalê kete ser) fermanên li serê wan qewîmî ne dikin. Ez heta niha nizanim li ser çi esasî 72 fermanan dibêjin. Lê tiştê ku ez zanim, fermaneke berdewamî

li ser vê civakê heye. Yek be, yan 72 be! Ev civaka xwedî ol û dîrokeke kevnare qurbanê teybetmendiyên xwe ye. Li ser axa xwe, li nav welatê xwe, di jiyana xwe de êrîş têne ser û bi

qelandinê tê tehdîdkirin. Roj bi roj hê zêdetir dikeve ber kokbirrînê. Ev kokbirrîn ji aliyê olî ve, ji aliyê civakî ve, ji aliyê dîrokî ve, ji aliyê etnografîk ve û ji aliyê war ve pêk tê. Êzîdî bi xwe

neçûne ser xaka kesekî din. Kesên din, civakên din têne ser wan. Talaneke berfireh li ser serê wa ye. Ev kokbirrîn û talana mezin organize kirî ye. Hem di nava civakên derdorê de û hem

jî ji aliyê fermî de ev kokbirrîn û talan serberdayî ne. Fermî û ne fermî, bi qanûn û bê qanûn ev ferman li ser serê wan e. Loma jî nave wê jenosîd e!

Di ware ewlekariyê de ez du alî difikirim.
Yek; çavnebarî û êrîşên li ser Êzîdiyan ji aliyê olên din. Di sedsalên dawîn de bi teybetî ji aliyê hêzên Îslamî. Eşîr û dewlet bi tewrên xwe vê civakê yan didin ber zor û zilmê, yan jî li

hember zor û zilmê bi qedera xwe re dihêlin. Heq û hiqûqê esîr û dewletan ji bo vê civakê di gelek dem û waran de nameşe. Êzîdî ji heq û hiqûq bê maf in. Meriv dikare vê yekê bişibîne

rewşa giştî ya Kurdan ya neteweyî. Ez bawer nakim ku kesek, civakek yan dewletek nizanibe ku Kurd ji bo Kurdbûna xwe têne perçiqandin. Lê ev kes, civak û cîhan li hember vê zor û

zilma li ser Kurdan bê deng dimîne. Êzîdî jî di eynî rewşê de ne. Ew ji bo ol û teybetmendiyên xwe têne qirkirin. Her kes jî vê dizane. Lê kî li wan xwedî derdikeve? Kî li ku li heq û hiqûqê

wan dipirse?

Du; Êzîdî xwe bi xwe şirîkê vê rewşê ne. Di bin nave xweparastinê û ji tirsa hundakirina ol û teybetmendiyên xwe, xwe di qalikê xwe de kilît kirin. Ne di ware olê de û ne jî di warê

ramanê de xwe nuh kirin. Li ber xwe nedan. Dijminê ol û civaka xwe bêminet nekirin. Ji bo kêşe zêde nebin xwe bêdeng kirin!!!
Derdorê wan ew îzole kirin, fetwa li ser wan xwendin, ew ji bo berjewendiyên ola Îslamê bi gelek tiştan tewanbar kirin, av û nanê wan heram kirin, civaka wan kirin pêkenok, ziman û

adedên wan gunehkar kirin, qedexe kirin, bi bîr û baweriya wan lîstin… Ev qas tişt jî bi zanebûn hatin kirin. Ev siyasetek bû. Stratejiyeke ji bo ji kokbirrîna Êzîdiyan, ya demdirêj bû.

Êzîdiyan çi kir? Ev qas tişt bi dil yan jî bê dil, qebûl kir. Serî nehilda.
  Dema meriv li dîrokê dinêre çi dibîne? Ew ol û ramanên ku ji derve re vekirî ne, ji minaqeşê re vekirî ne û zelal in, pêş dikevin. Mezin dibin. Bi mezinbûna xwe re jî bi hêz dibin. Ji ber çi

sedemê olên Îslamê û Xiristiyanan li her kuçe û herêmên cihanê mizgeft û dêrên xwe ava dikin, lê Êzîdiyên me heta niha li yek cî mabeteke xwe ava nekirin? Çima niha dest pê nakin û

mabetan ava nakin?
Di her mizgeft, dêr û xwendegehan li seranserê cîhanê hînbûna van her du, û gelek olên din jî, mimkin e lê bes ola Êzîdiyan veşartî ye? Rewş hatiyê vê qasê ku êdî 99 % Êzîdiyan jî ola xwe

nas nakin. Bes dizanin ew êzîdî ne. Lê naveroka Ezdahiyê nizanin. Ev bi serê xwe trajediyek e û gunehekî mezin e. Kî ji vê yekê tewanbar e? Êzîdî bi xwe!
Civaka Êzîdiyan, ji sedema kilîtkirina deriyan, teng ma. Bêzar ma. Bê goman ma. Hêvîşkestî bûn. Xwe bê xwedî û bêhêz dîtin. Ji xwe û rastbûna xwe, ji hêza xwe û bikêrbûnên xwe

bawerşkestî bûn. Xwe bê heval û bê dost dîtin.   
Eger di ciyê pêwîst de li ber xwe dabane û mineta kesekî nehildqbane rewş weha nedibû. Eger ew di dema dihatin îzolekirin de, li ser fetwa û ferman dihatin xwendin bi cesaret

rawestabane rewş weha nedibû. Eger di dema ku hin ji wan misilmanên şîrheram dihatin malên wan yan li ciyekî din av û nanê wan û destkuja wan nedixwar û venedixwarin gerek ji wan

re negotibane, kerem bikin hun serê vê heywanê jêkin. Bila birçî û tî mabane. Gerek e ji wan re hatibane gotin; nan û ava me ji nava te paqijtir e. Ne nan û av, ne destkuja me heram e.

Dilê we ne paqij û heram e.
Di warê ziman de Êzîdî Kurdê herî paqij man. Kurdên ku misilman bûn, heta bi zimanê xwe, bi zimanê xwe re jî bîr û ramanên xwe, orf û adedên xwe jî guhertin. Lê Êzîdiyan ev nekir. Bi

zimanê xwe axaftin, duayên xwe, limêjên xwe, şîn û şahiyên xwe bi zimanê xwe, bi Kurdî kirin. Ev hêjayî gotinê ye ku meriv pê serbilind e. Lê çi kêmasî di warê ziman de hate kirin ? Ew jî

ew e ku ew ziman dîsa ji sedema tirs û gomanan nehate nivîsîn. Ev jî bû sedema ku bi hezaran tiştên Êzdahiyê, ez bi rehetî dikarim bêjim Xezîne, hunda bûn. Ewê careke din werin dîtin û

bêne nivîsîn pirseke mezin e?

 Ji bo  parastina Êzîdiyan li tevayê herêmên Kurdan û dervayê welêt, divê merov çi bike? Em çawa dikarin vê çanda kevnare xurttir bikin?

 Heta niha, Êzîdiyan werger di navbera xwe û Xwedê de pêwîst nedîtine. Rasterê ew dikarin bi zimanê xwe, bi Xwedê re diyalogê bikin. Ev serbilindiyeke mezin e. Ne Erebî,

ne Turkî, ne Parsî û ne zimanekî din ji me re lazim e ku em duayên xwe, limêjên xwe, li ber Xwedê bikin. Zimanê me Kurdî pirr xweş e û Xwedê jî bi Kurdî ji me baştir dizane.
Bi bir baweriya min divê Êzîdî bighine wê qenaetê ku kesek serê kesî naxwerêne. Divê ew xwe bi xwe serê xwe bixwerînin. Ew tê wateyê ku ew xwe baş organîze bikin. Dubendîtiyên

nav xwe rakin. Di bîr ramanênên xwe de reforman pêkbînin. Mîna çira ku derdorê xwe ronahî bike xwe li derdorê xwe belav bikin. Wan kilîtên kevnare bişkînin û biavêjin behreke kûr.

Qedr û qîmetê ol û teybetmendiyên xwe heşkere li ser meydana zanyariyê razînin û bikin mijara lêkolînan.
 Di warê civakî de xwe li hev kom bikin. Ji xwe êmin û zelal bikevin nava civakên din. Bi şik û goman nemînin. Ji xwe bawer bin.

 Ji aliyê ronakbîrên Kurdan jî tiştên pêwîst ku meriv bike; Divê em ol û teybetmendiyên Êzdahiyê zengîniya xwe bibînin. Ji serî heta binî, dua û qewlên Êzîdiyan li ser orf û

adedên me Kurdan in.
 Hundakirina Êzdahiyê di nava Kurdan û Kurdistan de pejirandina xweguhertineke ne li rê ye. Di vê rewşê de li Kurdistan pejirandina asimilasyioneke ber bi Îslamê de ye. Li

Ewropa û derên din pejirandina asimilasyona ber bi Xiristiyanîzmê ye.
 Ne ku ez hember ol, bîr û baweriyên din im. Her kes di bijartina bîr û baweriyê de azad e. Lê ji bo me Kurdan pêwîstiya zanînê heye ku Êzdayetî bîr û baweriyeke bi teybetî ji

nav me Kurdan rabû ye û xwezayî ye. Em ji bo çi vê xezîna mezin hunda bikin û ola Ereban, yan oleke din bibijêrin ê pê bijîn ?

 

F
E
E
D

B
A
C
K