Ev demeke ku cîhana entelektueliya Kurd, nîqaþa li ser romanê dixwîne. Hevûdin, ne bi berheman, bi kesayetî ditiqulînin. Mikûsdariya her nivîskarî, ji gotinên wî dibare.

Her nivîskar wek îdeologê çînê serdest, ku kar û pîşeyê wî nebe, wek zadeganekî betal û tiral tevgeriyaye. Yek yê din gunehkar dike. Lê kes bala xwe nade destîniya cografya xwe, ku romana Kurdî heman destîniyê dijî. Gelo kîjan ji nivîskarê Kurd, ji destînî/çarenûsa cografya xwe qut e?   Eger cografya nivîskarekî “mahşerî şuur” yekîtiya dojehî, yan jî, parçebûna dojehî bijî, romana “beşer”ê wê cografyayê jî wê çiqasî dikaribe rol û misyona xwe bilîze? 

Di nîqaşa nivîskarên cîhanê de jî mînakan didin balkêş in. Lê yek ji wan, rewşa nivîskarên cîhanê, di demjiyana wan de nagire destan û êrîþên li dijî wan, yan jî afaroz/mahrimonoya (tertkirin) wan, sergomiya wan, girtina wan, li ber çavan nagire. Ev jî di çavên mêjiyê wan de, “qelsiyeke binayetiyê” derdixe meydanê. Mirovê Kurd, ji holka wêje û kultura cîhanê  hatiye “tecrîd” kirin. Dîwarê siyasî yê li pêşiya gelê Kurd hatiye avakirin, li pêşiya kultura Kurd, li pêşiya romana Kurdî jî, hatiye avakirin. Pêdivî bi hawara bêbersiv nîne.

Her alav/berhemê mirov, çi teknolojîk be, çi çêkirina qedûm, çakûç û sidan be, di bazarê de nirxê xwe dibîne. (Em di cîhana global de, rola reklam û bestsellerê deynin  aliyekî.)  Lê mixabin, alav û berhemê nivîskarên Kurd, roman, helbest, çîrok û hwd. nikare bersiva xwe di bazara xwe de jî bibîne. Bazara kuştî, tune; piştî şerê 30 salî, bazarek qersivî derkete holê. LÊ ew bazara qersivî jî, dibin palêt û potînên hêêzn dagirker de diperçiqe. Rojnamevan têne kuştin û girtin û bi sed salan têne ceza kirin.  Lewma, ez dibêjim; “romana Kurdî, ji nirxandinên têne kirin, mezintir bilindtir û cûdatir e”. Dive ku nivîskar, pêşî li dilsoziya xwe bi bawer bin. Da ku, nivîskar, romana Kurdî, di çarçoveya romana Kurdî de bixwînin. Lehengên romana Kurdî jî, di neynika xwe de temaşe bikin. Hingî ewê rastiya romana Kurdî bibînin.
Bixwe bawerbûn, pêwiste li ser dilsoziyê werê rûnandin. Dilsozî… Bawerî û rastiya mirov e. Mirov ji civaka xwe, ji cografya xwe, ji rastiya dîroka xwe ne cûda ye, ne qut e. Lê nivîskarên ku di nîqaşê de cih girtine, (hinek ji wan) pêwiste pêşî,  xwe ji alîgîrî û zikreşiyê û “dozgerî”tiyê dûr bikin. Dema ku xwe ji van pîvanên, bi ritil û weqiyan xelas kirin, yanî cûbeyê dozgeriyê ji xwe jêkirin, wê dikaribin di pêgiha hiş û raman de “serazad”ên wêjeyî jî bêjin. Di tevahiya nivîsên romannivîsên me de, yek ciwamêrî behsa romana Mahmud Baksî Hêlîn ne kiriye.  Çima, ji ber ku her nivîskar, çend mirovên li dora xwe û hevaldostên xwe bijartine û mîna xazulkê li dora xwe û hevaldostên xwe dizîvîre. Dixwaze ku, cîhanê di berçavikên xwe de bibîne û bi her kesî jî bidê dîtin.

Dibêjin Tewrat, pirtûka bûyerên drametîk e. Eger Tewrat pritûka bûyerên drametîk be, romana yekemîn ya cîhanê ye. Ev romana yekemîn ya cîhanê, 44 caran hatiye guhertin. Di vê çarçovê de, eger romana Mîrzengî SINOR dibin redekteyeke baş re derbas bibe, romaneke serketî ye û mirov dikare di nava nirxandineke wêjeyî de li bijng û serdaê bike. Lê na, kîjan nivîskarê ku lingê wî li hewa maye û ji cografya xwe dûr ketiye, tenê zimanê Kurdî bikaraniye, di nîqaşa romannivîsên me de cih girtiye.

Di nava çendikê de dibêjim: (Nivîskarek, eger di eniya dijmin de rûniştibe, otilme û quruşên dikine berika wî, bihejmêrê û di heman demê de, cografya Kurdistanê, civaka Kurd, bi zarok, jin û mêr, kultur û hebûn, dûçarî qirkirinê bibin, wê çiqasî dikaribe, dilsoziya ligel magazîna kultura Kurdî bike? Guman dikim ku tenê axaftina bi Kurdî, ji bo ratsiya Kurdî ne bes e. Taraf jî eniya xaapdina eniya rewşenbîr û lîberalan e. Dive ku nivîskarên Kurd vê ratsiyê bibînin û zanibin. Nivîskarî hebûna çavên mêjî ye.)

Nivîskarên di nîqaşê de belengaziyê diqîrin û di tara bêjingê de dilîzin.  Mehmed Uzun, nivîskarekî ku di saxiya xwe de, bû mijara gelek niqaşan, lê kesî têkiliya nivîskariya Mehmed Uzun di cografya Kurdistanê de  ne nirxand. Di romanê de, mehra leheng, hunandin û kolketîvizma bi cografya re giring e. Lingê nivîskariya Mehmed Uzun li ser xaka Kurdistanê nedimeşiyan. Marşendîzeke li ser sê xetên hesinî diçû û dihat. Ev rewşa wî ya mijûmoranî, di pirtûkên wî de jî xuya dike. Rêbûwariya wî, li ser cografyayeke nediyar bû. Civaka Kurd li ser cografya xwe, bi dilopê xwîna xwe dîrokê dinivîse. Cografya Kurdistanê, destîniya destpêka sedsala 20an û şerê yekemîn yê cîhanê dijî. 

Dema ku Sholohov, Çemê Donê cildê 1ê nivîsî 23 salî bû û bi tundî hate rexne kirin. Lê civaka Rus, xwe têde dît, roman jî wek kulîlka bi ked û xwîna wan, li qeraxê Çemê Donê bipişkivê nirxand û roman  nivîskar himbêz kir. Ev navê têkiliya cografya û dîrokê, cografya û gel, navê kilîmata dahatû, ziman û jiyana bi rûmet e.

Romana Hesenê Metê, Labîrenta Cinan, romaneke serketî ye, lê civakek  nexweş radestî me dike. Mîna nivîskarên Rus, civakek nexweş, bi gotina Freud, ku ji bo Dostoyewskî bi kar tîne,  bêexlaqiyê diafirîne. Lê mijar ne naveroka romanê; afirandina romaneke serketî, yan jî binketî ye. Bi gotina hinek nivîskarên Kurd, “beredayî”ye. Labîrenta Cinan serketî ye, lê ez, fikrê Freud yê sazkariya bingeha civaka biexlaq diparêzim.

Demekê HelimYusuf jî kete nava lezûbeza copy, yan jî dizîtiya çîroka xwe û mijareke nîqaşê derxiste holê. Helîm Yusuf dijberiyek tund nîşan da, lê di cîhanê de, mijareke “adapte” heye. Eger mirov di vê çarçovê de binêre, pirtûka Fergîn Melîk Aykoç jî, naveroka xwe li ser dijberî û rexnegîriya naveroka hinek pirtûkên din ava kiriye. Lê Helîm Yusuf li serê wê romanê gelekî rawestiya. Sedema wê jî cûda bû.

Nivîskarên Kurd di berhemên xwe de nikarin “cendermetiya dewleta Tirk” bikin.  Nivîskarî hinekî “fazîlet” e.  Di demeke ku civaka Kurd, ji nû de tê sazkar kirin, şerê man û nemanê dike,  ji aliyê nivîskarên ku li dîskotekên penaberîstanê, li kolan û evîndariya apoletan  geriyan e, niheqiya herî mezin e. Mehmed Uzun, Firat Cewerî û Fergîn Melîk Aykoç ketine vê şaşiyê. 

Guman dikim ku her invîskarê Kurd, di wê baweriyê de ye ku, zimanê Kurdî îro di qada “kemal û zewal”de xwedî cihekî giring e. Pirtûk jî, bikaranîna wî zimanê “kamil û zewal” e. Yanî encama wî zimanî ne. Her çiqasî ferheng û ansîklopediya zimanê Kurdî, bi terayî ne hatibin amade kirin jî, zimanê Kurdî, têra xwe “kamil” e û bersiva dema xwe dide. Di vê hemfikriya giştî de, nivîskarên Kurd mecbur in, hebûna romana Kurdî jî erê bikin. Eger erê nekin û gotina “beredayî” bikar bînin, pêşî derewan li xwe dikin. Roman bi zimanên çêkirî û ne “kamil”, nayên nivîsandin. Helbest jî, destan jî nayên afirandin. Gelê Kurd, yek ji wan gelan e ku destanên mezin bi zimanê Kurdî afirandine. Zimanê ku li ser cografyayekê nepişkive, derx nedê, kulîlk venekê, mêwe nedê, nikare destanan biafirîne.

Zimanê esparanto, hemberî ku roman pê hatine nivîsandin jî, ji sedema ku zimanekî çêkiriye, têkçûye.

Van nivîskarên payeberz,  xwedêgiravî, bûyerên drametîk yên rojane kirine mijara romanên xwe, lê balkêþ e, mîna ku sosyolojî nizanibin û Balzac ne xwendibin, hajê wan ji Freud û psîkolojiya kes, malbat, kom û civakê nebe;  tevneke ku  têkiliya wê bi cografya û civaka Kurd re nebe derxistine holê. Klîmatê dijberî hev, “tezat” kirina bingeha romanên xwe. Çi derdikevê holê, romanek xeyibî… 

Romana xeyibî jî, nîqaşeke bi zindan û şikeft derdixe meydanê.  

Çima, ji ber ku roman li ser bingehên kulturên rêkûpêk têne nivîsandin. Roman kultur û felsefe ye. Çiye ev kultura rêkûpêk û felsefe: Kultura ku ji aliyê nifşan ve û bi sedan sal hatiye girîşkirin ê komkirin e.  Dîrok e, sosyolojî ye, cografya ye, foklor e, efsane ne, psîkolojî ye, metafîzîk e, heriya organîk û astarzanî ye, qîr û teşqekeyên civakî ne û hwd.  Roman, di dema me de « cîhanþimûl” e û her cûre zanistê di nava xwe de diragire.

Roman civak e. Zimanê civakê ye. Nivîskar tenê tevnpêj û nîgarkêş e. Çiqasî dikare tevna xwe bihune û neqiş bike, ew e  ritil û weqî û pîvan. Mixabin, nivîskarên me, li ser beşên wêjeya ku di cîhana global de, têkçûne û ji bo magazîna edebiyata Kurdî, wê bibin valahî, ranawestin û hevûdin “teşwîk” nakin, destên xwe kirine pêsîra hev û şerê gevzeka kewan dikin. Wek nameyên wêjeyî…. Di magazîna wêjeya Kurdî de, çend pirtûkên nameyan hene? Heya îro, min yek pirtûk dîtiye. Pirtûka  Şahînê Bekirê Soreklî, Nameyek Ji Bavê Min re… Di beşê çavdêrî û hevpeyvinên çavderî de, çend pirtûk hene? Yan jî pirtûkên bîranîn û serpêhatiyan… Gelo nivîskarên me, qet ji malên xwe dernakevin, naçin geşt û seyranê? Teva jî diçin, lê nanivîsin. Gelo ev tirsa nivîskariyê ye? Yan nekarî ye? Eger wilo be, “dibêjin, lê napêjin”. Aliyê nivîskarên Kurd ku bê rexne kirin ev in. Nivîskarên cîhanê, ji %99, helbest, çîrok, serpêhatî, name, çavdêrî nivîsî ne. Ev nivîsên cûreyî, hem refên magazîna kultura wan civakan dagirtine, hem jî, bûne çeşniya romanên wan nivîskaran.

Ehmed Husyenî jî bi qirika nivîskarên Kurd girtiye û dibêje, nivîskarên ku nikaribin bi zimanên biyanî, yan jî bi zimanê ku perwedehî dîtiye binivîse,  xwe bi nivîskarên wî welatê dagirker nedê qebûl kirin, nikare bibe nivîskarekî serketî. Mnaka Helîm Yusuf dide, yanî hevaldostî…Pîvaneke bêşans e.

Biohêziya nivîskarên cîhanê ewe ku, musikiya derdorên xwe, di nava senfoniya civaka xwe de herisandine. Gelo nivîskarên Kurd, çima musîkiyên derdorên xwe, di nava senfoniya Kurdî de na herisînin? Nivîskarên cîhanê xwedî şans in, xwedî maf in, lê nivîskarên Kurd ne xwedî vî şansî û vî mafî ne?  Ne rast e.

Nivîskarên Kurd, ji rastiya civaka xwe dûr in û hîna bi rêbazên rewşenbîrî û “îzm” “logy”ya kujeriya dewletên dagirker tevdigerin. Camên dûrbûna wan jî, şikestî ye.

 

F
E
E
D

B
A
C
K